kes bi dada me nepirist gileh û dad çi kit?

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  710 Dîtin
kes bi dada me nepirist gileh û dad çi kit?
te nebit dadřesek bîhûde feryad çi kit?
bi şirînê negehit dest eger řostem bit
dê bi bazû û milan şubhetî ferhad çi kit?
fa’lek lazme da fi’il û eser peyda bibitNusxeyên din: bit, bikit
ger tu ḧeddad nebin kûreyê ḧeddad çi kit?
mumkinek dê hebtin daku teleb ḧasil bit
seyd û nêçîr ku nebit tûleyê seyyad çi kit?
her gil û seng dibtin zêr bi tedbîrê ḧekîm
qablîyet ku nebit ḧikmetê ustad çi kit?
kan bi gewher çi bikit gewher eger pak nebit
tu besîret te nebit sîretê ecdad çi kit?
zêr û zêwer dikirin celbê qulûban ḧaşaNusxeyên din: ḧaşane
ḧusin û suř zatNusxeyên din: zatî nebit qametê meyyad çi kit?
’aşiqê mest bi ’işqê nye ḧacet bi meyê
wardê ward û eḧwal bi ewrad çi kit?
neNusxeyên din: te ẍerez vêkketna yek û li yekNusxeyên din: welîyek murişd bit
salk û talbê irşadê bi beẍdad çi kit?
cehde û se’î û teleb bêNusxeyên din: ew bê eserek safî nehin
tu nebî perdenşîn çaker û qewwadNusxeyên din: fewwad çi kit?
çi eser dê li berê xare bikit qetreyê ab
qelemê ma bi du sê qetreyê zuhha dê çi kit?
dê ji ḧeq cazbeyek dil bigirt werne melaNasnava edebî
ji ezel ger tu hidayet nebit irşad çi kit?