metnî kutûbî em duwe ba şerḧî kirabê

Li pirtûka:
Dîwanî Ḧacî Qadrî Koyî
Berhema:
Ḧacî Qadrî Koyî (1816-1897)
 1 Xulek  753 Dîtin
metnî kutubî em duwe ba şerḧî kirabê
îşkalî řimûzî meseley qazîy mabê
qazî heřo sînet superî tîrî qeza bê
wek dînî řewafîz bedenit bê ser û pa bê
xot ḧakmî em mes’eleyey, key debê wa bê
pîrî wekû to mahî hebê û makerî gabê
bê mirwetê bem mirwete qet mirwetî nabê
sed def’e kerîş herwekû to mirwetî ga bê
ḧacîNasnava edebî dełê em mîsre’e te’rîxîye qazî
însafî nîye, ’arî çîye, mirwetî gabêHisaba Ebcedê: ansafî nîh ’arî çîh mirutî gabî=1285