ẍemî şêx û fîraqî to ke barî şanî pîrîme

Li pirtûka:
Dîwanî Narî
Berhema:
Narî (1874-1943)
 1 Xulek  482 Dîtin
ẍemî şêx û fîraqî to ke barî şanî pîrîme
be emrî ḧukmî bedbextî wezîfe û řesmî pîrîme
nema řesim û ẍezel emřo le bazařî xeyałata
henasey sext û sozî dił --------Teksta ne aşkira
temenna kirdinî awî ḧeyatî wesłî to bo min
le xatirmaye nazanim le şêtî ya le jîrîme?
le weqtî pîrya ’eksî cwanî toye hemřazim
’esa sûret le gerdişda esasî destigîrîme
be řesmî yawerî mumkîn nebû serfî cwanî kem
be pîrî taze fikir û ẍa’îley řutbey muşîrîme
qeza bo dił le bo qa’îmmeqamî wesłî to hîcirit
witî derço le firmanî qeza nobey mudîrîme
be min çî nî’metî dîwanî e’yanî silêmanîNava taybet
ke sifrey hîcrî to ẍaretgerî textî emîrîme
le ser sifrey fîraqit maylî tî’dadî nî’met kem
elem ça, qawe mîḧnet, kifte ẍem, hem nanî tîrîme
mełê kem taqet û bê dûrîye narîNasnava edebî le sextîda
legeł hîcranî to, manim nîşaney bê nezîrîme