wellah ji her dû ’aleman min ḧusnê canane ẍerez

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  442 Dîtin
wellah ji her dû ’aleman min ḧusnê canane ẍerez
lew min ji ḧusna dilberan her sun’ê řeḧmane ẍerez
ew kafrên came syah hatin bi hevřa sef bi sefNusxeyên din: hatin bi sef sef bûn xuya
zanim ku her tên ew medam wan exzê îmane ẍerez
îro dilê min dilberan avête ser sed peykeranNusxeyên din: keybiran
anîn meya gulgûn û saf dan min ku buryane ẍerezNusxeyên din: min go: te buryane
bi şahî bi hevřa hemneşîn řeng û řûyê hev meNusxeyên din: qet nedîn
her yek te’amek bû evîn lewra ku puřNusxeyên din: lewra li ber xwane ẍerez
’eqil û dilê min bir ewan, şahan bi řemz û ’işweyan
wan ’eqil û dil vêkřa divên lew exiz û i’tane ẍerez
min go: gelo ey dilruba fitna řeqîb feyde heyeNusxeyên din: feyde neda?
go: sûnd bi ḧusna min ku neNusxeyên din: sûnd xwar bi ḧusna xwe ku ne! lê fi’lê şeytane ẍerez
ew sunbulên bû’enberî reyḧan benefiş û ’er’erî
lew tên bi dêmî da bi lez wan seyr li nîşaneNusxeyên din: wan setrê xalane ẍerez
xalên mudewwer filfilîn mawer ji biskan lê werîn
zulfên perîşan têne mest bihna biha wane ẍerez
dil girt bi dama sunbulan, berda û dîsa ḧebis kir
mîre ku her ew da’men girtin û berdane ẍerez
.. .. .. .. ..Teksta ne aşkira ’alî dibit řoj û şevan
meyle bi ser selwan kevit ku seyrê esmane ẍerez
.. .. .. .. ..Teksta ne aşkira da fetil û řast û çep geřî
wê min dixapînit bi xwe lê qelbê piř jane ẍerez
.. .. .. .. ..Teksta ne aşkira der bûn ji çeşman av û xwîn
dilber bi ’urf zanî û got: zanim te tewafe ẍerez
.. .. .. .. ..Teksta ne aşkira şehper ji ber çavên belek
a yek dilê min bende tê ya dîtrê cane ẍerez
.. .. .. .. ..Teksta ne aşkira celladî rê û mîm xwand
ger tu nizanî qenc bizan wan eynê dewrane ẍerez
van ’işweyan dil herirşand sertîr ji xûnê neqqişand
lew ez dibêm canê melêNasnava edebî, îro te qurbane ẍerez