senemê ji qewsê ebrû du hilalê new numandin

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  442 Dîtin
senemê ji qewsê ebrû du hilalê new numandin
du keman li burcê mîzan bi ẍezeb li min kişandin
ne du nûn qelem muqabil bi bedî’ xet nivîsîn
du hilalê destê qudret bi qiranê yek kişandin
çi beratê ḧusne ya reb bi nişanê padşahî
bi teref du turre, tuẍra we bi mawerê řeşandin
elîf û du lam û hê dîn me di ayeta cemalê
ji ceger me kir tesellî û ji sîne dest feşandin
ne tinê ji qişt û zulfan me di sîne sed kulabin
li ceger sîyeh kemanan du hezar tîr řeşandin
ji ceger melaNasnava edebî pilingan bi kulabê pens ker kir
esedan ji pence vêřan dil û sîne heřşandin