şîweyê dilberî bizan, sunnete şîwe ’işwe ferz

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  413 views
şîweyê dilberî bizan, sunnete şîwe ’işwe ferz
her du nezer ku bin qiran wacbe yek girşime ferz
herdu qiran ku qible bin her çi dema xuya bin ew
wê se’etê di dînê ’işq lazme yek du secde ferz
xirqeyê zerq û jengê zuhd min bi meyê muẍane şûst
şûst û şuwek di meykedê ewwelê kar ferze ferz
neyşekkerên şirîn zeban mestê bi cam û bade tên
ferze dibit ji tewbeyê salkê ’işqê tewbe ferz
saqîyê sîmê saqê maAlternative Versions: şaqîyê sîm saq řa zehrê helahlî biAlternative Versions: helahil wî dest
canê me şukir û minnete tîz û řewaneAlternative Versions: tîzřewane řeqse ferz
xal eger bi wechekê bête qiranê ebruwan
şubhetî beytê meqdes û ke’be dibin du qible ferz
ez ku di de’wa ’aşiqîAlternative Versions: hew ji du’ayê ’aşiqî kifşe dikit zeban derewAlternative Versions: zebanê derd
ketmê şehadetê dibit wê se’etê bi şehde ferz
cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
ferze melaPen name li ḧacîyan se’î û tewaf û ’umre ferz