wellah ji her dû ’aleman min ḧusnê canane ẍerez

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  441 views
wellah ji her dû ’aleman min ḧusnê canane ẍerez
lew min ji ḧusna dilberan her sun’ê řeḧmane ẍerez
ew kafrên came syah hatin bi hevřa sef bi sefAlternative Versions: hatin bi sef sef bûn xuya
zanim ku her tên ew medam wan exzê îmane ẍerez
îro dilê min dilberan avête ser sed peykeranAlternative Versions: keybiran
anîn meya gulgûn û saf dan min ku buryane ẍerezAlternative Versions: min go: te buryane
bi şahî bi hevřa hemneşîn řeng û řûyê hev meAlternative Versions: qet nedîn
her yek te’amek bû evîn lewra ku puřAlternative Versions: lewra li ber xwane ẍerez
’eqil û dilê min bir ewan, şahan bi řemz û ’işweyan
wan ’eqil û dil vêkřa divên lew exiz û i’tane ẍerez
min go: gelo ey dilruba fitna řeqîb feyde heyeAlternative Versions: feyde neda?
go: sûnd bi ḧusna min ku neAlternative Versions: sûnd xwar bi ḧusna xwe ku ne! lê fi’lê şeytane ẍerez
ew sunbulên bû’enberî reyḧan benefiş û ’er’erî
lew tên bi dêmî da bi lez wan seyr li nîşaneAlternative Versions: wan setrê xalane ẍerez
xalên mudewwer filfilîn mawer ji biskan lê werîn
zulfên perîşan têne mest bihna biha wane ẍerez
dil girt bi dama sunbulan, berda û dîsa ḧebis kir
mîre ku her ew da’men girtin û berdane ẍerez
.. .. .. .. ..Missing ’alî dibit řoj û şevan
meyle bi ser selwan kevit ku seyrê esmane ẍerez
.. .. .. .. ..Missing da fetil û řast û çep geřî
wê min dixapînit bi xwe lê qelbê piř jane ẍerez
.. .. .. .. ..Missing der bûn ji çeşman av û xwîn
dilber bi ’urf zanî û got: zanim te tewafe ẍerez
.. .. .. .. ..Missing şehper ji ber çavên belek
a yek dilê min bende tê ya dîtrê cane ẍerez
.. .. .. .. ..Missing celladî rê û mîm xwand
ger tu nizanî qenc bizan wan eynê dewrane ẍerez
van ’işweyan dil herirşand sertîr ji xûnê neqqişand
lew ez dibêm canê melêPen name, îro te qurbane ẍerez