biraymok 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 9 Xulek  769 Dîtin

mîr gutî: «tedarekî bo bigrîn derî bikeyn». çûn kałe û gorîyekyan bo hêna;

mîr gutî: «çilon hatuwe, debê waş biřwa». çûn keřkêkî sipîyan bo hêna,

kiławêkî çwar gwêçkyan bo hêna, tûrekêkî nanyan bo hêna.

heta ew tedarekeyan le małê mîrî girt, xatûn perîxan pyawêkî bang kirdibû; her tedarekêkî mîr bo biraymî gutbû, xatûn perîxanîş lêre bo pyawekey ew tedarekey girt. mîr gutî: «biraym bifermû, biřo». biraym degrî, gutî: «way le xom bê sełaye!

emegî dinyayem çû bezaye;

befir hên zore, dernaçim le řêgaye,

mîr! ḧeqî min û tû bimênê bo ewê řojê, ke xuła dîwanê degrî leser

berdî sexretułlaye.

êsta emin çilon wederbikewm? bo hîç şaran naçê řêgaye.

were, mîr bimkuje; çatre gerdinit bibê xoş û azaye

newek gurg û canewer bimxon le seḧraye,

bes nîye eger etû bimkujî emegim naçê bezaye?

eger emin weçolîye kewm, dernakem hîç řêgaye,

mîr, ewdemî her etû pêy debî řûsyaye».

dełê: «biraym! ḧukme nabê bimênî; bo kin mîrşêxî biřo, beminit çare naye».

biraym dełê: «mîr, şikayetî xułat lê dekem degeł î ḧezretî řesûłłaye».

xatûn perîxan pyawêkî tedarek bo girtibû le çeşnî biraymî. pîlî biraymyan girt, biřwa. biraym gutî: «aẍa! bo xatrî xułay kesim degeł neye; zorim xizmet kirduwe, xełqim pê dekenê»

perdeyan bo hełgirt, pîlî biraymyan girt, wederyan na. xatûn perîxan le pişt perdey řawestabû, pîlî biraymî girt, pyawekey beřê kird. biraymî bird şardyewe cwanû espêkî bo lekin mîrşêxî hatbû. hênay, sê řojan ew

cwanû espey aw neda, her ka û co û wêncey daye; tedarekêkî çakî girt bo sê řojane bo biraymî. sibḧeynê beyanî cwanuwekey zîn kird, lûlênêkî aw germ hêna, be zînî dakird, biraymî swarkird awî beřkêfî dakird. xatûn

perîxan.

dełê:

«biraym, eger ḧeqe, eger naḧeqe,

eger demzanî kakem derit bika bemutleqa,

serî xom dadena çarşêwêkî daray, çwar teref mefreqe.

deçûme yextexanî małe babim, bom derdehênan cwanołêkî newzîn lewanî sim betebeqe,

hawarim dekirde ew xaleqe,

neweku sermay zistanê lew řêgaye bitka řeqe.

biraym! eger demzanî her mîwanî,

nemdeyeşt xizmetî biray min bikey biçye estembûłê xizmet sułtanî,

deçûme małe babim bom hełdegirtî bergêkî řomyanî,

deçûme yextexaney małe babim, bom derdehênay ḧidûdêkî bê nîşanî,

le keḧlekanî ’erebistanî,

swarim dekirdî hîç kes nezanî.

biraym! înca biřo, bextî minî baban wêranî

dwazde îmam agayan lê bê, degeł ẍewsî gêlanî,

biraym leknim zistanê sexte, besaẍ û selametî nageye mekanî.

mirdin bo toye, xem bo minî mał wêranî.

naçye çi gořxanan, kes be meskenêt nazanî».

kê bû le xatûn perîxanê û biraymî koławe,

bangêkî xoşyan lê dawe,

biraym bo małê mîrşêxî řoyî, xatûn bexemgînî geřawe.

biraym deřoyî, le serman zimanî şikawe.

biraym dełê: «řêye sereder nakem, le xom mał wêranê!

emin nazanim, ne bo germênê deçim, ne bo kwêstanê.

xom despêrim bexułay û bepêẍemberî axrî zemanê».

cwanûy biraym bełede, bo małî mîrşêxî biřwa bewlawe,

sê şew û řoj her ka û coy xwarduwe, aw nedrawe,

le tînuwan hîlake, her xoy bo kanye kutawe,

heta nwêjî şêwan daẍił be kanye bû, xoy tê awît; hêndî aw xwardewe,

çwar çengołe řawestawe,

biraym bê zimane hełî nayen şitaqe çawe.

cwanû de kanyeda leworawe.

eger cwanû temaşay kird şew kemî mawe.

mîrşêx sê jinî bû, şewê xewnî dî, eger nust. le xewê řapeřî; be jinî gewrey gut: «xewnim be biraymewe dîwe; biraym zor şilûxe. daxuła mîrḧec, degełî xirape; çi gêçełêkî beserbênî».

mîr xewî lê kewtewe, cwanuweke sermay bû de awêda. cwanuweke eger temaşay kird, çwar terefî kanîyeke befir bû, xoy fiřê da. biraym kewt de nêw awê, serî leser befrê bû, cwanuweke çû de ḧesarî mîryewe. mîr dîsan biraymî dexewê hat, jinî gewrey řast kirdewe, gutî: «her biraymim dexewê dî. biraym şilûxe, bangî kwêxaderkî ke, temaşay řêy kanîye bika, bizanê hîç hest û xust nîye lelay kanîye xumaroye». kwêxaderk çû, temaşay kird, cwanûyêk deḧesarêdaye; herçendî dewrî da boy negîra.

hawarî hêna bo mîrî, gutî: «mîr! qurban, le řêy kanîye hîç dyar nîye. ema cwanûyêk bezînewe deḧesarêda nagîrê, neşminasîye».

xanim dełê:

«wełlahî! pyawî gewre îxtyarî bo kes nîye

ewe cwanûy biraymî mela zêndînane, mîrḧece gule derî kirdîye.

ewe bo êre hatuwe behumêdîye,

le řêye sermayê birdûye bebê kesîye.

xułakey, mîr! heta řazî kanîye biçîn, bizanîn, hîç řêwşiwênî dyar nîye?»

kê bû le xanim û mîrî tewawe,

milyan le řêy kanye nawe,

deçûne kanye temaşa deken, řeşayîyek de kanyeda meḧtel mawe, neyanwêra biçne serî xanim û mîrî tewawe.

hawaryan denarde nokeran, le mexlûqyan degêřawe.

mexlûqyan beser werbû, xanim nardî çira û fanosî hênawe,

temaşayan dekird, ewe birayme lewê meḧtel mawe.

xanim dełê: «dîwte ewe ’ewezî emegî biraymit dawe?

ewe xizmetkarekey toye, ḧewt sałanî etû bekerê gêřawe,

êsta beqînî tû beçlûy zistanê lekin mîrḧece guley derkirawe,

xułakey! biła hełî girîn, bîbeynewe bizanîn mirduwe yane mawe.

mîr gutî: «werin hełî girin». xanim gutî: «temaşay mîrî çend natewawe!

were, ya bekołî minî dade ya bo xot hełî gire; ewhe gelêkî emegî kêşawe».

mîr hełî girt heta detwanê,

gelêk mandûbû xanim dezanê;

dełê: «biraym leser etûm lê biřa řêy guzeranê,

xanim be’amêzê hełî girt ta birdye bałexanê,

xanim dełê: «êsta debê ḧemamî jinanî bo bikeyn». mîr gutî:

«beçawan, herçî boy çake way bo bike». hênay, biraymyan řût kirdewe, lêreyan dirêj kird; hersê jinî mîrî hatin, řûtyan kirduwe řût: yekyan leberewe pêwena, yekîş le pişteweyan pêwena, ewî dîkeşyan leser dirêj kird. heta seḧat û nîwêkî. biraym denêw jinekanda areqey kird.

ke çawî hełêna bestezmane,

dełê: «xułaye! ewe ḧemamî jinane,

emin dwênê le germênê bûm lekin xatûn perîxanê; êsta çi dekem lêrekane?

eger mîr pêy bizanê emin çibkem le xecałetîyane?»

eger jinî gewrey mîrî wa debînê

bang deka: «mîr! biraym çake; mekêşe xem û nisrînê».

eger xanim wadezanê tewawe,

jinekanî birdin bewlawe,

biraym betaqî tenê decêda mawe.

dełê: «xecałetim, xułaye! çim lê qewmawe!»

jinekanî dî hełistan, mujdeyan bo mîrî hênawe:

suḧbetyan degeł mîrî kird: «mîr ḧemamî jinan waye, mirdûy pê zîndûkirawe».

xanmî gewre hełsita, destêkî bergî mîrî bo biraymî hênawe;

deber biraymokî kird; biraym le cêy xoy hełsitawe

çowe le mîrî kird seławe.

mîr yek pê leberî biłindibû, destî destoy kird, maçî kirdin hertik çawe,

biraymî lekne xoy řona,

dełê: «degeł mîrḧecî çit lê qewmawe?

mîrḧec boç etûy kirdote xem; xuła xatûn perîxanî betû dawe».

herçendî kirmek û gware û mor û engustîley xatûn perîxanêye hemûy degeł xoy hênawe.

xanim hełî girt, neyêşt, mîr ewaney bikewê beçawe.

çend şew û řojan biraymî lekne xoy danawe,

dełê: «řêy kwêstanê bêtewe, denêrim xatûn perîxan bênne êre, detankem be bûk û zawa».

ke biraym ew qisey mîrî bîst tewawe,

şewê heta řoj, sewetêkî peydakirdibû, gił û peynî bo qendîlî mamekoyîyan kêşawe.

řojêkî gutî: «mîr! bequrbanit bim serî kwêstanan řeşbełek bû befir le hîç kwê nemawe».

xanim pêkenî, gutî: «mîr temaşay biraymî ke, hêşta nîwey zistanê nebuwe;

şewê heta řoj ew feqîre giłî bekołî kêşawe.

ew zeḧmeteşî herwek xizmetî toye eger etûy de kûçe û kołanan gêřawe.

mîr nabê çi karan bikey, heta karî biraymokî dekey tewawe».

mîr hełî girt qaqezêkî nûsî bo mîrḧecî: «birale! beserî min biraymî bê keyf nekey, zor emanetit bê pekî nexey leser małî dinyaye, emma karêkî zor gewre hatûte berê. sułtanî estembûłê deserî kirdûm bo ferşêkî; sed kesim hênawe, kes başarî naka, bekes nakirê. eger xatûn perîxanê nenêrî hertikman dexnikênin; her wez’êkî dekey xatûn perîxanê binêre. emma bexatrî emin zor nîgadaştî biraymî bike, emanetî mine lekin etûm danawe».

eger êłcî ew qaqezey bird bo mîrḧecî xwêndirawe,

mîrḧec guşadî lê peydabû gutî: «lêy geře, biraym nemawe».

deserî xatûn perîxanêy kird: «tedarekî xoy bigrê, seferî lebere, kakim xirapî lê qewmawe».

«xatûn perîxan dełê: «bexułay emin naçim bewlawe».

mîrḧec dełê: byanuwan nebînê, lêm negrê manê;

debê biřwa sibḧeyanê».

tedarekyan girt tewawe,

xatûn perîxanyan de zembîlan nawe, awêtyane şanî xoyan, řêyan kêşawe.

gutî: mîrḧec! birale! dewłet zyad û małî awa»

hetawekû êwarêyan kêşa, êwarê daẍîl be kanye xumaroye kirawe.

mizgênî be mîrşêxî dirawe.

mîrşêx lecêy xoy hełsitawe

nardî dehoł û zuřnay hênawe

lotî û řeqas dirus kirawe

saz û çeqeney lê dawe

dawetêkî xoş gêřawe

ḧewt řojan bû tewawe

mela û feqêyan hênawe

ewanîş pak qołyan kêşawe

karî hertikyan bû tewawe

mubarek bê bûk û zawa

(řeḧman) bekir řawestawe

ew beytey kirduwe tewawe

lenêw kurdî zor benawe

le sabłaẍê danrawe

ḧukmî xarîcegerî bewî dirawe

elḧemlay karman tewawe