şêx ferx û xatûn estî 5

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 13 Xulek  920 Dîtin

şêxał dełê: «etû ferxołet bo degełe xot hênawe?»

gutî: «çi bikem, her ledûm degrî, dayk û babî nemawe»

řodenîşt û meřyan le bêr dedawe,

ewê řojê geřanewe bedwawe.

şwanan beşêxałyan gut: «ewe jinî tû nîye, ê ferxołeye be’emanetî le tû marekirawe».

gutî: wełłah! sibḧeynê mergî dekem tewawe»

řoj geyşte meḧelî çêştanê

xatûn estî deda fermanê:

«êstirekey bênne derê, pyaw karî xoy bizanê»

êstiryan bo hêna ewcare

xatûn estî lêy debû sware

dîsan bo kin şêxałe keçełî dehate xware

selamî le şêxałî kird; şêxał lewî nekird pirsyare.

le boy dadena nan û jehre mare,

gutî: «ewřo nayêłim ferx le çengî min bibê qutare».

meřyan le bêr deda şêxał swêndî xward sê care:

«herkesêk berxêkî lelay biřwa, sê carî lê dedem bew dare»

eger meřyan hawêr dekird, berxêk derpeřî lelay ferxołey hejare.

xatûn estî xoy fiřê deda, deygirtewe ewcare

we ’erzê dekewt, neydema îxtyare

şałwarî hełdekira, kirasî biłind debû, hemû bedenî dyare.

şêxał gutî: «ferxî dekujim ewcare».

destî řeq debû pêy de ’erzî neydekird kare.

ferx ke awřî dawe temaşa deka le ’erzîye xatûn estîye nazdare

kelekey û řanî hemû dyare,

dełê: «berxim berxî pîremeřê

ya řebbî serit we hezarî geřê

wederit xistûn pence û panyey lîlupeřê

berxim berxî beranî!

’emirim bepîrîş her cwanî,

le bo ferxołet wederxistuwe pence û panyey biłqîsay suleymanî.

berxim berxî şekê!

bereketit bikewête ’emrî degeł kelekê.

le bo ferxî bê dayk û babit wederxistûn pence û panyey dewê melekê».

eger ferx ew qisey dekird tewawe

xatûn estî leser cêy xoy hełsitawe.

piřî deda ferxî leser amêzî xoy řonawe.

dełê: «axir leserî tû debim boso û bennawe».

bo ser řazî kanye hatnewe, tedarekî małê gîrawe.

şêxał lewê řeqbowe destî řawestawe

pêy le ’erzê naye bedwawe.

dû gurgan seryan le meřî deswêye nawe

boye meḧteln, eger bêrî bigeřênewe bewlawe.

tedarekî xoyan degirt, bêrîyan deyangut: «şêxał, mał’awa»

eger ewan deřoyîn, ew gurgane bo meřyan řakêşawe

herwa bêrî bû, řûy xoy deřnî, deygut: «meřî me nemawe

ew gurge birdî, bo dengê naka ew pyawe?»

gutyan: «mał xirap! axir destî řeqbuwe, du’ay ferxî lê kirawe».

xatûn estî tikayê le ferxî deka, dełê: «biła ew gurgane bigeřênewe bedwawe».

ferx bang deka: «gurg! ey cûte gurgî de ken’anê!

be řezay xułay asmanê

werin le meřî min bibjêrin; berin bîken be kebab. ewe lecyatî zekatêm danê.

ey cûte gurgey saḧêbî beratê!

werne pêşê şêxałe keçeł destî nagatê

yekî çak bibjêrin, berin deřêy xułayřa ewe lecyatî zekatê».

kê bû le cûte gurgî de cindîye

dehatne xwarê begurcîye

hîç netirsan le şêxałîye.

yekî çakyan bijard řayan kêşa bebê texsîrîye

dełên: «ewe zor ḧełałe hem zekate; hem małî şêx ferxîye.

xuła řisqî ewřoy daynê; keremdare bo řojêkî dîye».

bêrîyan ciłewî êstiryan degirt, deyangut: «ferxołe! du’ayên bo bike le řebbîye

şêxał dest û pêy xoş bibnewe, biçêtewe meřîye;

dena gurg pêy fêr buwe qet yekî namênîye».

ferxołe temenay dekird le xułayê; ḧezretî cubra’îl dehate kinî beyekcarekîye

gutî: «ferxołe! carêkî dî du’ay meke le kesî dîye»

ferxołe temenay dekird le cubra’îlîye,

deygut: «texsîrî min nebû destî lê hełnegirtim xatûn estîye».

bo małê dehatnewe ferx û bêrîye.

jinêk bêdîn bû, ewe mirwetî mewlûd suraḧîye

şeytanîy kird le ferxî feqîr û le xatûn estîye

daykî xatûn estî cinêwî da be ferxîye

gutî: «ewe neqłî babî gořbegořekey deka, abřûm berê le şarî dawdîye

wełłahî qa’be! řojêkî dî nabê ew şeytaney degeł xot berye meřîye

şêxał çake le ḧeyfî ewey xoy nekuştîye».

xatûn estî degrya, depařawe,

ferxołey deser koşî xoy danawe;

her çwar biray hatin lewlawe.

gutyan: «ha xuşkê! boçî degrî, çit lê qewmawe?»

gutî: «birale! řebî xułagîrim bin her le min xirap qewmawe.

emnu degeł keçełêkî de terazûyê nawe,

êsta daykim hemû řojê demka boso û bennawe,

dełê qayl nîm ferxołey berye nêw meřî, çunke ewřo gurg le meřî dawe».

gutyan: «xuşkê! daykim bo hênde xirape; ca çî beser ferxî feqîrewe dawe?»

birayekî dî gutî: «daykiman çi qisan bika, webzanê serî taşrawe».

sibḧeynê beyanî da, bêrî xiřbûnewe bo meřîye.

daykî xatûn estyê gutî: «qedeẍeye nabê ferxołe biçê çi carî dîye,

ewřo deçîn emin û xatûn estîye».

xatûn estî girya: «xułaye! emin çarem çîye?

ferx becê bimênê, demrê bebê kesîye».

ferxî bedzî beřê kird bo meřîye,

daykî pêy nezanîye.

dû be dû swar debûn le êstirê xatûn estî degeł daykîye.

řepêşyan kewtin bêrîye.

temaşayan kird ferxołe deřwa le bo meřîye,

betaqî tenêyê; kesî degeł nîye.

daykî weřgeřawe, sê çwar çepokî da le xatûn estîye,

dełê: ewe xetay toye ew şeytan û řimûzne řêy webere xoy girtîye

hetawekî degeyne ferxołey beyekcarekîye,

amojnî lêy deda. êstirî weser depeřand pêy birîndar debû, xwênî lê debû carîye.

xatûn estî xoy le êstirê fiřê deda swêndî dexward deygut: naçme meřîye

deçmewe kin ẍelîfey babim, lêt debim be’erzeçîye,

babim ferxołey be min dawe be’emanetîye

eger etû ferxołey lew çołey bikujî, ca min lekin babim cwabim çi debê, bom debête řûřeşîye».

daykî gutî: «qeḧbe! were swarbe biřoyn bo meřîye».

gutî: «etû biřo, bexêrçî; emin ferxołey nakem xuřayîye.

debê babim bew qisey bizanê, dena bo min debête ẍeyanetîye;

leser ḧewtû û çilwan bû, emin ewhem bexêwkirdîye».

daykî gutî: «were. swarbe; ewheş legełe xot bêne; qet kełegay wa nîye».

xatûn estî swar debû. pîlî ferxołey degirt, dey’awête ser şanîye.

tûşî diřuwêkî bû. ferx le piştewe bû. piřê da diřwekey piçřî, birdî le piştewe webin kilkî êstirêy da. eger êstir diřwekey geyîye; kilkî awîte sere. diřûy dekunî řaçû. êstir derpeřî ewber ewbere.

eger êstir hełat bewlawe

hêndî xoy le dar û berdî dawe

amojnî fiřê deda, lewê becê mawe.

ferx destî deda hewsarî êstirê, ciłewî kêşawe,

êstirekey řagirt, diřuwekey lebin kilkî derhênawe.

eger çuwe ser amojnî, zimanî şikawe.

xatûn estî beser xoy dada, gutî: «daykim nemawe».

ferx pêy pê kenî, weser piştêy gêřawe.

xatûn estî destî destoy ferxî kird gutî: «daykim çak bikewe; axir řoj kemî mawe;

nageyne meřî; lêman ’aciz debê ew şîxałî mał şêwawe».

ferx gutî: «amoza! biła lêre bê heta lewlařa degeřêynewe dwawe».

dełê: «eger bom çak nekeyewe kwêrim debê hertik çawe».

eger ew qiseyan lewê kird tewawe,

ferx le xuławendî ’alemyan depařawe.

eger şuwêkî le daykî xatûn estî dawe.

bû be berdêkî şîn řengî mexlûqî nemawe.

xatûn estî û ferx swar debûn; sebûnî germênê dehat lewlawe;

xatûn estî germay bû ’areqey lê detkawe.

ferx gutî: «bangî şemałî ken bê lewlawe».

ferx bangî dekird: «ey řebî ’alemê, bînay çawane!

ḧezretî cubra’îl binêre kin bałûłî dêrane,

şemał merexes bikirê bête êrekane.

herasan buwe estî kêl gerdinî henye pane,

sebûnî germênê pêy nada wiçane».

eger ferx le xułay depařawe,

be řezay xułay şemał merexest kirawe.

eger şemał hate xwarê, hênd beḧukme, kêwî gewre gewrey têk dawe;

herçendî xîz û berdî biłindan bû, hemûy hêna, le seruçawî xatûn estîyêy kird biławe.

xatûn estî dełê: ferxołe, ewe çi mekirêke derit hênawe?»

dełê: «be şemałî biłêm, bigeřêtewe dwawe».

xatûn estî dełê: «minetêke leser şanî minit danawe;

direnge, bêrî geyne meřî, meř nedoşrawe.

«xirapim lê qewmî, daykim lewê becê mawe».

ferx dûbare le xułay pařawe,

şemał hêdîy kird, bo meřêyan ajwawe.

heta geyne şêxałî lêyan kird seławe.

dabezîn bepelepel, meřyan le bêr dawe.

tedarekî xoyan girt. ewê řojî xatûn estî gutî: «şêxał dewłet zyad û mał’awa»

şêxał gutî: «xatûn estî! emin aẍam, leber etû şwanim;

eger leber etû nebê, birakanî tû be nokerî xom dezanim.

leber ’îşqî tû keřkî kurdî hatote şanim,

kełaşî domî wa le pêyanim.

yaxuła! bexêrêy ser çawekanim».

eger geřanewe bedwawe,

xatûn estî destî de piştênî ferxołey nawe,

dełê: «wexte le swêy daykim kwêrim bê çawe.

eger negeyne daykim xirap qewmawe».

ferxołe dełê: «amoza lêy geře zorim řiq hełsitawe.

«derbendî xom nîm, eger êstir pêy le min nawe.

ḧeyfî wey demkujê, leserî min le tûy dawe.

eger lêm geřêy, debê herwa berit bê, heta dinya debê tewawe».

xatûn estî dełê: «wa nabê, ḧurmetî î minîş û î toş be daykimewe mawe».

eger hat geyîye daykî, xatûn estî gelêk giryawe.

ferxołe gutî: «lêy geře; ewe fesade şarî dawdîyey têk dawe».

xatûn estî dełê: «eger daykim çak nebêtewe, emin kwêrim debê hertik çawe.

eger çûynewe babim nałê, daykit bo nehênawe».

ferx hawarê deka: ey xułay layezane!

ewcar bo xatrî min bête zubane».

eger şuwêkî lê da. bû be dêłe seyêkî řeş ew bestezmane,

ca sebûnî germênê lêy deda, boçuřûkî le piştê dehat, hêndey derkêşabû zubane.

êstir pêkî lê dena derî dênê her çwar simełokane.

heta geynewe qeraxî şarî dawdîye,

dełê: «ferxołe aman! ewe însaf nîye

babim depirsê: daykit kwanê, ew segew bo çîye?

were çakî bikewe bo xatrî xułay û řebbîye»

dîsan boy depařawe le řebbîye;

ḧezretî cubra’îl dehate kinî be qasîdîye,

deygut: «her du’ayekî etû kirdit xuła lêy qibûł kirdîye».

eger ferx şuwêkî le amojnî da řuḧ hatewe berîye.

cinêwî deda be ferxołe û be xatûn estîye.

swar debûn deçûnewe şarîye.

ew bêdîne deçowe kin kuřekanî le ferx û estîyan debû be’erizçîye.

kuřekan gutyan: «daye abřûman mebe deybetłênîn bedzîye,

eger mam ẍełîfe bizanî asarman debřîye,

leser ferxołey besermanda wêran deka şarî dawdîye».

ferxołe way gut bexatûn estîye:

«amoza! netzanî, amojin lên buwe be’erizçîye.

amoza! emin deřom î dî kełkî tom nîye.

eger lêre bim serim debiřn beyekcarekîye.

seferim seferêkî natewawe;

«amoza! dewłet zyad û mał awa»

gutî: «bo kwê deçî, bemnidałîm bexêw kirdî emnî baban wêranî»

gutî: «amoza! dûr naçim. deçme małî wisûy meẍanê».

ferx le cêy xoy hełsitawe.

degeł xatûn estî bangî xoşyan lê dawe,

ferx lêy da řoyî gutî: «mał’awa»

gutî «biřo, bexułat despêrim. behemû layekî emnu de mist şêxałe

keçełî nawe.

ferx hełsita çuwe małî wisûy meẍanî.

xeberyan da be wisû aẍay le małexoy pêy zanî.

bepîrîyewe hat boxoy û bexêzanî.

eger ferx deçû lewî dekird seławe.

wisû aẍa yek pê leberî řawestawe.

gutî: «qurban! herçendî małî heme, ewa dam betû lêt nezirkirawe.

wisû aẍa nokerêke le pêşt řawestawe.

ewe małî toye, hîç teweluqî minî beserewe nemawe».

eger temaşayan kird, mangî mubarek wederkewt řemezane; tewawe.

hemû kes kewte serupay řemezanê.

xoşî kewte mirdûy gořxanê.

heta bîst û ḧewt le řemezanê bû tewawe,

mam ẍełîfe kewłêk û cwanû espêkî bû, leber kuřekanî be ferxołey nedawe;

lemêje ew cwanû espe bo ferxî hełgîrawe.

mam ẍełîfe dełê: «çi bikeyn le řemezanê?

her kesêkî mizgênîy mangî mubarekî bo hênabam, ew cwanû esp û kewłem dedanê».

wa dełên řidên sipî û melêye:

«qurban! ewřo bîst û ḧewtî mangêye,

heta sê řojî dî, heyhû! le kwêye»

ew xebere beferxî û wisû aẍay dirawe.

wisû aẍa gutî: ferxoł ewřo bîst û ḧewtî mangêye; mamit cwanû

espêk û kewłêkî bo mizgênî mangî mubarekî danawe».

ferx gutî: mang mangêkî tewawe;

’esrêkî temîze fesłêkî mela bangî dawe.

ferx û wisû aẍa weserbanî kewtin, çawyan le hemû dinyayê gêřawe;

herçendî xełqî dawdîye, berew řûy mangî munewer řawestawe.

xatûn estî kundeyêkî hełgirtibû bo çomî hat wawe;

ferx gutî: «wisû aẍay gyane!

biłên bexełqî xułay saḧb îmane,

herkes bo cîranî xoy berê řon û birînc û kase cêjnane».

xatûn estî çû kundey piřkird hatewe lewlawe,

kundey wî xirabbû diłop diłop awê lê detkawe,

webelekî xatûn estyê dekewê belekî hemû teřkirawe.

ferx dełê: «temaşay ew kundey ke, ḧeyay lekin nemawe;

emin lazme degeł ewî bikem şeř û dawa».

wisu aẍa dełê: ewe bê ser û ezmane çî degeł tû pê nekirawe.