hê di ber «qalwa: bilî»yê belkû ev ’alem nebû
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
2 Xulek
694 Dîtin
hê di ber «qalwa: bilîErebî»yê belkû ev ’alem nebû
çerxê dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû
’erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
ḧusnê ḧeq bû di istiwa’ê lam’a ’işqê hebû
nehtibû ḧukmê sifatan ew ji zatê «lim yizilErebî»
’aşiq û me’şûq yek bûn şem’ û hem perwane bû
ḧusin û ḧub zatê qedîmin lê cuda bûn ew ji yek
lê niha ismê ḧudûsê ḧikmet û tefsîl we bû
yek di zatê suřşirînan bû cemal û ḧusin û suř
yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû
ḧusnê ḧub anî zuhûrê ’işqe eslê ’alemê
eslê eşya da bizanî wan çi esil û madde bû
’aşiq û me’şûqê elḧeq herdu mir’atê yekin
bû di ’eynî cem’êda eslê qedîm ayîne bû
cezbe û seyra sulûkê bê meḧebbet nabtin
cehdeya bê ’işq û ḧub çendî ku kir bê feyde bû
salkên ’işqê yekayek ḧewce nînin ez bibêm
cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû
řeng û řeng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû
ê birî ’eynî beqayê badenûşê ’işqê bû
ê bûyî meḧwê fenayê ’aşiqê bêçare bû
êk ji wan perwane bû suhit û feẍanek jê nehat
êk ji wan teşbîhî goyînê bi ah û nale bû
awřên eswed ’uyûnan ’aqlan sewda dikin
gezmeya ’aşiq v dil keftî ji çehvên şehle bû
’aşiq û me’şûq da wasil bi yek bin bê ḧicab
meḧû bû «balzatErebî» ’aşiq lew di ’işqê perde bû
lew di ’işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
’aşiqê fanî nebû wasil ḧeta baqî nebûNusxeyên din: ’aşiqê sadiq nebû baqî heta fanî nebû
nuqte û ’ilim û sewadê ḧerf û neqşê ’alemê
ser didin me’nayekê eslê sewadê nuqte bû
her yeke û dê yek bimînit ewwel û axir yeke
«lacirimErebî» nabit du bin, ê dê bimînit her hebû
her çi de’wayê di ’işqê da melêNasnava edebî sabit kirî
’eynî de’wayê di «nifis al’emirErebî» dîsa şehde bû