las û xezał 3

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 10 Xulek  882 Dîtin

las sê şew û sê řojan lenêw ’êlî bałekyan bû pyawe,

qewl û qerarî degeł ’êl û keyxuday xoy řonawe.

las dełê: «ew qerarî degeł xezałim kird, ca buwe tewawe,

keyxuday ’êlî bałekyan ewa deřom dewłet zyad û mał awa».

pyawêk dełê: «laseşoř! axir tedarekit bo lekin xanzadxanê gîrawe;

axir were biçîne kin ewî lê bike siławe;

axir dayk û babî nîn le tû zyatir kesî nemawe,

hezar û ḧewsed małî heye, le swêy tû lêy şêwawe».

las dełê: «keyxuda, řidênsipyane!

swêndim beserî xezałê xwarduwe, çî dî gîr nabim lêrane.

eger direng biçmewe, xezał lêm deka gileyîyane»

kê bû le lasî germ koławe,

maynê şê xizyan bo hêna, pêy de řikêfê nawe;

eger wenêw zînî kewt, aẍayekî tewawe,

deygut: «’êlî bałekyan! dewłet zyad û małî awa»

xeber be xanzadxanî ḧerîrê dirawe.

xanzadxan dełê: «hawar weber ew xułayey dunya û qyametî kirduwe řawestawe

bangim weber ew xułayey ḧezretî mûsay le nûrê xilqet kirduwe û řojê hezar û yek kelîmey le baregay wî dekird tewawe.

yařebî laseşoř, heřo, biřo, ser neyênyewe dwawe

bizane degeł ew ’êl û mexlûqey çim lê qewmawe:

hezar û ḧewsed małî bałekan beser emnida becê mawe».

las denêw ’êlî bałekyan bo nêw mamûdînan geřawe,

êłçî û çeper mizgênîyan bo yay xezałê hênawe.

qasîd deygut: «yay xezał! beserî tû, las dehatewe, xanzadxanî nedî be çawe;

eger xeyałî bikey lebzî de lebzî negeřawe».

xezał dełê:

«ya xuła! bexêrêtewe tedarekêkî çakî bo gîrawe».

las le zînû û banuwanî dekird řeşeřawe.

kerwêşkêkî germelanêy degirt bedyarî û sewqatî bo yay xezałê hênawe.

las geyîye cê, le derkî çadrê debû pyawe,

deçû le yay xezałî dekird selam û seławe.

yay xezał dełê:

«’eleykumuselam û řeḧmetułłahî, serçawî min şořelawe,

were danîşe, bizanim, le wiłatî bałekyan çit dawe, çit lê qewmawe?»

dełê: «yay xezał beserî tû lebzim de lebzî xanzadxanê negeřawe;

gelêk gelêkim diłxoşî ’êlekey dawe.

yay xezał, zorit lê xecałetim, pêşkêş û en’amim bo tû nehênawe.

le ’eybet xanzadexanê her wederkewtim, hatmewe bedwawe».

yay xezał dełê:

«hîçim pê nawê laseşoř wekazî destanim.

emin xanexwê, bûy be mîwanim.

înca terxan be le memkanim».

las lewê debê heta sibḧeyanê,

ewê şewê xoş řadebrê degeł guzeranê.

sibḧeynê xezał zwîr û zigar dama. las lêy pirsî: «yay xezał ew ḧaczîyet bo çîye?»

yay xezał dełê:

«laseşoř! xo min leber etûm nîye,

ewe le layekî dîye, karêkî dîye».

kutî: «beserî min, pêm biłê, bizane ewe çîye».

yay xezał dełê:

«beserî xot swênit dawim, çibkem, çarem çîye?

eger bêtu pêt nełêm, debê be ẍeyanetîye,

eger diroşt degeł bikem, eweş debê be řûřeşîye,

eger lew qisey bigeřêy, dengkirdnî çak nîye».

las dełê:

«yay xezał! beserî tû her debê pêm biłêy çare nîye».

yay xezał dełê:

«çi bikem eweyş bo min debête xem, emin baban wêranê

pêyan kutim: gułî şořanê hen le çil piley ’umanê

çira û lalet nawê serbexo, daysê heta sibḧeyanê».

las dełê:

«yay xezał! bizane çon karanit bo pêk dênim.

yan serî xom nayênmewe, yan gułî şořanêt bo deyênim».

las dełê:

«maynê şê xizim bo derênin beyekcarî,

řimbî nezerîm bo bênin degeł cûte zergî xundikarî,

xom despêrim be xuła û be cebarî.

ya serî xom dadenêm ya gułî şořanê dênim be dyarî».

yay xezał dełê:

«çi bikem emin ser betał û mil bekwêne»

maynî şêxzyan bo le beharbendê derhêna,

de piştêyan dekirdewe zîne,

hegbeyan bo dehêna,

piřyan kird le nanî şekirîne.

las dełê:

«yay xezał! etû ew hegbet bo çîye?

engo bom bênin řimbêkî nezerî, kewayekî dûlayîye.

zewad naçête ser zarî heta gułî şořanêt bo nehênim be dyarîye».

las mał’awayîy kird, řoy. xanzadxan pêy zanî hezar û ḧewsed małî ’êl bû, birdî leser řêy lasî çadryan hełda. xanzadxan kutî: «deygêřmewe ewe deynêrin be kuştî biden».

las ajway heta geyşte ’êlî xoy, bekin çadrî xanzadxanêda řoyî kutî: «małe! çořêkim aw bidenê». xanzadexan kutî: «swar pyaw be». las kutî: «natwanim, debê biřom, swêndidrawim». las xanzadxanî nenasîyewe;

ca xanzad dełê:

«etû, ’emirim, boçî nabî pyawe?

axir nazanî ewe ’êlî toye bebê aẍay becê mawe?

beqsey ew qa’bey detnêrne çil piley ’umanê heta ser neyênyewe dwawe».

las dełê:

«qa’be! boç cinêwit be xezałê da, wat ne kird pyaw bim, ne nanit bixom ne awe

nazanî, swêndixorî xezałêm heta gułî çil piley ’umanê neyênim le hîç kwê nabim pyawe».

le çadran derdeçû ca řikêfî lê dawe.

xanzad dełê: «ca quřî kwê weserî xo bikem; ewcar nayêtewe bedwawe».

las řikêfî lê da ta çuwe çil piley ’umanê.

temaşa deka çwar pałewan degeřên deken seyranê.

eger laseşořyan dî le zemanî,

heryeke gurzêkî gewreyan dana le ser şanî

las destî da řimbî nezerî, kutî: «biłan ewane bikujim biła serkirde pê bizanê,

sêyanî ser biřî, ewî dî gwê piçřî: «xeberê bo serkirde bere biła pê bizanê

eger lêy pirsî, ewe kê bû, biłê: ewe laseşořî bałekîye;

be qisey xezałê hatuwe bo gułî ’umanê,

xeberê bide be serkirdekanî dî, biła hemû pê bizanê».

ca eger pałewan xeberî be serkirdey dawe,

serkirde dełê: «ey pałewanî min, ewe çi buwe? çû lê qewmawe?»

dełê: pałewanêke hatuwe lewlawe,

dełê: emin lasî bałekîm, mujdey bide be pałewanan tewawe,

emin lasî bałekîm bo gułî şořanî hatûm tewawe.

eger xeber be hemû serkirdan dirawe,

hemûy xiřbowe, hatewe lewlawe,

hemûy îklamî laseşořî bałekyan kêşawe,

hemûy leber destî řawestan detgut êxsîrin, lêyan qewmawe.

deygut: yan debê şeřêm degeł biken, ya debê çil piley ’umanê biken biławe.

deygut: hemû pałewan û benawîn,

her çî etû defermûy nokerîn řawestawîn.

deygut: dena de biřon, řamemênin,

ḧukme debê çil gułî şořanê bo bênin.

gułî cisin bin xezałê neřencênin!

binêrin ḧacî û melay şarî ’umanê bênin,

ḧukme debê ew çil pilane hemû biřûxênin».

kê bû lew pałewanane tewawe,

bew şewey çil gułyan gułî şořanî hênawe,

desk bedeskyan kird, de hegbey lasyan nawe,

be awrîşmî dûkanê pêçrawe,

fe’leyan hêna çil pile hemûy řûxawe,

xełkî şarî ’umanê hemû destewdu’a bo lasî bałekî řawestawe.

las dełê:

«xizmîne! dewłet zyad û małî awa»

gułî şořanî hênay û geřawe bedwawe,

heta geyîye çadrî xanzadxanê, ca lewênderê, le çadrêy ladawe,

xanzadxan dełê:

«amoza bequrbanit bim were, bibe pyawe

were, lekin emin bixo parwêk nan û çořêk awe.

çend řoje, de zeḧmet day, gelêkit kwêrewerî kêşawe».

las dełê:

«xanzade! natewawe

wat nekird; ne nanit bixom ne awe,

«etû boçî cinêwit be xezałê bełek çaw dawe?

swêndim be serî xezałê xwarduwe, le hîç kwê nabim pyawe».

xanzadexan dełê:

«lasî bełek çawe!

be qisey ew qa’bey carêkî ser nayênyewe dwawe.

heřo, biřo, be xułam be zamin neday tewawe

řebî, lew mexsûdey nebînî mirad û kawe»

xanzad dełê:

«las etû bo wa bê fikirî?

nazanî, ’êlatî xot ewa le dût degrî?

heřo, biřo, řebî tîrî çiłkinan bitgirî

cedî pêẍemberî nefesî pîrxdirî

yay xezał ew gułanet besaẍ û selametî lî wernegrî».

eger le xizmet xanzadexanê beřê bû, tûşî dû řêyan bû yekî řêy çwar řojan bû yekyan řêy şew û řojêk bû. ew řêy yek řojekey zor betirs bû, řêy çwar řojeke zor emîn bû. las le řêy yek řojey řoyî, ew řêyeş wiłatî çiłkinan bû, kes neydewêra bew řêyeyda biřwa. las her ewendey zanî tîrêkyan awêtê. eger awřî dawe le biłindî bû. las le jêrła zergêkî pêdada kuştî. le serřa hate xwarê. yekî dî tîrêkî awît, le řanî lasî da, zînî degeł biřî. kutî: «wełłahî! derî nayênmewe, heta bedestî xezałê derneyê».

ajway û hate xware.

heta degeyîyewe ’êlî mamûdînan ewcare.

bepîryewe dehat mexlûq û yay xezałê nazdare.

yay xezał dełê:

«bexêrêyewe, ser çawî min, şořesware»

las dełê:

«selamun’eleykum dûbare».

xezał dełê:

«etû pêm biłê carê gułî şořanêt bebê kwêrewerî hênawe?»

dełê: «bebê kwêrewerî hatim, emma tîrêkyan le řanî min dawe:

swêndim xward, kutim: derî nayênim, heta neybînê xezałê bełek çawe».

xezał destî da tîreke; herçendî kird boy hełnekşawe.

xezał dełê:

«çi bikem, çawim kwêr bû, serim de quřê nirawe».

xezał ḧukmî kird, tîrekey hełkêşawe,

las bê hoş bû, zimanî şikawe.

nardî, ḧekîm û ’etarî bo wî hênawe;

ḧekîmî leser birînî wî danawe;

xeberî bexanzadexanî ḧerîrê dawe.

kutî: «wełłahî! nayême serî, beqsey ew qe’bey way lê qewmawe.

cehnidem! ba lewêş biřwa bewlawe».

kê bû le lasî benaz û ercû,

elḧemdulîllah! birînekanî pêkewe xoş bû,

las lew derdeş ewa řizgar bû.

las hełsita bepêy xoy degeřawe.

řojêkî swarbû, deykird řeşeřawe,

birînekanî çak nebûnewe, serlenwê dekulawe.

herçend ḧekîmî hate serê ’îlacî nekirawe,

bê hoş bû, zimanî şikawe.

xezał dengî xełqî deda, dûbare le xanzadexanê gêřawe;

xanzadexan be ’êlewe xoy de quřê nawe,

geyîye wiłatî mamûdînan, deygut: «ewe çi le lasî qewmawe?»

deyangut: «nexoşêkî gelêk tewawe».

xezał û xanzad deçûne ser lasî řodenîştin tewawe.

xanzad dełê:

«melayan bang biken, bixiwênin yasînê

kuře kuřey bałekyan bang biken; bikenewe germeşînê;

feqê û sofîyan bang biken, le xułay bipařênewe, bikenewe amîn amînê,

deşqem lasî bałekî ewcar nemrê bewê birînê».

xułaye! keremdar û qadrî!

mîwanî xułay dê, řûḧê le lasî werdegrî,

ewcar becarêkî las demrî û řadebrî

xanzad û xezał quřê le xoy degrî.

lasyan hełgirt û birdyan le bo qebrî.

de qebryan na, lewê becê mawe,

xanzadexan bedłişikistî bo nêw ’êlî bałekyan geřare?

xezał lewênderê becê mawe.

xułaye! etû gewre û nadrî

biřwane eqłî «řeḧman bekirî»

qedrî «saḧêbî ałmanî»çilon řadegrî,

řebbî, «saḧîbî ałmanî» bo xatrî dayk û xuşkî xot nemrî.