xûn ku ji dil bi mewc bêt, eşkê řewan me têne xet

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  384 Dîtin
xûn ku ji dil bi mewc bêt, eşkê řewan me têne xetNusxeyên din: nîne qet
nîl ji dîdeyan dizêt, keftine navê şubhî bet
katbê neqşê qudretê, zêř řeşande ser xetê
erzenNusxeyên din: ebrû û dêm û cebhetê, pê neqqişand û kir nuqet
cebhet û dêm neqqişand, misk û zebad lê feşandNusxeyên din: řeşand
nûr ji zulmetê řeşand, taze kişand xet bi xet
ḧûr û firişte kê we dîn, nazk û xûb û suřşirîn
dêmê nemûne puř bi bikînNusxeyên din: dêmî nemûne bir bi çîn, sûretê çîn numa ẍelet
şi’rê melêNasnava edebî ku wek řewan, daye di can me dil řevanNusxeyên din: daye tecanê merovan, daye di can me dil wan
puř me li bergê erẍewan, dîne ẍezel li nik şetetNusxeyên din: leng wişet