şêx ferx û xatûn estî 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  872 Dîtin

ferxî hełgirt dirawekey debaẍełê nawe,

ferx detgut dûpşikî řeş pêwey dawe,

herçendî kûçe û kołan bû, pêwe xulawe;

çarey nedekira, her çatir giryawe.

biřêkî le zêřekan hełgirt, hênay, lewêy řonawe;

gutî: «babe! ewe ’îlacî bemin nakirê, şeytane weserê ’erzê nirawe, boyekî wa behetîwî becê mawe».

nardyan le mam ẍełîfey le dîwanê gêřawe.

mam ẍełîfe hate małê, gelêk gelêk giryawe;

dełê: «dîwanim çoł bû, mizgewtim nemawe,

awrim tê berbû, cergim sûtawe,

cwab de dijminan degeřê, dełên: mam ẍełîfey biray nemawe;

emin çibkem le ferxołey û lew tulfî sawe».

bangî dekird: «nazê, nazdar! xatû estî! werin lewlawe»

deygut: «řołe! nazanin, engomamu mirduwe, babu piştî şikawe?

werin tegbîrê biken le bo ferxołey dayk û babî nîn; çilonî guzeranî bideyn tewawe?»

nazdar dełê «babe! çibkeyn, mindałêke benadrî.

herçend dekey, memkî çi kafir û musłimanê nagrî».

mam ẍełîfe dełê: «firzendî min, gyane!

werin tegbîrê bikeyn behemuwane,

bexêw bikeyn ferxołey bestezmane.

řołe nazdar! eger bom bexêw bikey le dinyaye,

şarî dawdîyey beşî xomit dedemê gerdinit dekem azaye.

řołe! ḧezê dekey, ca řonîşe, bo min bibe bepenhaye».

dełê: «babe! bo le min dekey fikirê?

babe ewe lêm le byanûy; çunke nanit gelêk dexurê.

babe eger biçme kołanan, nan nanem pê peyda dekirê,

emin mêrdim nekirduwe ew şeytan û řimûznem pê bexêw nakirê».

ewcar řûy de nazê kird tewawe,

dełê: «řołe! çilon tegbîrê bikeyn lew korpey sawe,

tûşî estom buwe, çarem biřawe.

kesêk bom bexêwbika, şarî dawdîyem bo wî danawe;

deydemê beyekcarekî bo xoy bibête aẍayekî tewawe».

nazê dełê: «babim bizane, çi pełpêkî le min girtuwe, bew xuła, ewe bemin nakirê. herçend dekey memkî hîç kesêkî nagrê.

babe hetîwî bê dayk û bab bemin bexêw nakirê»

eger mam ẍełîfey way le kiçekanî xoy bîstîye,

dełê: le dinyay řûn firzend çi nîye,

ewcar wergeřawe, řûy kirde xatûn estîye,

dełê: «řołe! kiçekan cwabyan dam etû qiset çîye?»

dełê: babe emin çi mêrdîm nekirduwe çi memkim nîye;

«babe! etû dayenêkî peyda bike memkî bidatê, emnîş bo xatrî tû leknî řodenîşim belankejênîye»

dełê: «řołe! gerdinit azabê le beşî xom le şarî dawdîye,

çunke tûşî estot debê hetîwbarîye».

nazdar dełê: «babim, şeřî eweyetî, eger şarî dawdîyey bida bexatûn estîye?

temaḧî heye, degeł birakan û xuşkekan heman bika bêberîye;

temaḧî heye, małekey hemû bida beferxołe û bexatûn estîye.

nazdar lewlařa hat piřî da ferxołey girt û birdîye,

pêy giřa hemû kûçe û kołanî şarîye,

ferxołey her zîřandî zimanî neçowe dezarîye.

hênayewe gutî: «babe bequrbanit bim emin çarem çîye?»

ewcar nazê hełî girt řifandî,

birdye wetaẍê bałexanê, bedayanî espardî;

’îlacî nekira; birdyewe kin babî beřûsardî.

eger lewê daydenê, le dewrey dawrî,

xatûn estî piřî dedatê û hełî degrî.

ferx dimî besîngyewe denê, bêdeng debê, lewênderê hîç nagrî.

eger lewê karî ferxî bû tewawe,

mîr le dîwanê bang kirawe,

deyangut: «ewe biray mirduwe, serexoşîy lê kirawe».

xeber besułtanî estembûłê dirawe.

dełên: «mam ẍełîfey şarî dawdîyey biray mirduwe, piştî şikawe;

her taqe firzendêkî le paş becê mawe».

sułtan xełatî bo qerar kird, enqabî mîrayetîy lê nawe.

wekîl û wezîran lêyan pirsî: «ferxołet çi lê kird?» gutî: «ewe le małê teslîm bexatûn estê kirawe».

lewênderê ew qerar û medarî dinyayê debû tewawe,

nêwbangî cwanîy xatûn estê de hemû dinyayê geřawe.

xeberî beşêxałî keçełî dirawe.

şêxał mensebî dana, ser û bergî şwananî deber kird, keřkêkî kurdanî beşanî xoy dadawe,

beseyaḧî le xatûn estyê geřawe

şarî dawdîyey dîwe, hat û le derkî mîrî bû pyawe.

keřkî xoy řaxist, leserî danîşt, gutî: «deşqem xatûn estêm bewê beçawe».

eger nazdar hatederê, hat, mandûnebûnî şêxałî kird, gutî: «mame mandû nebî bexêrêy ser ew dû çawe.

bo kwê deçî, bo lêre řonîştûy? heste biço menziłî babim dîwan gîrawe».

gutî: «dîwanî babî tûm bo çîye?

emin boxom degeřêm le feqîrî û le kasbîye».

dełê: «xuła małit xiraneka, eger etû feqîr bî eme şwanman nîye;

edî birsît nebuwe, bot bênim nanîye».

gutî: «nawełła, carê birsî nîm fesłî neharêm nîye».

gutî: «xałe! bequrbanit bim! eger debye şwanî me, etû nêwit çîye?»

gutî: «kîjê barîkełłe!

etû nazanî, nêwim şêxałe keçełe?»

nazdar eger ew qisey le şêxałî bîst tewawe,

le řaste xoy bo małê geřawe,

xeberî bedaykê û benazê û xatûn estyê dawe,

gutî: «şwanêk hatuwe le derkê meḧtel mawe».

gutyan: «xułakey çon pyawêke?» gutî: «estoy ehênde estûre, dełêy kełe dabestirawe».

nazê gutî: biła bîbînim, beçawe.

hat mandûnebûnî lê kird, gutî: «bexêrêy ser ’emrî min, meřman bê saḧêb mawe».

şêxał gutî: «yekyan le yekî cwantirin, bemnyan gutuwe, xatûn estîyan yekcar koławe».

le qerewaşêy pirsî, gutî: «ewe kê û kêye? gutyan: «ewe naz û nazdarin tewawe».

gutî: «edî xatûn estî le kwêye, nayete pêş çawe?»

qerewaşeke dełê: «beserînîy şilkî hetîwbarî tûşî estoy kirawe.

leser şeytan û řimûznêkî te’în kirawe».

nazê çû ew qisey bo xatûn estî gêřawe,

xatûn estî biłindibû, ferxołey be’amêzî girt, ewîş çû şêxałî bikewê beçawe;

bexêratnî şêxałî dekird; deygut: «bo lêre meḧtelî? biço menziłî babim. ewe çêştane nehar dirust kirawe».

gutî: «pyaw eh! çim le menziłî babî tû dawe?

emin kasbim degeřêm, ke karî xom bibê tewawe».

xatûn estî dełê: «xałe meřî me bê şwan mawe».

xatûn estî le řaste xoy geřawe.

daykî xatûn estyê xeberî beher çwar kuřan dawe:

«şwanêkî zor qabîl hatuwe lewlawe».

daykî xatûn estî hate kinî, gutî: «babekem, debye şwan?»

gutî: «bełê le kasbîye degeřêm» gutî: «birale edî çit nawe?»

gutî: «xanim noker nagîrê, bew ḧałe;

pyawêk xom tê nageynê her jinanim deken ḧewałe.

eger le min depirsî, nêwim şêxałe».

gutî: «mam şêxał bexêrêy ser ew çawe.

cwabim nardote kuřekan, êsta dên lewlawe»,

neharyan bo dirus kird, sifreyan bo hênawe,

nanekey xward her çwar kuřekanî mam ẍełîfey hatin lewlawe,

gutyan: «xałe mandûnebî». biłindibû le pêşyan řawestawe,

qiseyan degeł kird, qerar û medaryan bo řonawe,

gutyan: «mame biçîne nêw meřî, teslîmit bikeyn tewawe».

bełan ax! şêxałe keçeł le swêy xatûn estyê cergî biřawe,

kuřan espyan bo zîn kira û tajîyan de řistey kirawe;

şêxał keřkî xoy beşanî dadawe,

destî da goçanî, milî le byabanê nawe,

geyne nêw meřî, meřyan ejmard, teslîm be wêłdaşî kirawe.

gutyan: «eme ḧezê dekeyn, mam şêxał ḧeqî mangêt bibê tewawe».

şêxał gutî: aẍay min, emin heta çil şewî ḧeqim nîye,

«eger şwanêkî çak û pispoř bûm ḧeqim bo qerar biken; dena derim biken, deřom beyekcarekîye».

kê bû? le kuřî de mam ẍełîfey, ew şwaneyan leser meřî te’în kirdîye,

bo xoyan řeşeřawê deken, řûyan kirdewe şarîye.

bêynewe serukarî ferxołe û xatûn estîye.

ewřo no řoje dayk û babî wî mirdîye,

ferx dełê: «emin boyem du’a kird dayk û babî min bimrê, eger kamřewabim le xatûn estîye;

tund tund emin be dû benan le dû daran debestin û xatûn estîş lewê denwê û ca ew dinyaye kełkî bome çîye?»

temenay dekird le řebîye.

hemû kes xewî giran bîye.

«wełlahî çî dî dew lankeda nabim ewşew deçme bał xatûn estîye».

ferx hawarî dekirde xułay cebarî,

ew mexlûqe hemû xewî beserda barî,

desrazey beserî xoyda fiřê deda, le lankê dehate xwarê beyekcarî, beserînî xatûn estê hełdegeřa, derzî le berokî derhêna, pêy de yexey kêşa boxoy çuwe nêw sîng û memkanî beyekcarî. sibḧeynê ke daykî xatûn estî le xewê hełsita, çû temaşay lankêy kird, ferxołe dewêda nemawe.

dełê: elḧemdulîlla! ewe şeytan bû mefiḧ kirawe.

êxey kiçekem berhełda kirawe,

temaşa deka denêw sîngî xoy nawe.

daykî gelêkî le xatûn estî dawe,

dełê: «ew şeytan û řemûzne çîye, debaẍełî xot nawe?»

xatûn estî dełê: «emin hîç agam lê nîye ew etkem pê kirawe,

ewe wa deken bimrê lekin babim bibim boso û bennawe».

xatûn estî hełsita řûy xoy hemû řinî, gelêkî le xoy dawe,

bo kin babî çû bo şikayetê behemû mexlûqî wêy dekewtin xatûn

estîyan gêřawe.

ewê řojê řonîşt girya ta êwarê

dayanîş neyduwan, degeł kes naka guftarê.

heman beqerarî şewê dî degrê qerarê.

qerarê degrê beřewanî,

ferxołe, etû dełêy şeytanî;

dîsan hate xwarê nêw sîng û memkanî;

eger destî debaẍełê na, maç deka herdik kułmanî.

xatûn estî le xewê wexeber hat, pêy zanî;

gutî: «babanim bequřê gîra, înca beqaye dekem etû şeytanî».

gutî: «gule, etû dêye kin emin çit pê dekirê?»

gutî: «amoza bo le tû waye, emin mindałim?» gutî: «kuře etû çî? erê wełła mindałî». gutî: «amoza ḧezê bikem, le tûş kełegettirim». gutî «kwa?» eger ferx xoy lêk kêşawe,

beqeder xatûn estî dirêj bû. xatûn estî tirsa gutî: «wełłahî şeytan û řimûzne; emin bedestî ewhey deçim».

ferx gutî: «amoza! xo tû hêşta eminit nedîwe». xatûn cêbecê aşq bû beferxołey. ferx cêbecê le qisey xoy peşîman bowe. xatûn estî ḧukmî kird gutî: «debê bitbînim».

«amoza! hełsite awî desniwêjê bêne, desniwêjê hełgire». xatûn estî çû desniwêjî xoy hełgirt, hatewe gutî: «amoza! bêne desniwêjit bişom»

ferx gutî: «na amoza! emin boxom desniwêjî xom deşom».

ferx ke desniwêjî xoy girt tewawe,

temenay le xułay dekird, le pêẍemberî depařawe,

çarşêwêkî beser xatûn estêy hełkêşawe.

ferx tikay le xatûn estî kird: «were lew karey bigeřêyewe bedwawe»

xatûn estî gutî: «bew qur’aney xuła bo pêẍemberî hênawe,

meger bimkujî; dena des hełnagirim, heta etû nebînim beçawe.

çunke xełq deyangut şeytan û şimre le mamadî û amojinit becê mawe».

gutî: «xatûn estî çaw leseryek danê» zilêkî lê da gutî:

«çawhełêne» ga û masîy dî beçawe.

gutî: «serhełêne.» ’erş û qurşî leber řawestawe, temaşay kird nûrî

xułay degeł ferxołeye, cêbecê zimanî şikawe,

leser koşî xoy řona, ferx xatûn estîy bełek çawe,

xatûn estî dełê:

«amoza! tobe û îstîxfar tewawe

elḧemdulîlla şêxe řeḧmetî xułay bo qerar kirawe».

destyan destoy yek kird, dimyan bedmî yekewe nawe,

xencerî qudretê le baregay xułay hate xwarê tewawe,

serî tîxî de nêwkî ferxî daye, deskekey le nêwkî xatûn estî řawestawe.

destyan bo yek kird beserîn, dimyan bedmî yekewe na lepşitêne bejêr bûn biławe,

xewyan beserda barî tewawe,

sibḧeynê ke le xewê hełistan xatûn estî gutî: «babe biła ew lanke berîn bewlawe,

ferx xo pîs naka, xawêne îḧtyacî belankê nemawe.

fêrî koşî min buwe delankêda nabê řawestawe»

piřyan da lankekey fiřêyan dawe,

dayanyan merexes kird, mwacbî xoy bo qerar kirawe,

gutyan: «ferx memkê naxwa û îḧtyacî bekes nemawe».

etû were beratî xot wergire hetaku sał debê tewawe.

şeş sałan ferxî bexêwkird ’emelî wehîç kes nedawe,

ew biła degeł ferxî řêk kewê çil şewî şêxałî bû tewawe,

kuřî mam ẍełîfey swarî espî xoyan bûn, tajîyan de řistey dekirdin, deçûn deyankird řeşeřawe,

deygut: «biła serêkî şêxałî bideyn, bizanîn keyfî çilone, ew qerarî çil şewî boxoy kirdî bizanîn leser qisey xoy mawe».

dehatne ser kanîyê le şêxałyan dekird seławe,

deyangut: «mam şêxał ewa çil şewet tewaw kird, qerar û medarî ḧeqî xot bibřewe, biła małî me le dway tû bê, etû zeḧmetit kêşawe».