las û xezał 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  1372 Dîtin

las dełê:

«pyawêkî nadirim,

emin małî ew ’êley be zamin hełdegirim

debê leser gîskêkî ew ’êley emin bimirim.

êsta be îznî xułay, sûrçî û ziraranîşt le bo degirim.

be şahîd bin keyxuda û řidêndare:

bizanin yay xezał çend maç be min qerizdare

êsta bizane çilon deykeme kuştin û haware,

êsta tałanî surçî û ziraran degirim beyekcare,

êsta meřî yay xezałê dênme xware.

las eger řikêfî le maynê şê xiz dawe,

lenêw ’êlî wederkewt, çû, lewê řawestawe.

las bang deka dełê: «daxwa, le çi terefan mał nemawe».

eger biřêkî dî le zînwêy çû bewlawe,

eger temaşa deka, leşkirî mîrbidaẍ û mîrḧemexanî řawestawe.

las kutî: «yay xezał! kes degełim neyête de’wayê,

ema herçî jine ser û bergî řeş bê, etû boxot bergî sipî deber bike;

eger awřim dawe, bizanim le kwêy». înca eger las destî be ciłewê dadehêna, ço xwarê bo meydanê.

leşkirî sûrçî û ziraran dełê: «qasîdî ’êlî mamudînan ewetanê».

hêndêk dełên: xuła małêw bika wêrane,

engo bo naynasin kełegaye, ewe lasî bałekyane.

las bang dêłê:

«hoy mîrbidaẍ, mîrḧemexan gyane!

tałanî xezału birduwe, le bijwênî neleweřê, yay xezał lêm deka gileyîyane,

boxow tałan dekem, lêw dekeme êxsîr mał û xêzane».

mîrḧemedxan dełê:

«lasî bałekî! nemirim, bijîm, bimênim.

be gořî eḧmed aẍay bałekîda deřyênim.

eger nemirim, deçim wiłatî bałekyan tałan dekem, xanzad xanê be êxsîr dênim».

las dełê:

mîrbidaẍ, be lasî bizane,

şeřî kawřan nîye şeřî berane.

jinanu dekeme êxsîr, cê mału dekeme sebzîxane.

engo çi hunerêkû kirduwe, hatûne nêw mamûdînan, deben ew mał û tałane?

meřî xezałê, eger le bijwênê neleweřê lêm deka gileyîyane,

debê le serînçawey kanyan aw bidrê, ḧaciz nebin bêrê û şwane,

ewe hatme meydanê, ca ḧałî xot bizane».

eger mîrbidaẍ wadezanê,

destî deda řimbî xoy, řay dekêşa meydanê.

las dełê:

«emin le meydanî xom debînim kawê;

eto were, destî maynê şê xiz bigre, lêm bike seławê,

biłê laseşoř, mîwanî xezałêm, le diłim dermawê».

mîr ḧemedxan dełê:

«nazanî wek piłîngî çeng bexwênim?

bałdar be asmanêda biřwa, bałanî dewerênim;

nazanî xezałê dekem be êxsîr, etoş be gořî eḧmed aẍay bałekîda

deřênim».

las dełê:

«hay dadubêdad, zemanêkî řaguzare,

etû xot bawê kin xezałê, ḧîzb bab deşqemê bot bibê be tikakare.

ey mîrḧemedxan, çî dîm lê řamemêne,

řoj ewe wergeřa, direnge, zebrî xot bweşêne».

eger mîrbidaẍ destî deda zergî xoy, le tenîştî xoy hełkêşawe,

zergêkî ḧewałey lasî dekird, las xoy leber ladawe

eger le qełbûzî pêşewey dawe, le paşewey qełtaẍ şikawe.

las destî deda řimbî xoy, řimbêkî le mîrbidaẍî da, leser espî fiřê dawe;

řimbî lasî deser diłî mîrbidaẍîda mawe.

las bang dêłê:

«yay xezał, bûy be dezbênim.

le mîrbidaẍ û mîrḧemedxanî degeł kêheyan swêndixorî ta be destî bestet bo bênim?

her kî qisey degeł etû yek bê, ḧemrêkem, bexułay! nayřencênim.

ewî etûy degeł yek nebî, bexułay! serit be pêşkêş bo dênim».

yay xezał bang dêłê:

«hoy laseşořî bałekyane,

ezit bim be qurbanî qimbełî de peřane,

herçî etû keyfit dênê, wekîlî minî bo min xoşguzerane».

eger las ew qisey le xezałê debîstewe tewawe.

řikêfî le maynî şê xiz deda, řimbî le sîngî mîrbidaẍî hełdekêşawe.

eger mîrḧemedxan wa dezanê,

řikêfî lê deda dehate goşey meydanê.

mîrḧemedxan dełê: «nemirim, bijîm, bimênim,

«eger nemirim, înşałła, wiłatî bałekyan û mamûdînanit řast û çep bot têk depeřênim,

yay xezał dekem be carye, xanzadîş be êxsîrî dênim».

las dełê:

«mîrḧemedxan, gyane!

eger nemirim serit le meydanê debiřim, jinanîşu dekem beqabexane.

řimbî xot bawê, zebrî xot lê de; şeřî beranî beser çû, nazanî şerî kełane,

eger meřî xezałê çak neleweřê, kem şîr debê, bêrî şikayetim lê deken,

yay xezał lêm deka gileyîyane:

direnge zebrî xot bawê ewřo meydane!»

mîrḧemedxan řiqî hełsitawe,

eger řimbî hełdekêşa, ḧewałey lasî bałekîy dawe.

las serezergêkî le řimbî mîrḧemedxanî da, le xoy ladawe.

eger las řimbêkî lê deda, lew şanî çepey dawe.

las bang dêłê:

«hoy xezałê, kêl gerdinê bełek çawe!

eger swêndixorî mîrḧemedxanî, bexułay le cêy xeterêm nedawe.

binêrim eresû û luqmanî bênme serê bot bigêřmewe bedwawe.

hoy xezałî binêre kin mîrbidaẍ û mîrḧemedxanî, bizane ew ’êle boçî tałan kirawe».

her carêk las awřî wexezałê dedawe,

yay xezał detgut sipyasîye řawestawe.

herçend ’êlî sûrçî û zirarî bû, hemûy le bangey deda, degeřawe bedwawe.

ewcar kê bû laseşořî bałekîye.

hełî degirt mîrbidaẍ û ḧemedxanî sûrçî û zirarîye,

bedyarî û pêşkêş deybirdin bo yay xezałê melanebîye.

eger las dehate xizmetî yay xezałê dûbare,

selamî le xezałê dekird ewcare,

deygut: «yay xezał! ’emirim, kê leser wiłatî sûrçî û ziraran dekeye sûrbaş û îxtyardare,

ey ehlî ew şarey, bizanin yay xezał, çend maç bemin qerizdare!»

las dełê: «biła biçim, mał û tałanî xezałê bigêřmewe».

las řikêfî lê deda, geyîye leşkirî sûrçî û ziraran. gutî:

«ey xełqî sûrçî û zirarane!

bo xatrî bînay çawane

şwan û meřî yay xezałê kîheye lewane le hemuwane?»

pêyan nîşan dedan ew feqîr û bestezmane.

las lîngî deda nêw ewane,

pêy şad û şukir debûnewe ew şwanane.

ca bepîr lasî dehatin ew xanim û xatûnane.

xatûnan herdûkyan dełên: «laseşoř; bitbîn bequrbane

bira, bimanke qerewaşî yay xezałî melanebîyane.

biła dijmin pêman neken bê ḧurmetîyane,

pyawêkî binêre sûrçî û ziraran biła řonîşê leser cêy mîrbidaẍ û mîrḧemed xane».

las dełê:

«xatûnê, xatûnê newciwane!

carê meřî xezałê le kwêye? neleweřawe, nekû lêman bika gileyîyane».

las bangî kird: «ey şwanî yay xezałê meřî xot heławêre».

meřî xezałêyan heławard; herçendî xełqî sûrçî û ziraran bû, řegeł meřî xezałê kewt. hemû baweşênyan dekird, heta tozî lê nekewê, heta hatnewe nêw ’êlî mamûdînan. eger hatnewe mîr ḧemedxan řimbî le şanî dirabû. nardyan ḧekîmyan hêna serê.

ḧekîm ḧekîmêkî tewawe,

mîrḧemedxanî derman kird, ta birînekey saẍ kirawe.

mîrbidaẍ mird, wiłatî sûrçî û ziraran bê aẍa mawe.

sê sałan mîrḧemedxan le xizmetî lasî řawestawe,

yay xezał dełê: laseşoř etû netzanî ewe bebab û biray min le qełem dirawe?

«mesłeḧet eweye, mîrḧemedxanî bigêřînewe bedwawe,

wiłatî sûrçî û ziraran bê sûrbaş û aẍa mawe».

mîrḧemedxan dełê:

«laseşoř, laseşořî bałekîye!

emin wilayetî sûrçî û ziraryanim bo çîye?

lêre řodenîşim le xizmet to û yay xezałê bexuşk û birayetîye,

qet naçme wilayetî sûrçî û ziraran be aẍayetîye».

řojêkî las gutî: «maynî şê xizim bo derênin, deçme řawê, xezał degeł emin ẍeyane, biła lêy zîzbim, bizanim ḧezê le kê deka.

diłim le coşe, derûnim gelêk byabane,

maynê şê xizim bo bênin, zînî mursetî bawêne serê, bom bikêşin herdûk tengane,

řimbî nezerîm bo bênin, bîgirim be hemû pencane,

zirêy ałqewrdim bo bênin, qołî xomî tê hełkêşim, ałqey bikewête serî herdûk milane.

metałî ḧewt qubbeyîm bo bênin, ta řiştey bawême hertik şanane,

tajî û tułanim bo bang ken, qeładem bo bênin, destoy hełkêşim, bend û řistey awrîşmînim bo bênin serêkî le qołî xom bibestim, serî dîkey bikem şan beşane,

pê de řikêfê nêm, bikewme serî xwanî zînî, be îznî xuła û řesûłane,

řawî xom bawême panke pankey xan tawsî, we nêw ’êlî mamûdînane,

kerwêşkêkî germelanê bibînmewe, bîdeme şeqey řikêfan, naskey tûłe û tajîyan, bîgirim be hemû destane,

de’bayekî bedqedeme, canewerêkî nask û nerim û cwane; bênmewe bo xezałî kêl gerdin, xemî xoy pê bika guzerane».

yay xezał dełê:

«dîwte, çend serim be quře, babanim wêrane

dîwte çilon abřûm çû lenêw ’êlane

nayêłim bot bênin digdig û demerqopane

nayêłim bot danên cûtêk kewşî mîrzayane

nayêłim zirêy ałqewrdit bo bênin, qołî xotî tê hełkêşî, ałqey bikewîte ser milane

nayêłim metałî ḧewt qubbet bo bênin, řiştey de sitot key qubbey bikewête nêwanî hertik şanane

nayêłim řembî nezerît bo bênin, bîgrî be destane,

nayêłim tajî kellezerdit bo bênin, qelêdey awrîşimit bo bênin, de’estoy tajyey hełkêşin, pê bibê cwane.

nayêłim ben řistey awrîşmînit bo bênin serî řistey de’ałqey qelêdey hełênin le qołî xoy bibestî, bîgrî be hemû pencane,

nayêłim pê de řikêfê nêy, bikewye ser xwanî zînî, be’îznî xuła û řesûlane,

nayêłim řawî xot bawêye beřye û byabanî le dûy kerwêşkî germelane,

de’bayekî tirsenoke, xoşbeze, gelêk bê îmane,

piştî xoy de awedanîyan deka, berî xoy dekate çiřî sext û biłind û bê samane

swarî řawê eger kerwêşkî çaw pê kewt, berî dedatê tûłe û tajîyane,

xuła û pêẍemberî le fikir deçê her çawî le tûłe û tajyane,

her ciłewê şil deka, řikêfê dekuşê, ne hewrazî deparêzê ne berdane,

detirsim dewdemîda biglê, zererê bênê, babanî xezałê bika wêrane.

dewdemîda eresû wa des nakewê degeł ḧekîmêkî wekî luqmane,

bênme ser lasî bałekî, deşqemî ça bikatewe ew birînane,

laseşoř! were des bawê gerdinî zerd, řaw her řawî maçane».

yay xezał lasî gêřawe lew seferî gewre û girane,

lekne xoy řodena şan beşane,

baskî xoy dekirde serîn, pêkewe debûn destemlane.

yay xezał dełê:

«laseşoře! lasêkî newciwane,

ezit bibim be qurbane,

řawî kerwêşkê xoştire yane ew maçane?

înca ewşew binû hetawekû sibḧeyanê, mela dełê ełłahu’ekber, sofî dênîwe şadet û îmane».

ca sibḧeyanê kake las dełê:

«yay xezałê newciwane,

ca debê merexes bifermûy, carêkî biçmewe nêw ’êlî bałekyane».

yay xezał dełê:

«beser ew hortuk çawane!»

kê bû lew xezałî newciwane,

tedarekî degirt bo lasî bałekyane,

deygut: «deynêrmewe nêw ’êlî xoy be wadey çwar řojane.

binêrim boy bênin ḧidûdêkî bê nîşane,

tedarekî bo bigirim bedił û becane,

boy xełat bikem ew nokerane,

neba xanzadxan lêm bika gileyîyane».

las dełê:

«yay xezał lemin mede ewan tanane,

xanzadxan le tû naka ewan gileyîyane,

yay xezał gyane!

etû diłit netirsê bew qisane.

hemûm herwekû dayk û xuşkane».

yay xezał wekû kelley şekirî,

tedarekêkî le bo lasî bałekî degrî,

eger las de espabî xoy defkirî,

dełê: «yařebî, yay xezał le çawî minit kewê û nemrî!»

kê bû le lasî newciwane,

tedarekî bo girt biřwa bo nêw ’êlî bałekyane,

xanzadxan dełê: «elḧemdulîla şukirane,

lasî bałekîm dê mîwane.

amozay xome serkirdey hemû ’êlane

înca tedarekî bo lasî bigirin, deykem be zêřweşane.

çil şekim bo bênnewe ewîşî bo dekem be xêr û qurbane.

bes nîye dijmin dełên: lasî bałekî hatewe êrekane.

debênin sware û tifengiçîyan, biden le sane

elḧemdulîlla las hatewe lenêw ’êlekey mamûdînane.

xeberî yay xezałim bo bênin, degełim wekû xuşkane.

lasî nardotewe êrekane,

pêławî leser ew çawane

bom betał biken midbeq û çadir û bałexane,

las teşrîfî hatotewe hemû dêne kinî ew ’êlane».

înca eger ew tedarekey bo lasî degîrê xanzadxanî ḧerîrê; las nagate małê xanzadê, lewserî hobey ciłewî degîrê.

xanzadxan dełê: «laseşořî bałekî! pênawdarim bî, ewê řojê dîwanî xułay degîrê.

way le xom bê bab û êxsîrê,

laseşoř! nabê etû emegî dayke qelenderekey minit webîrê,

yařebî etû wek kakememî cwanemerg bî, eger becê ma le şarî cizîrê».