dilberê îro seḧer

From the Book:
Dîwanî Melay Cizîrî
By:
Malaye Jaziri (1570-1640)
 2 minutes  871 views
dilberê îro seḧer, avête cergê min du dox
yek li sîne yek li dil da, lew ji min tên ax û ox
ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên
yan ji kovanên di kul tên, jê dizêt her xûn û zox
xûn ji dil coco řewan tê, wek ’eqîq û erẍewan tê
lê ji dest selwa cwan tê, ew şepala şeng û şox
ew şepala şox û şenge, kafra řom û feřengeAlternative Versions: řomê firenge
dame ber cuhtek xedenge, zalmê kuştim bi dox
zalmê kuştim şepalê, nazkê qencê delalê
bûn ḧicaba zulf û xalê, êdek û ’alaAlternative Versions: berqe’ û ala, beyreq û ala û tox
netirkAlternative Versions: bîrk û tayên bi řîşî, ê di zêřn pêve wîşî
min du fêrs dîn di bîşîAlternative Versions: pêşî, mirwet û insaf yox!
lew heřiftim ez ji meylê, şubhetî sehil û suheylêAlternative Versions: sehlê ji seylê, sehlî û suheylê, sehla di seylê
muḧbet û ’işqa di leylê, ez kirim yekser pilox
dest nehêlim ez ji dînê, şubhî ferhad û şirînê
werAlternative Versions: dê ji ber ’işq û evînê, min di řê çit ev kiloxAlternative Versions: da can firox
suḧbeta çerx û sema tê, wek melêPen name sed mubtela tê
zemzem û ava ḧeyatê, muşterî sed şeyx û şox