şêx ferx û xatûn estî 1

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 10 Xulek  1394 Dîtin

xatûn estî kiçî mam ẍełîfeye. ferx kuřî mamadîye. hertikyan amozan, babyan biraye. ferx de zigî daykîda bû, daykî jan û birkî hatê. eger bexêr mindałî bibê, nardyan jine seyd û mela hatin, nardyan jinî wekîl û wezîrî hatin. sê xuşk bûn, nazê û nazdar û xatûn estî. mamadî dwazde kuřî bû; her dwazdey mirdibû. gutî: «xułaye! ewcar firzendêkim bideye, ya nêr bê. ya mê bê». xuławendî ’alemî ferxî da be mamadî. eger dewryan girt mamançî, ferx de zigî daykîda bû. ḧezî le xatûn estê kird. xatûn estî boxoy neydezanî.

ferx de zigî daykîda bang deka; dełê:

îlahî ya! ferxim lê debû beyeke;

şukiranem betû, ey feleke

xelqetî dekirdin dest û çaw pê û beleke.

mexsûd û miradim hertik çawî bełeke.

îlahî! ya ferxim lê debû be duwe

xułaye şukirane weber etuwe

xełqetî dekirdin dest û pê û belek û řuwe.

mexsûd û miradim hertik çawî de tuwe.

îlahî! ferxim lê debû be sêye

şukirim betû ey xułêye,

xełqetî dekird dest û zar û pêye.

mexsûd û miradim le hortik çawî xatûn estêye.

îlahî! ferx debû be çware;

şukirim betû ey cebare!

xułay xelqet dekird hemû akare.

mexsûd û miradim le hertik çawî debexumare.

îlahî! ferx debû be pênce

xatûn awyan le kanyan hełdênca

goze debû bezêř, kanî debûnewe begence.

îlahî! ferx debû be şeşe;

hawarim weber tû, ey ’erşe!

xułay dirus dekirdin hemû akar û leşe.

mexsûd û miradim le hertik çawî de řeşe.

îlahî! ferx debû be ḧewte

melekan le asmanî ḧewtemînyan řaw tê dekewte;

xułay deynarde ser ometê melekulmewte.

îlahî ferx debû be heşte

melekan le asmanêyan peştawpeşte,

xułay le şerafetî pêẍemberî dirustî dekird dozeq û beheşte.

eger no mang û no řoj tewaw debû bedił û becane,

ferx dehate řû bedestewe dest leser řuwane,

le xezêney xelas debû deyangirt mamane,

ferxyan řadegirt leser herdik destane,

nêwkî ferxyan biřî beklîxî debane,

tundyan depêçawe bedestane,

leser binî bêjnigyan dadena boyan dekird çiraxane.

ew jine wezîr û wekîle bedzî deken qisane,

dełên: «ewe ya řimûzne, yane şeytane,

mizgênî berin bo mam ẍełîfane»

ewî pîrêjin û serispîye,

tegbîrê deken le nebedîye,

biła bo şarekey dawdîye berîn mizgênîye,

hêndêk lekin daykî ferxołey becê deman bekêşkiçîye,

dełên: «xuşkê çawman nabînê bew şewey biła eme řonîştîn lekin ewîye».

ferx dełê: «herçî pîre lekin daykim becê demênê, herçî cwane, beqewete,

deçête şarî dawdîyey destênî mizgênîye».

hîç naden bew feqîraney kêşkiçîye,

ferx dełê: «ewî pîrêjin û mamançî û serispîye,

hêndêk kêşkiçî bin, hêndêk berin mizgênîye,

zoru dedenê kem nîye,

eger hênatanewe hemûtan lê beş dekem bebrayetîye,

herkes pûłêkî bidzê beḧeqî ew xułayey řebbîye,

serî detaşim, swarî kerêy dekem, bîrûnî dekem le şarî dawdîye».

ewane gutyan: «namanewê ew şeytan û řimûzne abřûman deba».

hemû geřanewe le paşê gutyan: deçîn gelêkî destênîn hîç ẍeyanetî

nakeyn deybeynewe.» ferx bang deka:

«ey pîrêjin, ey mamançî demuḧteberin!

hemû le dewrey min û î daykim řawestawin dełêy lengerin.

mizgênî bigeyenne dîwanê, bo mam ẍełîfey û bo babim berin»

mamançî û qerewaş le karî xułay te’cub demane,

dełên: «ya řebî beřeḧmetî tû şukirane!

ewe me’lûme yan řimûzne, yan şeytane,

dena qet buwe mindałî yek saḧete de zigî daykîda bika qisane

biła mizgênîn biřfênî bo dîwanî gewre û girane».

ew qerewaş û serispîye

debûn be teter û êłçîye

degeřan dekûçe û kołanî şarî dawdîye

le dîwanê deçûne pêş deyanda mizgênîye

eger mam ẍełîfe ew qisey debîst tewawe,

şukiraney debjard seławatî lê dedawe,

gutî: «xeberê berin be mamadîy kakim tewawe,

bo wî taqaneye zigî sûtawe».

mizgênîyan da be mamadî beyekcarî,

dełê: «ya řebî zor şukir begewreyî cebarî;

babe çu lemin dewê howeta mam ẍełîfey gewrey şarî».

eger mam ẍełîfe tê degeyenin,

dełê: «seyd û mela û mîrza û feqê biçin leser kuřî mamadî bixiwênin

ca sibḧeynê wernewe ca seru xełatî gewrem lê bistênin

şeytan deçuwe kin mam ẍełîfey beyekcarekîye:

«qurban karêkî gewre qewmawe etû netzanîye

hatûne kin emin qerewaş û mamançîye,

dełên: kuřî mamadî řimûzate qet şeytanî wa nîye

nêwî le xoy nawe ferxołe, aẍay şarî dawdîye

dełê mexsûd û miradîşim xatûn estîye».

mam ẍełîfe bew qise cergî sûtawe

dełê: «sibḧeynê cwab de germênê bigeřê le estembułê bibê biławe,

sułtan pê bizanê pakman dexnikênê text û taracman deka tewawe,

dełê: «ewe bineçeke fasqin boye eweyan weřûy zemînê nawe».

bangî kirde sê dizan gutî:

engo ewey bidzin le seyd û melayan tewawe.

fiřêy dene tewîley keł û gamêşan, êstiran pêy lê denên deyken biławe,

sibḧeynê degeł řîxê deyřêjin cwab dexelqî degeřê dełên: «şeytan û řimûzin bû mefiḧ kirawe».

ew sê dizane dehatin xizmetî mela û feqêyanyan dekird, boyan dehênan qenne û awe,

heta nîweşewê xizmetyan kird, nîweşewê çira kujawe,

ew feqê û melaye pak bûn biławe,

ew dizane ferxyan hełgirt bedestî yekdîyan dawe,

bo tewîley keł û gamêşanyan fiřê dawe,

melayketan ferxyan hełgirt kêşkyan le dewrey kêşa leser berdêkî

meřmeřyan řonawe,

herçend ker û bargîne seryan beserda girtuwe le dewrey řawestawe,

ferx dełê: daykî min behewyay kêşkiçîyan agay lemin biřawe»

ferx bang deka: «daye gyan way gyane!

beřeḧmetî xułay debjêrim şukirane

çilonit berełda kirdim behîway kêşkiçîyane,

no mang û no řojan hełt girtim beber û piştane,

hîç biraza nabê bemamî bika mitmane».

daye gyan hêzî cergim çiray çawanim!

«etû netzanîwe befermûdey mamim?meyterî ker û bargîn û êstiranim».

ke daykî ew qisey debîst tewawe,

çepokî beserxoyda dawe,

dełê: xanem xirabû, kuřekem nemawe,

hełsita, çira hełkirawe,

her çendî pencere û dûderîyan geřawe,

soraxî kuřî weçeng nekewt; dełê: «xułaye! aman cergim biřawe»

řûy de tewîley êstir û bargînan kird, hemû axuřan geřa, soraxî

nekirawe,

temaşay kird, herçendî wiłaxe, yek bebendyewe nemawe,

berdêkî meřmeř lewêye kuřî wî leser danrawe,

herçendî ḧewlî da wiłaẍêk leber wî nekşawe,

leser çengan řoyî amêzî de kuřî xoy werhênawe,

eger gutî «hes» hemû wiłaẍî leber kişawe.

kuřî xoy hêna leser cêy xoy berqerar kirawe,

ca heta ḧewtuwêkî boxoy kêşkî le kuřî xoy kêşawe.

heta ḧewtuwêkî çi bas û xeber nebû. paş ḧewutwêkî daykî şîwî kird gutî: «nîweřoye hełm bistênin nwêjan dekem». tedarekî bo ferxî girtibû, lankî bo dirus kirdibû. daykî gutî: «înşałla bo şewê, kuřî dawême ser lankê, ḧewtûy deçê. pyawêk le wiłatêkî hatbû xatûn estî bibînê. sûretî bigrê, bo aẍay xoy berêtewe. ferx gutî: «xatûn estî nazanê emin ḧezî lê dekem; mêrdî bika emin aware debim. beła du’aye bikem ew şew daykim bimrê. sibḧeynê babim bimrê. kes nebê bexêwim bika, îlla xatûn estî nebê, boxom

dagîrî dekem, nayełim kes bîxwazê.

xułaye gewre û çend nadrî,

hem kerîm û qadrî,

řuḧan dedey, weryan degrî

ewřo le ḧewtûy derçim, daykim bimrî

sibḧeynê dekewîne çawan, babim bimrî

behîç kesêkî bexêw nekirêm, xatûn estî boxoy hełm girî xułaye! ne be kebrênî, ne besebrênî

ewřo daykim bimrê, sibḧeynê babim bimrênî,

behîç kes bexêw nekirêm, debê xatûn estî boxoy bim’amlênî.

eger ferx temenay dekird le xułay ’alemyane,

le bo daykî ferxî dehatin mîwane,

bexoy nezanî, řuḧyan kêşa ew bestezmane,

le małê bû beşîn û giryane,

hawaryan bird bo mamadî û mam ẍełîfane,

mamadî dełê:

«xułaye! beřeḧmetit şukirane!

xo dewłetim zore genc û debutxane,

kuřî bê dayk çilonî debê guzerane?»

ewê şewê řoj bû awe,

daykî ferxołey teslîm nekirawe

heta sibḧeynê temîz şorawe,

xełatyan deber dekird, bo gořxanan hełgîrawe,

teslîm bexakyan kird, mexlûq geřawe,

hatin le mizgewtê řonîştin keyxuda û pyawmaqûł, serexoşî le mam ẍełîfe, mamadî kirawe,

heta nîweřoye bangêkî beheq lê dirawe,

dełên: «biła biçî nwêjan bikeyn tewawe,

«ew mexlûqe pak le birsan mird, yekêk hoşî nemawe».

xiřbûnewe hemû musłimane,

hemû le małî xoyan deyanhêna sifre û nane,

’erzî mam ẍełîfeyan kird: «biła mamadîş bête êrekane».

le mîḧrabî mizgewtê řonîştibû, kes pêyan nezanî ew xełqane.

le baregay xułay deyhat mîwane,

řuḧyan dekêşa kirdyan serewêrane.

eweş du’ay ferxî mamadîyane,

qibûł bû le dayk û babane,

mela gutî: «mamadî, hełsite, teşrîfit bête êrekane».

mela hatewe gutî: «babe nanî xo bixon ne serî heye ne ezmane».

nanyan xward û bijardyan şukirane,

mela gutî: «mam ẍełîfe! biła biçîne qebrane»

mam ẍełîfe gutî: «mela! eme taze hatûynewe çi qewmawe»

mela gutî: «qurban serî to selamet bê mamadî nemawe».

mam ẍełîfe gutî: «way! quřim beserî bû kesim nemawe

piştim şika cergim sûtawe»

wederkewt, bangêkî xoşî lê dawe.

ferx bo daykî hîç negrya, eger babî mird ewîş giryawe

ewřo kewtote çilan behîç kes jîr nedekirawe.

mam ẍełîfe dełê: «řołe! xirapim lê qewmawe»

lêy xiřbûnetewe seyd û melay tewawe,

hełyan girt, bo gořxaney birdyan bewlawe,

ewî lekin daykî ferxî teslîm kirawe.

ferx bang leser bangî lê da bekes jîr nekirawe.

pûrêkî ferxî hat lewlawe,

dełê: «biram çû, ew korpey mawe.

deybem bexêwî dekem hemû małî xomî denêm depênawe».

hełî girt, birdye małî xoy daynawe,

ferx eger lewê zîřandî, her girya û jîr nekirawe,

pûrî dełê: «çi bikem xełq dełên: şeytan û řimûzne; boye dayk û babî nemawe».

pûrî hełî girt hênayewe belawe.

le małê dayna gutî: «çî lê bikem, çarem biřawe,

her kesêk bom bexêw bika hemû mangan sî lîrey dedemê tewawe».

mirwetî mewlûd suraḧî hat lewlawe.

dełê: «řołe bequrbanit bim! dayk û babî nemawe»