şêx ferx û xatûn estî 6

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  885 Dîtin

ferx bang dêłê: ey kundem kundey beranî

’emirim bepîrîş her cwanî,

eger şermê le min nakey, bitirse le yezdanî.

bû le min teř dekey pence û pêy biłqîsay suleymanî.

kundem kundey biznê,

ya řebî qet kêrdî qesabanu hełnegîrê leser gerdinê

etû bo le min teř dekey pence û panyey dewê şekirejnê

kundim kundî panêrî!

bitgatê nexoşîy řeşegwêrî

etû bo awê le kołî ewê şekirejnê debwêrê

kundim kundêkî nadane!

goştî toyan nexwardide çi kafir û musłimane

awê boçî debwêrê bexatûn estyêye ẍeyane.

wisû aẍa temaşay mangî munewer bike; ewe le ḧewt tebeqey asmane,

ferx dełê: «wisû aẍa çibkeyn lewê řemezanê?»

«herçî bikeyn heraye, beẍeyrez şukiranê.

biła mizgênîy mangî mubarek bideyn be mam ẍełîfey depêş hemû kesîda bizanê

mamî xome her ew xelasim deka le tenganê,

ca mizgênî berîn bo mam ẍełîfey, aẍay şarîye».

mam ẍełîfe eger way dezanîye,

le mangî mumbarekyan daye mizgênîye,

nardî kewł û cwanu espî nard bedyarîye.

ferx kewłî da be wisû aẍay cwanû espî qibûł kirdîye.

ewî esp û kewłyan hênabû, xełatî kirdin benecîmîye,

gutî: «’erzî mam ẍełîfey biken, řuḧ û serim her î wîye».

ewê şewê le mizgewt û xaneqaye tegbîryan řonawe,

leber xułay depařanewe sełewatyan lê dawe,

sibḧeynê ke nwêjî řemezanyan dekird, nanî hemû kesî dirawe.

kuřî mam ẍełîfey çûne xizmet babyan, řawestawin tewawe.

dełên: «biła, biçîn ferxołey bênînewe. abřûman nemawe,

le małe wisû aẍay, beynełła pyawêkî tewawe».

mam ẍełîfe gutî: «eger le dû ferxî deçin beyekcarî,

debê hemûtan xizmetî biken beqennedarî.

bêtewe řonîşî begewrey şarî».

kuřî mam ẍełîfey le babyan qibûł kird tewawe.

le hemû keyxuda û seyd û melayanyan gêřawe

hemû bo małe wisû aẍay dehat tewawe.

wisû aẍa bepîryanewe hat îklamî hemûyanî kêşawe.

geynê, kewşî ferxîyan leser serî xoyan danawe;

dełên: «qurban! gewreyîy şarî dawdîyey betû dirawe.

ewe kuřî mam ẍełîfen gewreyîy tû qibûł kirawe».

gutyan: «wisu aẍa çi defermûy le bo me; eme degeřênewe çi karî dîman nîye».

ferxołe gutî: «ḧaşa û madułła; namewê aẍayetî şarî dawdîye; emin le małe wisû aẍay danîştûm benokerîye»

wisû aẍa dełê: «řêm nakewê emin hîç beşim beser ew mał û dewłetewe nîye».

ferx dełê: «qet naçmewe nêw şarî dawdîyey carêkî dîye».

dewê hemû geřanewe bebêkeyfîye,

ferx dełê: «wisû aẍa! çûnewe bo min çûnewe ’eyb û şûreyîye.

eger lêreş bê seḧet bim, deçme małê xałim ewa le şarî şamê mîrî wa nîye»

keyxuda û kuřî mam ẍełîfey hatnewe bedwawe,

mujdeyan bemam ẍełîfey dawe.

gutî: «lêy geřên heta řadebrî şeş le şeşekanê;

înşałła deyyenmewe ser mekanî xoy heta hemû kes pê bizanê».

kuřî mam ẍełîfey bedzî babyan û xatûn estîye boy hełdekenin zîndanê;

şewê fe’ley bezêřêk bekirê degirin hîç kes nazanê qet wiçan naden le gił kêşanê,

heta řoj debêtewe, fesłî mela bangidanê.

eger şeş le şeşekanê çûn tewawe

kuřî mam ẍełîfey dîsan hatin lewlawe

çûn, îklamî ferxołeyan kêşawe

kewşyan leser serî xoyan danawe.

ferx awřêkî be wisû aẍay dawe

deygut: «wisû aẍa nazanî çi qewmawe?

debê her biçmewe, dawe lemnyan řonawe».

le cêy xoy hełsita kewşyan bo řonawe

wederkewt bo małe mamî xoy geřawe.

xatûn estî tamaşay kird, îchey amozay û biray hatin lewlawe.

xatûn estî neyzanî zîndanî bo dirus kirawe.

dewdemîda musłimanêk hat, xeberî be estî dawe.

xatûn estî dełê: «way kwêrim bê çawe!

le qisey engo dena her ewendey leser dinyaye mawe».

heřay dekird, dezûy bederzîyewe kird, camêkî aw hêna, têy awît, leser řêy dana. ferx eger çawî pê kewt gutî: «ewe dezuwe kifnim pê dedrûn; ew came zîndane têy dekewm, têda dexnikêm. ew aweş pêm deşon». eger way çawpê kewt, mistêkî le demî xoyda, xwên hate xwarê; geřawe. gutyan: «qurban ew xwêne çi bû?» gutî: «nazanim! deçim demî xom deşom». gutyan: «qurban! ew xełqe hemû nokerî toye. demî xot le małê bişo». gutî: «na emin ’embełîm, debê biçme ser şetî dawdîyey. engo řonîşin, êsta dêmewe». eger lewan ředbû, demî xoy bedestiřey estiřî heřay kirde małe wisû aẍay. wisû aẍa gutî: «qurban! çi qewmawe?»

ferx dełê: «wisû aẍa gyane!

nemgut kuřî mamim degełim ẍeyane

cwanû espekem bo bêne derê, emin deřom lêrekane.

degełyan dernabem, hemûy şimir û şeytane.

wisû aẍa dełê: «serit leser dadenêm, ferxołe gyane!»

ferx dełê: «çarem biřawe, wisû aẍa gyane!

debê biřom lêrekane».

cwanûy ferxyan hênadere,

lêy biken zînî muḧtebere.

pêy na řikêf kewte sere,

dełê: «wisû aẍa dadebezmewe, bexořayîye ew sefere

şîrekey babim bo bênne dere,

cwanû espekem bo bigêřn ew ser ew sere

kê bû? le ferxołey nazdare,

şîrî babî weçeng kewt ew care

destî daye, bo yextexaney małe mamî çuwe xware,

derkî kirdewe, çû, le tewîley girtî qerare.

betewîleyda hat, le řefîskey hemû mayn û espanî dawe,

qet yekêkî besaẍî nemawe.

hełat û bo małe wisû aẍay geřawe,

pêy deřkêfî na, weser zînî kewt tewawe,

dełê: «wisû aẍa! gêçełe, boxom û bo tom binyad nawe».

meyter û mîr’axuř hawaryan bird beheştawe

xeberyan le mam ẍełîfey û le kuřanyan degîřawe.

kuřî mam ẍełîfey dengî leşkiryan da hatin lewlawe.

eger wisû aẍay wa dezanê zirêy deberkird metałî de destî hełkêşawe

xizmî xoy hemû bang kird, le pêş kuřî de mam ẍełîfey řawestawe

swêndî be kelamułlaye xward: «eger hatûn ferxî bikujin, nayełim, yek yek serî biçêtewe bedwawe».

hemû deyangut xêre; eme xizmetî dekeyn. her gewreye saḧb îxtyare.

her zererî le xoy dawe.

ferx gutî: «wisû aẍa pêy nawê dewłet zyad û małî awa».

řikêfî le cwanuwekey deda; emegî xatû estyêy leser bû, tořî beser hertik çawan kişawe.

xeber be xatûn estyê dedrê, dełên: cwanuwekey kwêr bû, řêy bo hîç kwê sereder nekirawe.

xatûn estî gutî: «biła bimkujin leser ferxî». bang dêłê: ey cwanûłe, cwanûłey serî sałan!

řengit de kilkê dedem, xenet degirim de bij û yałan.

řoḧî xomit nezir dekem, eger ferxim bo derkey, le des dijminan le dangey małan.

ey cwanûłe cwanûłey ser hozan!

çiray çawî xom firzendî řeş bozan

řoḧî xomit nezir dekem, eger ferxim bo derkey le çeng dijminan, le des amozan.

ey cwanûłe, cwanûłey guftarê!

řengit de kilkê dedem, bijanit degirim le jengarê

ferxim bo xelas bikey, bo şarî şamê biçêtewe xwarê

eger xatûn estî gerdinî cwanûłey aza kird û řoyî le dinyaye řûy

kirde kwêstanê û kêw seraye

lewênderê befir naydatê řêgaye.

ewa leşkirî dê le dwaye,

wisû aẍa herwa degełyane, swêndyan lê dexwa be kelamułłaye

dełê: «nabê îlaqey ferxî biken, emegim deçê bezaye».

ferx bangî befrê deka:

«befrî kwêstanê! gelêk befrêkî nadrî»

bûy becerde cabir, řê le musłiman û řêbwar degrî

nayełî mîwan bigate awedanîye, menziłêkî peyda bika, le tînwan nexnikê, le birsan nemrî».

befir dełê: «ferxołe, çiray çawanim

emin xanexwêm etûy mîwanim

emin beřezay xułay bînay çawanim

bereketî erz û asmananim.

leweş bederewe řojî herçî begyanim;

le wî zyatir, dermanî nexoş û byûrdaranim».

ferx dełê: «bizanim çilonim lê hatote molekê, her nexoşêkî to tełeb deka,

řebî! lêy bibye koxe û birk,

lêy biçîye de kelekê. her nexoşêkî betû řas debêtewe, hełnestê lewê kewne lêfokê».

eger ferx dîsan awřî dedawe,

leşkirî şarî dawdîyey awa bedwawe,

wisû aẍay depêşdaye, beydaẍî řakêşawe.

ferx hawar deka: ya saḧbî ’erz û asmanê!

řebî! xelasim bikey lewê tenganê.

řeḧmî bewî kird saḧbî ’erz û asmanê

hewr deçrîkênê, hełî kirde şemałî, lêy da le gopał baranê.

heta dû se’atan barî tewawe

le paşan xuła řeḧmetî kird, dinya řoşen kirawe

le hemû zînu û banwan hełsita sêławe

ferx awřî wedway xoy dawe

leşkirî şarî pałî wê dawe

dełê: «bexułay demkujin seferim natewawe

xatûn estyê çaw bełekim lê becê mawe».

şetî dawdîyey piř hatuwe le sêławe,

ferx îxtyarî lê biřa, milî le şetî dawdîyey nawe.

ferx çû de şetêwe, wisû aẍa destî bequr’anê dadawe

sê carî kelamułlay kird tewawe,

dełê: ferx le şetî dawdîye bixinkê, nayełim ’ebdêku bigeřêtewe bedwawe.

pakanu serdebiřim şarî dawdîyey dekem biławe.

xuła firsetî cwanûy ferxî dawe

geyîye berî ewberî çengî leser dîwarî řonawe

çom řay deda xwarê, qewetî nemawe.

kelênêkî xuła bewî da, destî awîte serê, ferx nêwî hênawe

hêzî le xoy da, ferx kewte beyarî, lînge çekmêkî deřkêfîda mawe

ferx xilas bû cwanokey bird ew awe

ferx dełê: «le şetî miradî peřîmewe

cwanûlem çû bezînewe

bepê û çekme zêřînewe

xatûn estî lêre nîye bîgêřînewe».

ferx derpêyekî cawî depêda bû. pêyekîşî pêxwas bû derpêyekey

teřbibû, le laqanî dehała, pêweyan mandûbû; ferx dełê:

ne hewrazit leberbê şeqawêk

ne kołit pê bê geze cawêk

ne pûł qerizdarî hîç kes bê qoşe dirawêk».

ferx dełê: lewřo beder hîç mîwan beşetî dawdîyey neka îxtubarê

ne xoy be xanexwê dezanê, ne le mîwan û řêbwarî deka pirsyarê

lewřo beder kes beşetî dawdîye neka mitmanê

ne pirsyarê le mîwanî deka, ne xoy be xanexwê dezanê

řebî şetî dawdîyey xułagîrim bî ewê řojê xuła deka dîwanê.

lewřo beder hîç mîwan beşetî dawdîyey neka îxtubarê

ne xoy be xanexoy dezanê ne le mîwan û xanexwê deka pirsyarê

řebî le ahî min sê mangey beharê nebê çořî awêt lê neyete xwarê

çibkem emin benaçarî

bangêkim weber xułay, yekim weber cebarî».

ferxołe xewî beserda barî,

cwanûy ferxî le derya wederkewt beyekcarî. be fexołey nedezanî

lekwêye, boye girya bezarî, şemał ke hat bênî ferxî bo cwanûy hêna beyekcarî.

eger bênî ferxî kird tewawe

lîngî da heta çû leser ferxî řawestawe

gutî: «hełî nastênim, xemgîne, şarî dawdîyey lê becê mawe

xemnake le xatûn estî hełbiřawe».

destî be leweřê kird lewê řawestawe

pîrebargînêk nexoşe çend sałe derkirawe

le çoł û byabanî leweřawe

eger cwanûy ferxî kewt beçawe

leserřa dêtexwar bo şetî dawdîyey deygut: «bizanim kêye lewê řawestawe?»

cwanûley ferxî ewî kewt beçawe

gutî: înşałla awedanîyekim bew gyandebere, weçeng dekewê tewawe

eger pîrebargîn hat lewlawe

cwanûle eger temaşay kird, gutî: hew xo ewhe gule derkirawe

degeł cwanûy ferxî destî kird beşeř û dawe

herçend bedenî cwanûy ferxîye hemûy piçřawe

cwanûlke seresmêkî we ferxî hełdawe

ferx le xewê hełsita temaşay kird hemû bedenî cwanûlkey piçřawe.

dełê: «xudaye! ḧeqî min û şetî dawdîyey bike tewawe!

emin çibkem degeł şetî dawdîyey şetêkî bê amane

le minî estand ew cwanûle bestezmane

bizane çîyan lê kirduwe masî û nehengane».

eger ew qisey kird tewawe,

pîrebargîn axêkî sardî hełkêşawe

dełê: «xułaye! nemzanî ferxołeye, wam le cwanûley kird, kwêrim bê hertik çawe».

xecałet bû, le řastexoy geřawe,

ferx bang deka, dełê: «beharan, geyne buharan

ew pîrebargînî eger nayenî dû paran

nebû, bêye kin emin bot biçme baregay xułay wek tikakaran?

etû bo le cwanûley min depsênî post goşt û demaran?»

ferx bepîrebargînî dełê: «eger pyaw pyawî bikujê

eger çuwe małêy nabê degełî be’încet bê.

eger pyaw jinê le pyawî hełgirê, eger çuwe małêy, debê degełî besufet bê

pîrebargîn! heřo, biřo; heta le dinyaye zîndûy, ew derde leser tayfey engo her musellet bê»

ferx cwanokey hêna, ser şetî řay girt.

le ferxî ẍerîbî natewawe

her awî hêna, bepşitî cwanokeyda kirawe,

heta hemûy deşûştin tewawe.

xuła řeḧmî degeł kird hîç birîn le bedenî cwanûy wî nemawe.

sibḧan elezî sexere lena makunî sexere lena mukirînîne