dîsa li bedrê katbî, kêşa ji nû jengar xet

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  421 Dîtin
dîsa li bedrê katbî, kêşa ji nû jengar xet
nûraNusxeyên din: nûre řeşandî wahbî, der girdişêNusxeyên din: dîger řeşî purgar xet
ḧerfên ji qudret nuqte puř, madarê ḧewza le’il û duř
ev řenge kê dî we bi suř, qudret numûn zengar xet
ew çîçekên şetrî şubihit, ef’a sifet qelbê me mihit
selwa ji balayê we rêhit, ev perdeya gulnar xet
neqiş û nigarên dilberan, dercîn ji řemzên esmeran
her tên ji dest neyşekkeran, me ji gulşenê ferxar xet
me ji destixeta terḧên şelal, xal û xetên nûra zelal
danî li sendûqa li bal, malê me sed qentar xet
bergên gula reyḧanîyê, katib bi xwe xal danîyê
kes dî bi vê şêranîyê, der sen’etê cebbar xet
reyḧan û sunbul tê hene, sed çîçek û gul tê hene
zerbaf û bulbul tê hene, ew beẍçeya gulzar xet
madarê dêm wicebhetê, ḧaşa li dora ayetê
lê řast û çep bo wesletê, cedwel keşê zunnar xet
gulçîçek û neqşên ẍerîb, nesrîn û reyḧanê ḧebîb
lê řast û çep bûyîn selîb, cedwel keşîn zunnar xet
.. .. .. ..Teksta ne aşkira hey’etê, řemz û rumûzê muḧbetê
ḧaşî li dora ayetê, avête der minqar xet
îro seḧer tuẍra nişan, i’rab û cezmên zerfeşan
hatin digel bayê seban, me ji canbê dildar xet
ellah di ber «qalwaErebî»: belê, da yeẍme kit qelbê melêNasnava edebî
avêhte çerxê cedwelê, ev řenge ’enberbar xet
îro berata eḧmedî, tuẍra nişan zerkeş me dî
xettê humayûn kes nedîNusxeyên din: kî we dî, şêrîn û me’nadar xet