ahê ji derdê dil nekit

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 3 Xulek  586 Dîtin
ahê ji derdê dil nekitNusxeyên din: dikit, herçî nedî azarê çerx
derbê li nêva dil didit, lam’ sifet nûbarê çerx
tên sîneyanNusxeyên din: sîne ban peykan nihîn, amancê wan tîran emîn
dama belayê der kemîn, her goşe dormadarêNusxeyên din: dur’amarê, da amarê, widamarê çerx
bîra xwe tînin ẍenceyan, ’aşiq di nêv işkenceyan
tavête dil berNusxeyên din: puř penceyan, herdem ji nû şunqarê çerx
ku vanNusxeyên din: tîrdan, ji kovan letîfan gul’izar, lew tên ji bulbul ah û zarNusxeyên din: ah hezar
şûna gulan řestîneNusxeyên din: řeştîne xar, nêva cihê gulzarê çerx
sed bazîyan ev ḧeqqebaz, tînit bi ḧîle karsaz
geh geh ku naze û geh nyazNusxeyên din: geh ew bi taze geh bi naz, seḧḧar û puř mekkarê çerx
herçî bixûnitNusxeyên din: her çî ku bînit suḧbetê, axir di cama şerbetê
zehra helahil dê detê, da dil nedin azarêNusxeyên din: ẍeddarê çerx
ev erreya jehrî didan, min jê di dil da binNusxeyên din: nin sinan
ma li behrê ferqê dijminan, bêt û biřet minşarê çerx
dijmin ji can talan bitin, ew xwehrê nalanNusxeyên din: ew xwe heřo nalan bitin
mêlak û dil kalan bitin, lê bêt û řet ẍeddarêNusxeyên din: dişwarê çerx
dav gehte xanîNusxeyên din: dev kuhne xalî mislî deyr, çendîn kewakib têne seyr
pêkan bi davêNusxeyên din: di tavê şubhî teyr, her jê dibarin tarêNusxeyên din: tavê, barê, narê çerx
ew gezmeyên wek şûr û tîr, řecim û bela jê têne jîr
hindî ku dilber têne sîr, her wê eve kirdarê çerx
şems bi şems cam bi camNusxeyên din: şems û qemer necmê ’izam, ḧetta dikin dewrêNusxeyên din: derdê temam
ateş diřêjit her medam, ev gunbedê dewwarê çerx
agir di ab û gilNusxeyên din: agir û abê gil dikit, qelban ji qelbanNusxeyên din: qîble hil dikit
metqeb di can û dil dikitNusxeyên din: misqeb di nîva dil dikit, da’im evsitin karê çerx
çendîn di xûbanin řezimNusxeyên din: çendîn ku xoban bên řezim, min jê di dil danin gezim
amancê wan řemzanNusxeyên din: tîran ezim, ser’eskerê seyyarê çerx
min puř şevan ḧetta seḧer, danîne řê sem’ û beser
ew mahřû maNusxeyên din: ta bête der, ta bîmeNusxeyên din: lew bûme newbetdarê çerx
kes dî li lewḧê sîne qet, neqşek ve hatî Nusxeyên din: der ẍelet
herdem ji nû yek taze xet, tavête der pergarê çerx
me ji ḧesreta şîrîn leban, xew tête çehvan qet şeban
feryad derinNusxeyên din: der, diçin ber kewkeban, pursê bike ji bîdarê çerx
van rehrewênNusxeyên din: herdiwên, zehre vên himmet bilind, berdane meydanê semendNusxeyên din: kemend
sergeşteyînNusxeyên din: sergeşte bîn ḧetta bi çend, ev rekbê meş’eldarê çerx
gavek ji dengê zengilan, êmin çi řûnîn menzilan
hey hey bibînin meḧmilan, feryade her qentarê çerx
puř min ji vê çerxê melaNasnava edebî, kêşane afat û bela
ebleh dibînim wî hela, herçî ji dil bit yarê çerx