nêrgiza mest û xeraman di seḧergeh ku meşî

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  329 Dîtin
nêrgiza mest û xeraman di seḧergeh ku meşî
bişkifit sifet ẍunçe ji çara ereşî
şimşad bi meş sûsin û sunbul bi sema tên
ey serwê xeraman ku tu carek bimeşî
řom û ’ecemê girtîye oẍlime bi sef sef
cuhtê muẍulan hatne cengê ḧebeşî
wek zerre herê sîne ji mihra te şefeq da
bû şuhreyê afatê bi xurşîdê weşî
kî desteNusxeyên din: key destê ji qudret we kişandî we řeşandî
qewsê du hilalan li beyazê bi řeşî?
çendanNusxeyên din: çendî te but wilatê nisarê qedemîne
i’caz meke vê ku tu ji neslê qureşî
ey dil ji kevanê helek exterme şehîdî
minnet ku tu extermeyê qewsê bi weşî
derba cegerê bû ku me ev nale ji dil hat
ma ah û feẍanan dikirit kes ji xweşî?
wek tûle li pey mûçeNusxeyên din: çûm û li dorê çerxîm ez
çix kir me ḧebîbê go: tu narî biqeşî!
«alilhErebî» çi tebî’et beşerî xwe ne melaNasnava edebî
vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî