nêrgiza mest û xeraman di seḧergeh ku meşî

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  330 views
nêrgiza mest û xeraman di seḧergeh ku meşî
bişkifit sifet ẍunçe ji çara ereşî
şimşad bi meş sûsin û sunbul bi sema tên
ey serwê xeraman ku tu carek bimeşî
řom û ’ecemê girtîye oẍlime bi sef sef
cuhtê muẍulan hatne cengê ḧebeşî
wek zerre herê sîne ji mihra te şefeq da
bû şuhreyê afatê bi xurşîdê weşî
kî desteAlternative Versions: key destê ji qudret we kişandî we řeşandî
qewsê du hilalan li beyazê bi řeşî?
çendanAlternative Versions: çendî te but wilatê nisarê qedemîne
i’caz meke vê ku tu ji neslê qureşî
ey dil ji kevanê helek exterme şehîdî
minnet ku tu extermeyê qewsê bi weşî
derba cegerê bû ku me ev nale ji dil hat
ma ah û feẍanan dikirit kes ji xweşî?
wek tûle li pey mûçeAlternative Versions: çûm û li dorê çerxîm ez
çix kir me ḧebîbê go: tu narî biqeşî!
«alilhArabic» çi tebî’et beşerî xwe ne melaPen name
vê cewr û cefayê tu peyapey dikeşî