şêx ferx û xatûn estî 4

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  962 Dîtin

ferx gutî: «amoza leser emin meke gileyîye

eger şêxał şwane etûş bibe bebêrîye.

sibḧeynê tedarekê bigre biçîne nêw meřîye».

daykî xatûn estî gutî: «heta ḧewtuwêkî dî hîç qerarî çûnê nîye;

carê debê biçne şîw û kołê naz û nazdar û xatûn estîye».

sibḧeynê nazdar dełê: «xuşkê, xatûn estîye!

elḧemlay gewre buwe ferxî dawdîye,

degeł xotî mehêne şîw û kułê hemû ’eyş û edebî pyawî denasîye;

le małêy becê bêłe, bese’atêkî dyênewe kin ewîye,

bome ’eyb û şûreyîye».

gutî: «becê dêłim». xatûn estîye.

xatûn estî dełê: «qurbanit bim meye serawê; êsta dyênewe, tawêkî dîye».

şane û sabûn û teştyan hełgirtîye,

hemû řûyan kirde řazî kanîye.

wisu aẍa çend sałe ewe demrê le swêy xatûn estîye,

koşk û bałexaney leser şetî miradan dirus kirdîye,

eger çawî kewt bexatûn estîye,

dełê: «xułaye, awrim berbuwe decergîye

etû bizane, xatûn estî beserînî şilkî tûşî estoy buwe hetîwbarîye,

yan serî xom dadenêm, yan şarî dawdîye çoł dekem, yan be’îznî xułay dênim xatûn estîye».

eger ferx hełsita xatûn estî dyar nîye,

dełê: «hawarim weber xułay, î dîkem weber řebbîye!

hîçî dî gîrnabim heta neçme kin xatûn estîye».

ferx le małê hesta, hat beheştawe,

lîngî deda detgut kuławî bahênawe,

eger geyîye řazî şetî temaşa deka qisin lewê kêşrawe.

wisûy meẍanê leser banî řawestawe,

bang dêłê: «ferxołe bo wa lîng dedey çit lê qewmawe?».

dełê: «wisu aẍa le xewê hestam xatûn estîm lekin nemawe;

ewe le řazî kanyêye deçim, lêy dekem seławe».

wisu aẍa dełê: «ax heta nemirdûm ew şeytan û řimûzne betławe».

ferx çuwe nêw qisneke, dekunî berdanda temaşay dekirdin. eger nazêy dedî, çawî leseryek dadena; eger nazdarî dedî, herwa; eger xatûn estîy dedî, leberî pêyřa temaşay dekird heta toqî serî. lenêw dîwar

řonîşt, pêy belayekyewe na, serîşî belayekyewe na; eger qewetî kirdê, beser xoyda řûxand. zîřandî, hawarî kird. naz û nazdar û xatûn estî derpeřîn, řût bûn xatûn estî beserî xoy dada, gutî: «ya xuła mubarek nebê ew şîw û kułe; ḧewt sałe hetîwbarîye dekem ewřo lêw kuştim». hemû webin berdan kewt bû, berdekanyan leser fiřê da. wisûy meẍanî leserbanî temaşay dekirdin, hênaderê. xatûn estî leser koşî řona, behastem nefesî mabû. gutî: «xuşkê wexte xelazbê yasînêkman leser bixiwêndaye; biła mindar nebêtewe; xuła hełnagrê» gutyan: «çi bikeyn bo feqêyekî, bo melayekî? gutyan: kes dyarnîye wisû aẍa nebê; ’eyb nîye bangî bikeyn». xatûn estî dełê bo mirdinê ’eyb nîye, ewe necîmzadeye kem nîye».

bang dêłê:

wisû aẍa! wisû aẍay dînî,

gewre ’alemê, le xełqî perjînî!

detwanî xeberêkim bo we mam ẍełîfey şarî dawdîyey řabgeyenî;

deşqemê melayek binêrê yasînêkî leser ferxî bê dayk û bab bixiwênê?»

wisû aẍa bang dêłê: «naz û nazdarî çawbengîye!

herçendî çawim gêřa hîç kes dyar nîye».

naz bang dêłî: bitbim bequrbanî sere!

eger yasînit lebere,

pêt naxoş nebê heta êre were,

nazê dełê: «wisû aẍay, gyane!

leber hemanman hen ew seferane,

were yasînêkî bixiwêne leser ferxołey bestezmane».

wisû aẍa gutî «lêy geřê ewe gořim ga le koł bowe; înşałła xatûn estî bo min debê». xoy le serbanî hełdaşt, belîngidan hat. kiçekan hersêk řût bûn. pałyan wêk da, řonîştin, gutyan «owey abřûman çû, hîçman bexoman danedawe». xatûn estî dełê: «eḧ! pekim bewey kewtuwe, wisû aẍa emin debînê yan nambînê». nazdar dełê: «biła pał wêk deyn, ewe geyîye kinman zor ’eyb û şûreyîye». ferx gutî: «lewey pitir bête pêşê gořî babî degêm». nazdar gutî: «qumarbazî şeytan; dezanim leser tû çim beserdê»

naz bang deka: «wisû aẍa! bitbim bequrbanî çawane!

teşrîfit tesîḧî nekêşê bo êrekane,

ferx şukir çake; deygeřê zimane».

wisû aẍa ke ew qisey bîst tewawe,

be henasesardî geřawe.

gutî: «ḧîzbab! lê negeřa xatûn estî bibînim beçawe».

nazê û nazdar gelêkyan ferxołe maç kird, gutyan: «biřowe êsta eme de awî hełdêynewe, êsta degeřêynewe bedwawe».

ferxyan beřê dekirdewe bo małê, eger geyîye cê bebê qeydîye,

beqerewaşanî gut: «şîrî babim le kwêye? dyar nîye».

amojnî gutî: «ya şeytan! ew şîret bo çîye?»

gutî: «amojin deçim deynimewe naz û nazdar û xatûn estîye».

gutî: ca etû boçî deçî?» gutî: «amojnim hîç agay lê nîye.

neweku wisûy meẍanî řêyan lê bigrîye».

gutî: «řimûzin! ew abřûçûnet le çîye?

boçî le kiçekan nabî bekêşkiçîye?»

ferx dełê: «hełbet agam lê debin, le min zyatir hîç kesyan nîye».

eger ferx ew qisey bîst tewawe,

şîrî hełgirt û le xoy pêçawe,

beşarî dawdîyeda bo ser şetê geřawe.

naz û nazdar û estî tedarekyan girt tewawe,

leser şane û sabûn û teştê me’rekeyan binyat nawe,

eme çi qerewaş û serispîman degeł xoman nehênawe,

çilon ew şane û sabûn û teştey berînewe bewlawe?

nazdar gutî: «xuşkê! yekman şaney hełdegrîn, yekman sabûn, yekman teşt, deřoynewe bo małê. herçî le řêye tûşî bûyn, şer’î xomanî pê dekeyn: herçî le heman cwantir bû, biła hîç hełnegrê». ferxołe şîrekey le xoy bestibû, bekûçeyda hatexwarê. nazdar gutî: «elḧemlay amozay xomane, şer’î xoman bewî dekeyn. gutyan: amoza gyan! were şer’iman bike herçî le heman cwantir bîn, şane û sabûn hełnegrîn». gutî: «kołu danên, řonîşin, ta şer’u bikem». řonîştin, ferxołeyan denêw xoyan girt; ferx gutî: «lexořayî nebê her kes cwanêy xoy biłê ca emnîş pêw dełêm; nazdar, etû biłê».

nazdar dełê:

«eger nemirim, bijîm, bimênim,

biskan dabêłim, çawan biřêjim, kułman binexşênim.

eger kilîlî sîng û memkan bitrazênim,

debê mirduwanit bo le qebran hełsitênim».

ferx gutî: «nazê etû biłê». nazê gutî:

«beḧeqî ewey kem xułaye!

«eger çawan biřêjim, kułman binexşênim, biskanim bikem tataye,

ḧacyanit bo degêřmewe le małî xułay, le řêy kabetułłaye,

nayełim, çi taqyan biçne zyaretî řesulułłaye».

gutî: «xatûn estî! norey tûye tûş biłê». xatûn estî dełê:

«be’asmanê kem, beřojê,

eger biskanim tatay bikem, kułmanim binexşênim, bitrazênim kilîlî sîng û memk û berkojê,

tînêt bo destênim le mangê, tarîkî dednyaye dexem, şebeqit bo destênim le řojê».

ferx gutî: «ew mirdûy bimrê, bo xoşewîstî ḧezretî îsay řuḧułła yek yek zîndûkirawetewe; dena bekesî dî mirdû zîndû nabêtewe. pyaw heta pîr nebê, dest le dinyaye hełnagrê, naçête ḧecê; eger pîrîş bû, sed hezar corî bidenê, nageřêtewe. pyawîş eger ḧezî le yekî kird, hîç îxtyacî bemang û řojê nîye, temaşay bika; çunke mang û řoj beřezay xułaye, herbuwe û her deşbê». naz û nazdar gutyan: «emegî xatûn estyê behîçêy neda.» ewan şane û sabûn û teştyan hełgirt; řoyn. ewîş ferxî awîte qełandoşî xoy, wedûyan kewt bo małê. heta ewan hatnewe, daykî tedarekî bo girtin, gutî: kiçekanim çûne şîw û kułê mandûbûn, debê qawełtûnyan bo dirus bikem». kiçekan hatnewe. naz û nazdar depêşda bûn. geyne cê; naqayl bûn. daykyan gutî:

«řołe! estî kwa boçîw degeł nîye?» nazdar dełê:

«karman gelêk tewawe;

ewe degeł kełegay xoyetî le dwaye becê mawe».

xatûn estîş geyîye cê, le daykî kird seławe.

daykî dełê: kwênim deberken; kiçekem degeł ew şeytaney abřûy nemawe.

nazdar dełê: ḧew! xo kiçekeşt agay le xoy biřawe.

nazê dełê: nazdar, xuşkê! tûxuła çit lew qisey dawe.

nazdar dełê: hahû! taze eme abřûman nemawe.

řonîştin wîstira’etyan kird tewawe.

estî dełê: çilon abřûyan birdim, le xom baban şêwawê.

destî deda gozan, ferxî le qełandoşî xoy dekird, dehate xwarê bo řazî serawê.

wisûy meẍanî deykewt beçawe.

çend sałe pêweye bîdwênê; hêşta neydiwanduwe. wisû aẍa gutî: «kes dyar nebê abřûm deçê». temaşay kird dû sê pyaw dyarbûn, ḧeyay kird bîdwênê. xatûn estî çû gozey piřkird, geřawe małê. heta êwarê danîşt. êwarê hełsita destî da gozan, gutî: «’aczim deçme serawê». ferxołe gutî: «emnîş dêm» tîrukewanêkî bo dirus kirdibû. swarî qełandoşî xoy kird; tîrukewanekey leser serî wî girt. çûne ser awê, gozeyan piřkird û geřanewe. wisû aẍa gutî: «deydiwênim betewekulî xułayê». bang dêlê:

xatûn estî xatûn estêkî nazdarî!

degeł şêxałe keçełî xesarî,

zeḧmetkêş û řenc bebarî.

qet buwe beserînî şilkî, tûşî estot buwe hetîwbarî.

çawit estêrey řojê, memkit sêwî xusarî,

bejinit bemin bimênê, bedarêkî le lêjî,

demit bemin bimênê befîncanî qawey, memkit bemin bimênê begoy le zêřî.

awrim tê berbû, nabê ser wergêřê?

ew hetîwî, kun begû çîye bemlanî degêřî?»

ferx gutî: «amoza! ewe bemin û beto dełê».

xatûn estî dełê: «gûy xward le gûy babî; seg deweřê û karwanîş

řadebrê». ferx dełê: «řaweste. înca ferx bangî kird:

«wisû aẍa, wisû aẍayekî neřî

dûr bedûr deweřî wek segî meřî.

etû qet terxî nakey buxtan û bedfeřî

etû nazanî le bineçekey bekire mergeweřî?

tû řaweste, ta de zigtida webkem gopkî de şêt peřî».

wisû meẍanî lewêřa hełat. ferx pê kenî gutî: «amoza! boç hełat ew ḧîzbabe?» kes neydezanî wisû aẍa le ewladî bekirîye, heta ferx aşkiray kird. xatûn estî û ferx çûnewe małê danîştin, heta sibḧeynê. ferx xewî lê kewtibû. xatûn estî destî da gozan û hate serawê. ferxołe wexeberhat, tîrukewanekey hełgirt, wedway xatûn estî kewt. wisû aẍa ewê şewê heta řoj xewî lê nekewt.

gutî: «debê ferxî bibînim. damênî bigirim, ew qisey aşkira neka; abřûm deçê le dinyaye. meger lêre danenîşim biçme wiłatî besraye». eger ferx geyîye pişt małê wisû aẍay, xatûn estî geyîbuwe serawê. pincêk dûdiřk fîsqyêkî denêwîda bû; ferx temaḧî bû bîkujê.

ferx degeł wî meşẍûł bû. wisû meẍanî çawî lê bû; heray kird, hate xwarê. ferxołe temaşay kird wisû aẍa hat; zor tirsa. zor tirsa, geyîye û be amêzî hełî girt. ferxołe piřî hertik çawanî awbû. wisû aẍa ferxołey hełgirt û birdye małe xoy gîrfanî piřkird le mêwij û le xurma. gutî: «řołe ew qisey kirdit, meyke carêkî dî». gutî: «wisû aẍa! etû mełe emnîş nayłêm.» wisû aẍa gutî: «ferxołe! bo xatrî tû ewa xatûn estîm bexuşkî xom qibûł kird». gutî: «wisû aẍa! ewe etû bûy be biray min».

destî birayetîyan pêk da bûn be bira. ferx hatewe zig fîsqekey bîkujê.

xatûn estî lewlařa hatewe, ferxî awîte serşanî xoy; çûnewe bo małê.

řonîştin bexoşîyê. ḧewtuwêkî çi bas û xeber nîye.

dîsan bowe gêçełî şêxałî, dêtewe ser xatûn estîye,

dełê: «eger emin şwanim ew bibêtewe bêrîye,

«dena ḧaşa madułła! naçme meřîye».

ẍełîfe ḧukmî kird: «řołe! debê biçî bibî be bêrîye».

gutî: «babe! ferxî berim. yan becêy bêłim le şarîye?»

gutî: «řołe! ferxołe her debê degeł etû bê; xo çi dayk û babî dîkey nîye».

êstirêkyan qerar kird bo xatûn estîye.

degeł qerewaşêk û pîrêjnêkî serispîye,

degeł çetrêkî beẍdayîye.

hemû řojê swarî ew êstirey bê biçête nêw meřîye.

şêxał diłî bew qisey xoş debê, dełê: «ewe jinî mine beyekcarekîye

ewcar înca meřî xom deleweřênim bebê texsîrîye».

hemû řojê meḧelî çêştanê debuwe tewawe,

tedarekyan bo degirt û êstiryan bo derhênawe,

swarî êstiryan dekird çetrî leser řagîrawe,

deçû le şêxałe keçełî dekird selam û seławe.