bem neḧweye serfî ’îşqibazî
Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
1 Xulek
892 Dîtin
bem neḧweye serfî ’îşqibazî
musteqbelî kemtire le mazî
ye’nî lemeda ke bîkuje zû
bê ferqe ḧeqîqet û mecazî
em şî’re zerîfe xettî çake
nûsîwmetewe leřûy beyazî
keşşafî řimûzî ayetî to
tefsîrî kebîrî fexrî řazî
bo qeddî zirawî bêjrawe!
nêze û ’elem û mesafe ẍazî
neydawete min xuda be miftî
bem meşrebe xot meke be qazî
em qafîye şayegane emma
’eybî nîye cahîlê be řazî
ew řizqî muqeřeře be xoy dê
sed def’e bixiwazî ya nexwazî
qîrtasî û şehřewaye ḧacîNasnava edebî
neqdîneyî to, be çî denazî!