destigîrît le ’emelda ke neka muřşîdî pîr

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  922 Dîtin
destigîrît le ’emelda ke neka muřşîdî pîr
destî toy girtuwe, pêy bestûyî, manendî esîr
řîşî wek şîre beşîrit, ewe celladî ecel
qołî małîwetewe, destî le to dawete şîr
ew demî hatme ser şekwe le xizim û kesî xom
řostem û yusfî gułpîrehenim kewtewe bîr
mar û masîn debne ejderî seḧra û neheng
dest û pay bêserupay załme deyken be wezîr
çûme parêzî, ke mujgan û birom dî le kemîn
tîrî min bû be keman, piştî kemanim buwe tîr
xefîye nayete lay ême le tarîkî şewa
řojî řûnake detirsê le ’ewam û le gizîr
ḧacîNasnava edebî wek dił to be girîye be şwênî mekewe
askêke be bezîn û be hera nayete gîr!