cîhan bûyte cezîrey beḧrî giryem

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1493 Dîtin
cîhan bûyte cezîrey beḧrî giryem
bebê buxtan eto zîn û emin mem
le cînsî ademî wek to nezawe
perî řûyek le adem ta be xatem
emin şêxim, serim şaxe, henasem
nesîme, dîde kanî, mêzerim tem
dełên me’şûqe dête ser serînim
dezanim wa nîye wełłahu e’lem
lebî zeḧḧakî fermûy marî zulfim
cemî kelley keye, mûçey serî cem
mełê kezzabe sofî, saẍe wa’îz
le lay min wek yekin bê keyf û bê kem
murîdî sadiq û şêxî keramet
ḧerîsî qanî’e û ’uşşaqî bêxem
sewadî e’zemî qustentenîye
gelê bênawî kirde sedrî e’zem
be destûr û be qanûn û nîzamî
xuda way kird ke sûrî kird be matem
kuřanî dû hewên dunya û ’uqba
mîsalî dakyanin ew legeł em
be yek naçin řeqîb û ḧacî qadirNasnava edebî
xudaya ew řezîl ke û em mukeřřem