me ji bil ḧusin û cemalê çi ẍerez

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 1 minutes  387 views
me ji bil ḧusin û cemalê çi ẍerez
bê cemalêAlternative Versions: pê şepalê ji peyalê çi ẍerez?
ger ne teşbîhî du birhên te bitin
me di ’îdan bi hilalê çi ẍerez?
ger ne řûḧê me di pê dil biretin
me ji wê qenc û delalê çi ẍerez?
ger ne qesta dil û canê me dikitAlternative Versions: bikit
me ji wê şox û şepalêAlternative Versions: qenc û delalê çi ẍerez?
ger ne bi ismê te mu’emma bin ḧurûf
me bi şiklê xet û xalê çi ẍerez?
ne ku şermende ji řûyê te buwa
aftabê bi zewalê çi ẍerez?
qestêAlternative Versions: qesdê weḧdet dikirit řûḧ bi řûḧ
wer ne, ’aşiq ji wisalê çi ẍerez?
di şebê qedrê tecellî tu bikîAlternative Versions: şebê yelda ku tecella tu bikî
me li pey mom û şemalêAlternative Versions: me bi fanûs û şemalê çi ẍerez?
ne cemala te tecellî bikirit
me ji xûban bi cemalê çi ẍerez?
ne ji le’lên te melaPen name beḧsê bikit
me ji vê beḧis û su’alê çi ẍerez