kes nedîye seḧergeh ku çi nazk weresî tu

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  360 Dîtin
kes nedîye seḧergeh ku çi nazk weresî tu
me ji belgê gul û nêrgizê sermest besî tu
zanim ne tinê ku yedê beyza tu didîrî
wer xweş ke şehîdên xwe ku ’îsa nefesî tu
rûḧî û ne cismî ji cemalê bi çi ismî
řeng řeng dibî keşif û şuhûdê çi kesî tu?
řojî tu li şerqî bi cemala xwe û berqî
«balilhErebî» ne ji serçeşmeyê eqdes qebesî tu?!
«balilhErebî» ji çi nûrî û tecella li çi tûrî?
geh geh li seraperdeyê can multemesî tu
şemsa felekî? ya melekî? hêj nizanim!
ḧûrî û perî? ya bi xwe «ruḧ alqidisErebî»y tu
cana! ceres û řehberê ’işqa te ezim qet
ageh bi feẍan û ḧerekatê ceresî tu!
ma yek nefesek min dibtin bê tu wucûdek?
dê bê te çi bim? hem tu řuḧî hem nefesî tu!
’işqa te meger zêř sifet zer dikirîn, go:
iksîre evîna me bi ’eynî û mesî tu
min go: ji nigaran tu gulî bes bi şukûh be
zanim ne muḧb her ne kes û xar û xesî tu
wey ḧûrsiriştê li me xweş mîwe te ber kir
cennate di wesla te û ateşperesî tu
min go: di şevan şubhî nucûman bi tewafîn
go: ’işwe dizanin bi çi qest û hewesî tu
min go: me bi tîẍan vedî nakin ji derê te
go: em ji nebatîn we li teb’ê megesî tu
min go: ji kemenda serê zulfa te veřestim
perwazê lebê le’lê me, go: ger veřesî tu!
yek dem venehşitîn te di hamûnê firaqê
bê hemdemê derdan ku çi feryadresî tu?
min go: ji me dil şubhî bixûr xweş te biker kir
ker kir! bi du le’lên xwe şeker go: ’edesî tu!
min go: li ruxanîn neku kecrew wekû ferzîn
şah gote me: kiş mat! li bazê feresî tu
min go: te divê ser ji řeqîbî bibiřim ez
go: min dîye zanim dibřî jê meqesî tu
ta çend bi xef bade binûşî we nefes da
îca bi def û ney were mîrê ’esesî tu
min go: ji qedîm em meyê ’işqa te dinûşîn
go: min ji ’uşaqan ne tinê mey peřesî tu
min go: di şevan şubhî şemalan we disujîn
perwane sifet ca heře bê sewt û ḧesî tu
min go: beser û qûwetê sem’a me tuyî, go:
zanîn te emîn řûḧ û mucerred qefesî tu
min go: dil û canê xwe ji zulfa te řeha kim
xweş go: çi nezanî û mela ger biresî tu
te ji zulfê butan sefḧe melaNasnava edebî řeştire tal’
yarê te seḧer bêt û biret pê neḧesî tu