mibḧis alminkir walinkîr

Li pirtûka:
Eqîdey Merziye
Berhema:
Mewlewî (1806-1882)
 3 Xulek  478 Dîtin
ke mirdîn dîtir namênê mecal
newbey munkere û nekîre û su’al
mirdig baz řoḧî pêda têtewe
«kima fî aldinyaErebî» wa dewêtewe
bed řakşyage wek defnî dekey
çak tête ser çok zerîf leser xoy
barî! yarîder ẍeyrî to nîye
dełên řebbit kês? dînî to çîye?
«ma fî qilbikim û ma fî fîkimErebî»
«fî hiza alircil alimbi’us fîkimErebî
bo «hizaErebî» meḧsûs muşahed dewê
deşê pêẍember ḧazir bê lewê
er dełêy: satê çend hezar demrê,
bûnî le gişt cê tesewur dekirê?
le cuz’î derçû řoḧ, ke kullî bû,
muḧît têyeda mutecellî bû,
er lew sateda xoy binwênê
le çend suwerda ’eceb memênê;
«hiza sadîr min alٲwilyaErebî
fima zinkim me’e alٲnibyaErebî
her anê xorşîd mutecellîye
dûrî û nizîkî tefawit nîye
cwab her terz bê şarezay kutub
le tefsîleda nîyesî ḧucub
ḧusnî xatîme mechûle; bigrî
waweyla le ḧał, haha «la ٲdirîErebî»
temaşay «kima temutunErebî» bikey
dełê çilon bûy wa cwaw dedey
wek su’al te’zîb fîrqey kafîrîn
te’zîbî be’zê ’asîy mu’mînîn
ten’îmî mutî’ le gořda dewê
gişt ḧeqin îman «balẍîbErebî»y tewê
te’zîb û ten’îm, le ḧeq lamede,
pêkewe leser řoḧ û cesede
le lay ehlî ḧeq řase û taqîye
řoḧ be’dez mewtî beden baqîye
wabzan eseḧ xeberî dawê
wek ’ecbî zeneb fenay bo nawê
qul le emrî řoḧ heł nekey, bîbes!
«qul «alruḧu min amir ribّy»Erebî» bes
eme ke dełên: meyît cemade
neḧwî te’zîbî bo nawê, bade
boç? ba îcad ka «mi’tî lilcizaErebî»,
le gişt eczada ya be’zê ecza,
«nu’aً mîn ḧyaة bîqederî maErebî
yudrîku alilّzّةe ٲwiyalٲlimaErebî»
«weza, le’mirî, la yestelzîmenErebî
ٳ’adة alruḧ lîzak albedenErebî»
«we لەا alitّḧirّk we la alaztirabErebî
û la ٲn yurî ٲseru al’izabErebî»
ḧetta meslûb û meqtûlî pel pel
me’kûlî «fî albitin yuḧîy û yusٲliErebî»
mune’’em dewê, mu’ezzeb dewê
hîç kesîç çawî ba pêy nekewê
«muxfî alnarî fî alişcere alٲxizirErebî»
detwanê îxfay emane yekser
em neşneftin û nedînî toye
nawê be «nafî» em giftugoye
dela’îl zorin baweřit bwê
têfkirê le lat kesê denwê
le xewda degrî û dełê û deşnewê
hełdesê û deřot pêy hełdekewê
azarî dewê ya şadmanî
toyç her way le lay hîç pêy nazanî
«tenebّeh alî zilk altiḧrîrErebî
««alnum ٲx almut» qid yişîrErebî»
«qal fî alٳḧya ḧicّةû alaslamErebî,
’ilîh alirḧimة, fî hiza alimqamErebî»
meqamatê piř şîfa û îşarat
«bi’înha aşirb def’e alḧiraratErebî»
er le edîlley sem’î gwê bikey
leqî delîlan hemû dekey pey
eşrat û umûr berzexî sabîq
waqî’atî yewm axîrî laḧîq
îmkanyan şikî têda nemage
be wiqû’ sadîq xeberî dage
selef baweřyan bûge be hemû
«filinqitdîyen niḧnu bîhîmuErebî»