xeşmê li feqîran meke zû padşehê min

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  427 Dîtin
xeşmê li feqîran meke zû padşehê min
pursê bike carek li xeta û gunehê min
teftîş bi mûmû bike er em bi xeta yîn
hinca neke bêtin t welatî t cehê min
cewra te behîtîn û cefaya te perêtîn
qurbanî te bim guh bide carek gilehê min
zanî ku ji ber zerb û cefayan elemîn dil
řeḧmê bi gedayê xwe ke sultan û şehê min
sih sale ji derd û ji belayê te hilakîn
ḧetta bi felek her diřetin ah û ehê min
ma yek nefesek min dibtin sebir û qerarek
qed bê te û bê te dibtin mislî sehê min
ger şubhetî perwane di bezmê te çi sed geř
sed nale hezar řeng wekî çeng û jehê min
nûrîn qedeḧa xemir û ḧeyata me bi ser dan
ger wê bidetin dest bi dest muşterehê min
yek ’işwe, melaNasnava edebî ger bi buha bêt ji le’lan
sed can me hebin hêj ku muqessir di behê min