şîweyê dilberî bizan, sunnete şîwe ’işwe ferz

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 1 Xulek  412 Dîtin
şîweyê dilberî bizan, sunnete şîwe ’işwe ferz
her du nezer ku bin qiran wacbe yek girşime ferz
herdu qiran ku qible bin her çi dema xuya bin ew
wê se’etê di dînê ’işq lazme yek du secde ferz
xirqeyê zerq û jengê zuhd min bi meyê muẍane şûst
şûst û şuwek di meykedê ewwelê kar ferze ferz
neyşekkerên şirîn zeban mestê bi cam û bade tên
ferze dibit ji tewbeyê salkê ’işqê tewbe ferz
saqîyê sîmê saqê maNusxeyên din: şaqîyê sîm saq řa zehrê helahlî biNusxeyên din: helahil wî dest
canê me şukir û minnete tîz û řewaneNusxeyên din: tîzřewane řeqse ferz
xal eger bi wechekê bête qiranê ebruwan
şubhetî beytê meqdes û ke’be dibin du qible ferz
ez ku di de’wa ’aşiqîNusxeyên din: hew ji du’ayê ’aşiqî kifşe dikit zeban derewNusxeyên din: zebanê derd
ketmê şehadetê dibit wê se’etê bi şehde ferz
cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
ferze melaNasnava edebî li ḧacîyan se’î û tewaf û ’umre ferz