des bida ger nêrgisî şehla bira nesrîn çîye

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  490 Dîtin
des bida ger nêrgisî şehla bira nesrîn çîye
aftabî xawerim bê piřtewî perwîn çîye?
ta turencî ẍebẍebî me’şûqe bê ẍem deskewê
sa şemamey xawî bił, ya kûlekey nexşîn çîye?
mu’cîzey mûsaNava taybet ke řûy da sîḧir û cadû çî deka?
hîmmetî řostem bibê mekir efkenî gurgîn çîye?
neqşî manîNava taybet der kewê neqqaşî çîn řîswa debê
ḧusnî yûsifNava taybet cîlweger bê zînetî şîrîn çîye?
ger nesîmî perçemî leyla mu’etter ka demaẍ
lay diłî mecnûn nesîmî nafeyî muşkîn çîye?
pîrim û uftadem û bê taqet û fîkir û xeyał!
werne tertîbî qesîdey nazk û řengîn çîye?
naryaNasnava edebî bes lêde lafî danş û ’eqił û şi’ûr
lafî pûçî bê meze û bê tam û bê teḧsîn çîye?