em ahuwe mumkîn nîye nexçîrî be tedbîr

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  1050 Dîtin
em ahuwe mumkîn nîye nexçîrî be tedbîr
hełnaxełetê bawkesegî pîre le tezwîr
çahî zeqenî mehleke ey dił be gurîsî
ew zulfe eger sîlsîleye xot mexe nêw bîr
ey badî seba min bibe sûdî nîye name
teşrîḧî ze’îfî min û xem nayete teḧrîr
ceyşî ḧebeşî zulfî legeł xettî beşeřhat
sofî diłî bêçare leber pê buwe hencîr
bem muhrî suleymanî zeman herwekû xurşîd
dunya bigre bê mededî xencer û şemşîr
bê dîtin û bê wasîte çatir le min û to
hîçkes nîye neynasê eger şête eger jîr
bê mînnete ger xwanî welî nî’metî ḧacîNasnava edebî
em şêxe çîye, quniçkî pîwaze, serî sîr