qelbê me şubî zêřê ji feyza te cela girt

Li pirtûka:
Dîwanî Melay Cizîrî
Berhema:
Melay Cizîrî (1570-1640)
 2 Xulek  814 Dîtin
qelbê me şubî zêřêNusxeyên din: qelbê me ne zêře (amed) qelbê ne şubî zêře (îsma’îl) ji feyza te cela girt
ma rûsîyeh û sifir sifet rengê sefa girt
teşbîhê cesed dilNusxeyên din: teşbîhî bi cedwel (’ibdalsilam, zivnigî, amêdî), teşbîhî cedawil (westanî, ḧeleb) me di nêv ateşê ’işqê
dil qelbê ḧeqîqet bit û iksîrê hema girt
salk kîye hatî ji mecazê bi ḧeqîqet
sûret ne şinasî û bi me’na te fena girt
tenha ne li min lam’ê ḧusna te şefeq da
’alem bi xwe wê ḧusin û cemalê di xwe da girt
teyẍûnê di destê te û hêNusxeyên din: zehê (amed, îsma’îl) dewlet û iqbal
herçî te bûyî ram di tora xwe huma girt
canê xwe me kir dane û dama ku vedayî
ahû sifet ew pê ḧisya rahê xeta girt
’enqa ne şikara kese dava tu biçîn ver
dava tu li ’enqa ku vedî badî hewa girt
herkes seḧerê talbê tiştek bi çemen hat
hin sosin û hin sunbul û hin zulfê duta girt
destê me seḧer girt û birîn seyrê ḧebîbê
«fî alḧalErebî» reqîbî ji ḧesed lerze û ta girt
ew kebkê xeraman ku di kozê li qebo hat
şahînê qezayê bi teẍaful ji xwe ra girt
zinhar kesê dest bibit erqemê serwê
bê ’işweyê le’lan ne bi teslîmê jiha girt
sebrê berî şîrîne we wistadî xeber da
lew dil me bi teḧlî û ẍeman xurrem û şa girt
her neşter û şewkên ku ḧebîbê me li dil dan
min yek bi yek û têkî li derdê xwe şifa girt
’aşiq ji ẍemê sayeyê wê camê teleb kir
puř ’eqil didîrit me ji qismê ḧukema girt
sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan
dil kakulê zulfan ji kemendê bi teba girt
dêwane herê tên û di vê silsil û bendê
ku musteḧeqê xusrewê xuban bi ceza girt
peyweste du fêrs ji me ra daberzîn dil
zulfan ji çep û rastê li oẍlime cema girt
qewsê du hilalan ku li ser burcê esed bit
bû şuhre di ’amê ’emel enguşt numa girt
şi’ra te «melaNasnava edebî» siḧrê şekerrîze bi mu’ciz
zanim ji lebê le’lê te ev lefiz û eda girt