las û xezał 1

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 12 Xulek  2103 Dîtin

eḧmed aẍay bałekî çi kuřî nebû. meḧmûd aẍay biray wî bû; ewîş çî nebû. herdûk jinyan ’amîledar bû. xuła lasî da be eḧmed aẍay, xanzadîşî da be meḧmûd aẍay. lêkyan marekirdin; las û xanzad. daykî lasî nêwî şemê bû. de sałan eḧmed’aẍa wêy kewt, mêrdî pê nekird. şêrêk yaẍî bû. pyawî deşkand, deyxiward; eḧmed’aẍa kutî: «yan debê emnîş bixiwa, yan ew şêrey dekujim». çwar sał bû şemêy hênabû, îlaqey nedekird. kutî: «boçî îlaqey min nakey?» kutî: «heta be destî xot doxînim nekeyewe, emin etû nagêm».

eḧmed aẍa ser û bergî poşî, çuwe zig şêrî. şêr destî be de’waye kird degełî. xuła firsetî eḧmed aẍay da, şêrî xist. hełate serî, serî biřî. mandûbû, leser piştî şêrekey nûst, xewî lê kewt. le xełqî bû be şîn û giryan; kutyan: «şêr eḧmed’aẍay kuşt». jinekey kutî:

«emin deçim. yan debê emnîş bikujê, yan tołey eḧmed’aẍay dekemewe». jin destî da xencerê. çuwe zig şêrî. eger çû temaşay kird şêr kewtibû; eḧmed’aẍa leserî dirêj bibû. kutî: «wełłahî! ewe şêr şikandûyetî, leser piştî xoy danawe». temaşay kird serî şêrî biřîwe; eḧmed aẍa xewî lê kewtibû. kutî: «xułakey, îlaqey min neka; bizanim pyawe yan pyaw nîye». doxînî kirdewe. eḧmed’aẍa çawî hełêna; temaşay kird, jinekey doxînî dekirdewe. înca hełate serî leser piştî şêrî gay, înca las leser piştî şêrî gûrawe. hełistan hatnewe małê.

xanzad xan û las lêk mare kirabûn; heta dwazde sałan. de paşan eḧmed aẍa mird. meḧmûd aẍaş mird. şeş sałan tazyey eḧmed aẍa û meḧmûd aẍay bû. paşî şeş sałan pyawêk çûbû bo cełebî; çû bo nêw ’êlî mamûdînan. lewê çawî be xezałî mela nebîyan kewtibû. hatewe, kutî:

«laseşoř ’emirit be hîçê çuwe». kutî: «boçî wa dełêy?» kutî: «mał xiranebû! ewřo xezałê mela nebîyanim dîwe; degeł řojê de’waye deka; îdî her bo tû çake». las hełsita wiłatî bałekyanî becê yêşt. ço nêw ’êlî mamûdînan, çawî be xezałê bikewê. eger çû lewê dabezî, ciłewyan girt û wiłaẍekeyan bestewe. boxoy çuwe xizmet mela nebî; kutî: «ha babim kwênderî?» kutî: «qurban! hatûme nokeryê». kutî: «xełqî kwêy, kuřî kêy?» kutî «qurban! le germênê hatûm». mela nebî kutî: «eḧmed aẍa û meḧmûd aẍay bałekî denasî?» kutî: «qurban xêr; xełkî ’êlî wan nîm». kutî: «qennedarî detwanî bikey?» kutî: «bełê qurban, detwanim». kîse û qenneyan dayê. las bo qennedarî mela nebî de şewanî qenne tê kird. řojêkî xezał hat bepêş çawî da. las kutî: «ewhe kêye?» kutyan: «ewhe xezałê mela nebîyane». las dełê:

«yay xezał, ne qewlit qewle, ne şertit şerte, ne dînit dîne

hezar barî de neḧletanit bibê le pîre daykê, le bira giçkele, domîn le babî řidên şîne

emin bo tû deçûme kwêstanî ’ezîm û buzirgîne

deskêkî sosin û hełałem deçnîne

desk bedeskim kirdin be awrîşmî dukanêkim bestîne

karwanêk dehatewe le deẍił kiřîne

emin bew karwaney da ew gułem bo tû nardîne

nazanim ew gułet pê geyîwin ya negeyîne»

xezał dełê: «las, emin ewanem le tû qibûł nîne.

ne serî sehendî, ne qûçî qezenî, ne řindołî zerzan, ne serî

teşwêley, ne mołî beranî, ne kanye xułay şitaqyan degeł nîne».

las dełê: «yay xezał, çomim lê hatin, pirdim lê hełweşîne.

emin melewanêk nebûm le gomî de şîne,

kîj û kuřî hemzaẍayan, le min û tû dił bednyatir bûn, de pêşî min û tûda

serî ew gułaneyan hemû deçnîne.

xuła małê xêłatî xira ka! degeł bergel û mêgelan ew gułaneyan hemû piçřîne,

destî lasî bałekî qułe bû, bo hemû kwêstanan negeyîne».

xezał dełê: «las, diłit kirdûm hîlake

lew gułane hêndêkyan deberî xot řake

were leber małê meda heřake

hêndêk dełên: ya xuła pîrozit bê! hêndêk dełên:

mubarekî bê lasî bałekî cwanêkî çake».

lasî dełê: «le małe melayan heta małî sofîyan

le małî sofîyan heta małî mela nebîyan

emin dełêm: bibme seyaḧ; řomê bigeřêm degeł hîndîyan

birya darêk bûmaye le darî de qeysîyan

byandamaye çeng westayan, şeqyan kêşabamaye be mişaryan, byandamaye

berdemî řende û kuşterîyan

hełyan hênabamaye be peřêkî têltawsî, xaseřengyan kirdibam be puştebałî sipî sîyan

byandabmaye ber małî kewanêkî hîndîyan

hełyan daştibam berew qûçî qezenî qendîlî mame koyîyan

lewêyan pê kuştibamaye, babî de karan, daykî de nêrîyan

gopeřkim kewtiba le biłindan, şabałim kewtiba le newîyan,

le serî řêy şwan û gawan û naske bêrîyan

hełyan girtibam byanbirdimaye ser řazî kanîyan

le xoşîya minyan meř serçił kirdibaye, hatbanaye ser berdî de kanîyan.

serêkyan nabam de binî tûrî; nêweřastim kewtiba ser zarî şîrmeşkê le milî xoyan qaym kirdibam.

lay dîkem kewtibaye nêwanî hertik şanan; beserimda hatbaye hîzar degeł qimbełêkî kezîyan.

ca ḧewtuwêkim leser bwaye meřeke degeł xełq û xułay xêłekîyan.

bêrêkî zor musłiman emnî lew ’êlatey dizîba; bedyarî û sewqatî birdibamî bo yay xezałê mela nebîyan.

yay xezał be destî mibarekî werî girtibam, bînardimaye kin zêřîngerî,

zêřênger serêkî zêřkifit kirdibam, nêweřastim eşerefîbend, lay dîkem de duř û eşrefîyan.

zêřînger leser hordik destanî řonabam, bedyarî û en’am hênabamewe bo yay xezałî mela nebîyan.

yay xezał serêkî be qułkî gerdinyewe nabam, serî dîkem le nêwan sîng û memîyan.

areqe şêt û şeyday kirdibam, baweşênî kirdibam be perçeman, feramoş bûmaye be kezîyan.

wextê lewîm lê weřez debû, bînabam lenêw sindûqêkî xaseřeng, řojê be nuẍil û nebatî perwerde kirdibam. şewê qasîd bam le mabeynî sîng û memîyan.

wextêk lewîm lê weřez debû, bînardimaye ser westayekî gewêł, dirustyan kirdibam bo nêrtikî teşîyan.

ḧewt sałan pêy řistibamaye řank û çoẍełey mêrdûtîyan.

wextê lewîm lê weřez debû, qerewaş û kenîzan, emnyan le xezałê bixiwastaye,

deygut: naske tîrêkî ’ecîbe, be kesî řewa nabînim, nekû zeḧmet û kwêrewerîy bidenê, řojî qyametê xelas nabim le xecałetîyan.

wextêkî lewîm lê weřez debû, bîdabame ber nałçey kewşî zêwan kerit û

parî kirdibam, fiřêy dabame dem kewî û kanîyan.

lewê bo xom şîn bûbam be gořangêkî şengebîyan. be binim dahatba gêlan û gêdan, xêłî sûrçî û zirarîyan,

hemû hewełî payzan, axrî buharan le bin sêberim řonîştiba yay xezalî melanebîyan».

xezał dełê:

«diłim řanawestê leber ewê ẍemê, leber ewê janê.

awrêkim berbû derûnê, ê dîkem berbû derûnxanê,

ne bebay dekujawe ne be baranê.

hawarêkim weber xułay, ê dîkem weber pêẍemberî axrî zemanê.

lase! ew perçemanem bo tû perwerde kirdûn her wek awrîşmî dûkanê

emin ew henyem bo tû nîgadaştî kirduwe, hezar û ḧewsed melayketî

ciłewkêşe, wek mangî munewer waye, şewqî dawete ’erz û asmanê.

ew biroyanem bo tû perwerde kirdûn, debê şarî hîndî bo bidey be derman;

destî bikey be wesme kêşanê.

ew çawanem bo tû perwerde kirdûn, dełêy estêrey gelawêje, le hewşar û ’eceman hełdê, her aşqêkî bîbînê gunahî namênê řojî axirzemanê.

ew kułmanem bo tû perwerde kirdûn, dełêy fanose le dîwanî sułtanî estembûłê; mîrzay qabîl leber şebeqî wî qełemî bawête ser qaqezî bo her çwar dewłetan binêrê poste û fermanê.

ew kepoyem bo tû perwerde kirduwe. meger heyasî dana me’nay bizanê.

ew lêwanem bo tû perwerde kirdûn, pyawî tacir meger kilûrî bibê dena qîmetî nazanê.

ew didananem bo tû perwerde kirdûn. her didanêkim gewherêke,

her gewherêkim qîmetî tewaw nabê be şarî kişmîrd û êranî.

ew çeney řeng şaxî zêřînî bo tom perwerde kird. diłim naye de mist

westay naşîy nêm, westayekî baş westa bibê, sebirsebir, nerim nerim,

zeḧmetî neda le misqał kêşanê.

ew gerdinem bo tû perwerde kirduwe, dełêy şûşey guławêye çend xoşe

las û xezał lêkdî bipřijênin, las biłê: yay xezał, ew şûşe guławêm bo leser delaqe danê.

ew keşefem bo tû perwerde kirduwe, cûtêk lîmoy kałî leserin xawřîsî

daray lê buwe be perde kilîlî bote derzîy heşterxanê.

hêndêk xał le nêwan sîng û memkanim ew xałane bebê mamosta û muste’îd dexwênmewe: elfin, mîmin, xetî qur’anê.

ew bejnem bo tû perwerde kirduwe. dełêy řêḧaney yeksałeye, binî ademyan

şewawyan lê nawe xunawekî peřîwete ser pelkan degeł zerdey řojê hewełî sibḧeyanê.

ew şilkey řananim bo tû perewerde kirduwe, xoy bo şoř bikewe, serî xotî

leser řonê le maçkirdin û gewzilêdanê.

laseşoř! ’emirim! were. sê maçanit demê hîç kes nezanê.

gwêzîngî pêyanim sêwî ser likane, be’emanetî bebaẍewanî dawin le êwarewe

kêşkî lê bikêşê hetawekû hewełî sibḧeyanê.

le sibḧeynêwe kêşkî lê bikêşê ta ’esrêkî direng mela dełê: «ełłahu ekber»; sofî dênnewe şadet û îmanê.

las were dû maçanit bidemê, yek lebatî zekatê, ê dîke lebatî kelîmey şadet û îmanê».

las dełê:

yay xezał çibkem etû le mitbeqê emin lelay mêrdane.

diłim bexeme derûnim serewêrane.

etû xanexwêy emin bêgane;

eger řaste û demdeyey ew maçane

şîşî le çîẍî řakêşe teşrîfî mubarekit bête êrekane.

xezał hat destî de sitoy lasî kird. nûstin pêkewe xewyan lê kewt.

mîrbidaẍ û mîrḧemedxanî sûrçî û ziraran hatin tałan û małî ’êlî mamûdînyan; hemûyan bird. pîrêjnêk mangay begwanewe çûbû, geyşte lasî û xezałê. cinêwî daye kutî: «segbab etû dêy degeł xezałê wirdeganan dekey, małî min betałan berin». lasî xewî lê kewtibû, xezał bexeber bû. xezał bepîr pîrêjnêwe çû; kutî: «dayepîre megrî, lecyatî mangayekî bîstit dedemê, lecyatî gwêlkêkî bîstit dedemê. las xewî lê kewtuwe biła wexeber neyê». pîrêjin geřawe dîsan lewlawe hatewe zig lasî kutî: «ḧîzbab! le wiłatî bałekyan etû qunit deda? etû hatûy małî min betałan dedey». yay xezał bepîryewe çû kutî: «pîrêjin! dengê meke, biła las wexeber neyê». pîrêjin kutî: «wełłahî degořî babî lasî deřîm, boç mangay min betałan biçê» dû qerewaşan baweşênî lasyan dekird, mêşî lê nenîşê. ew qerewaşane degryan bo małî babyan. her yekî ḧezyan le kuřêkî dekird.

deygut: «małekeyan çû, emeyan pê naxwazrê». las serî hełêna kutî: «ewe çîye boçî degryên?» kutyan: «qurban! mîrbidaẍ û mîrḧemedxan hatin tałan û małî êre hemûyan bird». kutî: «dena xezał degeł min ẍeyan buwe».

las hełsita bepele pel deykirde lîngidane

las dełê: «małî wêranim wiłatî bałekyanim becê yêşt hatme êrekane.

êsta hezar û çwarsed małî xom û mamim serewêrane

xanzadxanî ḧerîrê bê saḧêbe û bê xudane

daxuła, qasîdî kêye? hatote xezałî çaw cwane

nemzanî jin deẍełn pêşkaryan şeytane

hełbet bedzî min nardûyane, mîrbidaẍ û mîrḧemedxan hatûne êrekane.

tałanî ’êlî melanebîyan deben, dełên: las mindał û nadane.

denca qerewaş biřon û damemênin,

maynê şê xizim bo le beharbendê derênin.

zirêy dawdî, řimbî nezerîm bo bênin.

xeberêkî be mîrbidaẍ û mîrḧemedxanî sûrçî û ziraran řabgeyênin,

eger hatûn mał û tałanî mela nebî deben, wirya bin, meřî xezałê le serînçawey kanye aw biden le bijwênî bileweřênin.

heřaken maynê şê xezim le behar bendê bo derênin;

zînêkî mursetî lê bişetênin

cûtêk zerganim le bo bałatengê bo bênin».

eger maynê şê xizyan le beharbendê dehênadere,

pêy de řikêfê dena, dekewte sere

’êlî melanebîyan řadewestan ewber ewbere,

le jinanyan giryan û çembere.

las dełê: «yay xezał! xułakey çend maçî minit lesere?»

xezał dełê:

«awrêkim girtuwe, nîye qerarim.

herçendî defermûy, emin qerizdarim.

tałanî ’êlim çû xecałet barim

texsîrî min degirin wa gunahkarim».