qet le adabî du’a em pîre teqsîrî nîye
Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
1 Xulek
781 Dîtin
qet le adabî du’a em pîre teqsîrî nîye
sa legeł teqdîrî xwa çî bikem ke te’sîrî nîye
wîrdî dił bê ẍayet û payane wek teqsîrî min
ta ebed wek ’efwî to îmkanî teḧrîrî nîye
sîdqî mezmûnî kelamim ’eynî subḧî sadqe
ew be terzî axrî şew kîzb û tezwîrî nîye
ḧeyfe bo erbabî derkî ẍeznewî gahê biłên
camî’î ḧîkmet eyaze û ḧusnî tedbîrî nîye
’aqił û ferzane herdem wa le qeydî mîḧneta
şêt û bê perwa le dinya bakî zincîrî nîye
guł legeł xara řefîqî bulbulî dił bê nesîb
’îllet û îşî xuda îşkale tefsîrî nîye
seydî weḧşî destemo bê çake nek sił ka be hîç
bazî to îmřo ke çunke tabî nexçîrî nîye
gerdişî axir zemane û şořşî dewrî qemer
nûr û zułmet boye lay kes ferq û tewfîrî nîye
ehlî dana qet le narîNasnava edebî nagrê hergîz ẍełet
çunke nefsêkî edîb û ’aqił û jîrî nîye