meḧbûb bi dil bit me bi evraz çi ḧacet

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  890 Dîtin
meḧbûb bi dil bitNusxeyên din: meḧbûbê di dil bit, meḧbûb ku bi dil bit me bi evraz çi ḧacet
’enqa bi xwe bêtin fiř û perwaz çi ḧacet
neyNusxeyên din: nê dûre ḧebîbê me biNusxeyên din: çi feryad û feẍan kîn
wekNusxeyên din: wî guh li zemîra dile awaz çi ḧacet
go: suxte murada xwe ji min telbe ke îro
min go: ji kerîm telbe û daxwaz çi ḧacet
min nale refîqin ẍem û teḧlîne musaḧb
feryad enîsê mine demsaz çi ḧacet
dildan û newaziş çine duşnam besin min
puř derd û cefa ḧurmet û i’zaz çi ḧacet
suḧbet bi mey û çengê ḧebîbê me bivêtin
feryad û feẍanê me besin saz çi ḧacet
razên me jiNusxeyên din: çi ḧacet weku ẍemmazî bizanin
eşkên me besin dîdeyê ẍemmaz çi ḧacet
her leḧze çi ḧacet ku bi nazan bikujî min
cana ji xwe qurbanî te me naz çi ḧacet
ta çendê bi hecra xwe tu min tecirbe înî
zêrê ji xwe xals miḧek û gaz çi ḧacet
ḧacet nye cana yedê beyza bideranîNusxeyên din: biderînî
inkar di dîn da nebit i’caz çi ḧacet
esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê
encamê serencamê ji aẍaz çi ḧacet
ger lu’lu’ê mensûr ji nezmê tu dixiwazî
wer şi’rê melê bîn te bi şîraz çi ḧacet