des bida ger nêrgisî şehla bira nesrîn çîye

From the Book:
Dîwanî Narî
By:
Nari (1874-1943)
 1 minutes  488 views
des bida ger nêrgisî şehla bira nesrîn çîye
aftabî xawerim bê piřtewî perwîn çîye?
ta turencî ẍebẍebî me’şûqe bê ẍem deskewê
sa şemamey xawî bił, ya kûlekey nexşîn çîye?
mu’cîzey mûsaNamed-Entity ke řûy da sîḧir û cadû çî deka?
hîmmetî řostem bibê mekir efkenî gurgîn çîye?
neqşî manîNamed-Entity der kewê neqqaşî çîn řîswa debê
ḧusnî yûsifNamed-Entity cîlweger bê zînetî şîrîn çîye?
ger nesîmî perçemî leyla mu’etter ka demaẍ
lay diłî mecnûn nesîmî nafeyî muşkîn çîye?
pîrim û uftadem û bê taqet û fîkir û xeyał!
werne tertîbî qesîdey nazk û řengîn çîye?
naryaPen name bes lêde lafî danş û ’eqił û şi’ûr
lafî pûçî bê meze û bê tam û bê teḧsîn çîye?