ta biłêy feřqî heye mîhrî min û mahî felek

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1563 Dîtin
ta biłêy feřqî heye mîhrî min û mahî felek
le sera ta be sureyya, le sema ta be semek
her ke lay kirdewe ’uqdey serî zulfî lada
le hemû lawe seday sellî ’ela geyye melek
gwê le wa’îz meke emşew tek û tenha were lam
řojî meḧşer beme ger bimxene dozex be derek
kutkut û tîkebetîkem biken û bimdene seg
cêgeme lem dere nařom be cinêw û be kutek
xalîse sîkkeyî îxlasî diłî muxlîsî min
bîxe nêw bote çi ḧacet beme bîdey le meḧek
ey mehî çarde seyrî mehî dû hefte bike
wek minî dabnê çawî min û to nagene yek
le niqûşî ẍezelim çîn û xeta damawin
kê dełê emtî’eyî kurde kełaş û kepenek?!
bo temaşay belek û zendî sipî û çawî bełek
nîştuwe lem dere ’aşiq wekû ḧacî leklek