le gawan û şwanî kurdekan yek

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  2016 Dîtin
le gawan û şwanî kurdekan yek
bese bo leşkirî sed keřře dû lek
fîday cutyartan bê ḧatemî tey
be qurbanî sepantan alî bermek
mirîşkî êwe seyyadî şehêne
le kin ’enqa fiřûce ḧacî leklek
şwanî mêgelî kurdan le şeřda
wekû qessabe, duşmin nêrgelî şek
leber ḧîzebexoyî û natebayî
le jêrî ḧîzî ḧîzan bûyne doşek
heta wek agirî bin kan legeł yek
eger tofan bê leşkirtan be pûşek
le gwêy ga nustûn boyêke řêwî
le ser êwe weha şêrgîre wek sek
selaḧî êwe êstake sîlaḧe
tema’î gewreyî bê çek neken nek
kirawe întîcabî wişkesofî
le dîwanî kerî bê nuqteyî şek