dilberê îro seḧer
Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
2 Xulek
1443 Dîtin
dilberê îro seḧer, avête cergê min du dox
yek li sîne yek li dil da, lew ji min tên ax û ox
ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên
yan ji kovanên di kul tên, jê dizêt her xûn û zox
xûn ji dil coco řewan tê, wek ’eqîq û erẍewan tê
lê ji dest selwa cwan tê, ew şepala şeng û şox
ew şepala şox û şenge, kafra řom û feřengeNusxeyên din: řomê firenge
dame ber cuhtek xedenge, zalmê kuştim bi dox
zalmê kuştim şepalê, nazkê qencê delalê
bûn ḧicaba zulf û xalê, êdek û ’alaNusxeyên din: berqe’ û ala, beyreq û ala û tox
netirkNusxeyên din: bîrk û tayên bi řîşî, ê di zêřn pêve wîşî
min du fêrs dîn di bîşîNusxeyên din: pêşî, mirwet û insaf yox!
lew heřiftim ez ji meylê, şubhetî sehil û suheylêNusxeyên din: sehlê ji seylê, sehlî û suheylê, sehla di seylê
muḧbet û ’işqa di leylê, ez kirim yekser pilox
dest nehêlim ez ji dînê, şubhî ferhad û şirînê
werNusxeyên din: dê ji ber ’işq û evînê, min di řê çit ev kiloxNusxeyên din: da can firox
suḧbeta çerx û sema tê, wek melêNasnava edebî sed mubtela tê
zemzem û ava ḧeyatê, muşterî sed şeyx û şox