me ji bil ḧusin û cemalê çi ẍerez

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  388 Dîtin
me ji bil ḧusin û cemalê çi ẍerez
bê cemalêNusxeyên din: pê şepalê ji peyalê çi ẍerez?
ger ne teşbîhî du birhên te bitin
me di ’îdan bi hilalê çi ẍerez?
ger ne řûḧê me di pê dil biretin
me ji wê qenc û delalê çi ẍerez?
ger ne qesta dil û canê me dikitNusxeyên din: bikit
me ji wê şox û şepalêNusxeyên din: qenc û delalê çi ẍerez?
ger ne bi ismê te mu’emma bin ḧurûf
me bi şiklê xet û xalê çi ẍerez?
ne ku şermende ji řûyê te buwa
aftabê bi zewalê çi ẍerez?
qestêNusxeyên din: qesdê weḧdet dikirit řûḧ bi řûḧ
wer ne, ’aşiq ji wisalê çi ẍerez?
di şebê qedrê tecellî tu bikîNusxeyên din: şebê yelda ku tecella tu bikî
me li pey mom û şemalêNusxeyên din: me bi fanûs û şemalê çi ẍerez?
ne cemala te tecellî bikirit
me ji xûban bi cemalê çi ẍerez?
ne ji le’lên te melaNasnava edebî beḧsê bikit
me ji vê beḧis û su’alê çi ẍerez