mem û zîn 6

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 13 Xulek  788 Dîtin
kê bû, le bengînî gułbawe,
bang leser bangî lê dedawe.
kewł û goçanî mîrmemî řoy denawe,
bang leser bangî lê dedawe.
dełê: «ey xułaye, le welayetî ẍurbet çim lê qewmawe!»
bengîne dełê: «mîrmem emnî bo beratê hênawe».
çû kewł û goçanî hełgirt le pêş mîrzêndînî řawestawe.
kakemem hełsita betaqî tenê bo małe qeretajdînî geřawe.
eger gwê hełdexa, xatûn estî dełê: «xułaye! çibkem çim lê qewmawe;
«eger kakemem xuşkî minî nedewîst, bo kelamułłay deber xuşkî min nawe?»
mîrmem eger deçû, eger temaşay kird ’irfo û çeko saz û çeqeneyan řonawe.
qeretajdîn ẍemnak mawe.
eger bekir ew qisey debîstin tewawe,
be zerîfî le dîwanî mîrî hełsitawe,
bo xizmet yayezînê deçû zor xoşî bûn hengawe.
be’asta perdey yayezînêy hełdawe,
be’anqestî degeřawe bedwawe,
yayezîn dełê:
«kabekir! bifermû were pêşê, bizanim ewşew le dîwanê çi qewmawe».
eger bekir wa dezanê, çuwe kin yayezînê danîşt le dîwanê.
yayezîn dełê:
«kabekir! bom bigêřewe bizanim, çi buwe çi suḧbetêk kirawe».
bekir dełê:
«çi bikem, biray tû şêt û natewawe;
emin nazanim, çibkem biray tû nazanê řêy guzeranê.
ḧîzbabêkî xwêřî hatuwe kes be menziłî nazanê,
ewşew kakî tû sê carî etû pêşkêş kird, qibûłî nekird le dîwanê».
yayezîn dełê:
«pêm biłê, ew qise çîye;
bekir’aẍa ewey qibûł nakem, ewe karêkî xořayîye.
ewey emnyan dawetê nêwî çîye?»
dełê «nazanim; kakememî pê dełên yekî zerdełey xwêřîye!»
yayezîn dełê:
«serî betałim, milî bekwênim.
bekir, ewe xetay toye, sî û dû didanit be gazî derdênim!»
bekir dełê:
«emin çibkem, texsîrim çîye?
ew mîrmeme pyawêkî zor naçîzeye xwêřîye.
biray tû pyawan nanasê etûy lekin giran nîye».
eger bekir ew qisey dekird tewawe,
bezerîfî hełdesta perdey hełdegirt, degeřawe be dwawe.
yayezîn bo xoy degryê û xemnak mawe;
dełê: «xułaye! eger ew pyawe emnî nedewîst, bo le yemenê kelamułłay depêş emin nawe?
le min mil bekwên û baban wêranê!
sibḧeynê debê ew kakememey bibînim, bizanim eger emnî nedewîst boç padşayetîy yemenêy becê deyeşt, řêy dwazde mang û bîst û çwar řojan dehate cizîrê wêranê».
řojêkî ser le sibḧeynane,
çwar şêran le serbanî qeretajdînî girtuwe dîwane.
yayezîn kutî: «boçî mecmî’ey ew qapan hemû řojê naşon; be pîsî deçne dîwanê. kakim her şeřyetî». be qerewaşanî kut: «hełî girin deybeme ḧewzî małe kakim; emin deyanşom ewřo ba hemû şam û neharan wa biçête dîwanê». xêłekî beser xoy kêşa řepêş kewt.
ewîş qap û mecmî’ey hełgirt, wedûy kewt.
çeko dełê:
«’irfo! qeretajdîn, mîrmem gyane we gyane!
«ew biłindey bełek çaw kêye, dête xwarê bo řazî kanyane».
’irfo dełê:
«çeko! mîrmem, qeretajdîn, ezu bibim be qurbane!
ew xatûne ew xatûnêye, eger ew sê şêrê betemane».
yayezîn jinxuşkî qeretajdîne. ewan leber qeretajdînî şermyan kird dengê biken. qeretajdîn kutî: «kelamułłayan bom bênin». qeretajdîn kelamułłahî xward bo ’irfo, çeko, kakememî kutî: «heta emin zîndûm yayezîn îngo hersêkane; înca herçî xuła dayê î wî bê». qeretajdîn kutî: «biła kakemem biçê řêy lê bigrê, nekû biłê: bira çikołem, be pyawim nazanin». çeko gutî: «her kesêk yayezînî pê qayl bê, ew bira gewreman bê».
«eme sê bira hebûn esp boze,
hersêk saḧbî gurz û kemend û espabî qoze.
hełsite biřo yaxuła yarî xot mubarek bê, dwamîn pîroze».
’irfo dełê:
«eme sê bira hebûn esp ałe,
hersêk saḧbî gurz û kemend û şîr û metałe.
lawe! mîrmem hełsite biřo yarî xot mubarek bê, dwamîn ḧełałe!»
kakemem her řawesta pûşkey de ’erzî wejenî, dengî nekird.
qeretajdîn dełê:
«mîr mem leminit kewê degeł ewê sexûnê degeł ewê tanê!
řebî xuła! ew birayanet lê nestênê, heta xuła deka dîwanê.
hełsite, biřo deşqemî pyaw qisêkî le maşûqey xoy bizanê».
be kakememyan kut: «hełsite biřo». kutî: «kuře mał xeranebû! nwêjî nîweřoyê bê, nêweřastî şarî cizîrê bê, sê şêrî wek engo řawestê lêre, emin çilon piştim dengo dekem, deçim bo nwêjî nîweřoyê, řê çilon le xuşkî mîrî degirim? wełłahî! diłim bitoqê natwanim biçim». ’irfo hełsita degeł çekoy, qeretajdînî, le serbanî çûne xwarê; espî xoyan hênaderê; swêndyan xward be qur’anê: «eger yayezîn qisey degeł kakememî yek bê, herçî le kûçan, le suqaqan qisêkî bika, fizûłî bika, serî debřîn».
kê bû le kakememî gułbawe,
kewłî qaqmî be milî xoyda dawe,
gelêkî xoş bûn hengawe.
’irfo du’a û ayetulkursîy dexwênd deykirdin tewawe,
heta deçû le řazî kanyê le yayezînê deykird selam û seławe.
yayezîn ’elêkî we mîrmemî qelender nedawe,
yayezîn dełê:
«lawe! law mebe û tiřo
xełqî cizîrê ewa le serbanan buwe ko beko
eger ḧacetî awêt heye, desniwêjî xot hełgire biřo».
mîr mem dełê:
«xułaye çilon xanem buwe wêrane
hezar neḧlet le babî xom dwamîn le babî hemû pyawane
řêy dwazde mang û bîst û çwar řojan padşayetî yemenê becê bêłe be qisey jinan hełsite were êrekane;
êsta dełê: «lawe! eger ḧacetî awêt heye, desniwêjî xot hełgire û biřo xełq şimir û şeytane».
kê bû le mîr memî gułbawe,
kewłî be ser şanî xoyda deda, be’aczî degeřawe be dwawe. yayezîn gutî: «xułaye! ewe ewa hat, qisey xoy kird, emin diłim şikand; kelamî xułay ewî nagrê, emin degrê, becwanî demirim, bekafrî demirim. biła bangî kem, bigeřêtewe, deşqem dû qisanî degeł bikem». yayezîn bang dêłê:
lawe! hey lawe!
eger ḧezretî cibraylî xoşewîste, nîday bo xoşewîstî wî hênawe,
lawe etû, ew xułaye ke ḧezretî mûsay le nûrî xilqet kirduwe, hewełî sibḧeynan hezar û yek kelamî le baregay xułay deka tewawe;
lawe, beşqî ew xułayey, eger ’ezretî ’îsay řuḧułłay le nûrî xilqet kirduwe, mirdûy le qebiristanan pê dejyawe;
lawe herçend momin û melayketin detênme tikaye
bo xatrî min, ew careke bigeřêwe dwawe!»
ewcar kakemem be şanî řasteyda geřawe,
temenay le xułay dekird, le pêẍemberî depařawe,
heta deçû le řazî kanye le yayezînê deykird selam û seławe.
yayezîn dełê:
«eleykumuselam weřeḧmetułłahî, ser hertik çawî min, mîrmem şořelawe!
şewê dî, eger ew gêçełe le dîwanê deqewmî boçî le minî mil bekwênit negêřawe,
eleykumuselam weřeḧmetułłahî, ser çawî min, baban wêranê
etû şewê dî boçî eminit le kakim qibûł nekird le lay dîwanê?
eger xot be pyaw nedezanî boçî deber eminit dena sî cizûy qur’anê?»
kakemem dełê:
«yayezîn, etû gelêk saḧb xatrî
kakemem nehatuwe fîncan fîncanî qawey be sedeqeser wergirî
xuła ẍezebî ḧewtebeqey asmanê bibarênê le şanî kabekirî
yayezîn! řojim lê hełat geyîye miḧelî çêştengawê
řûmetî yayezînê gelêk bemin zerîftirin le şûşey guławê
birya ew dest û cam bam, eger yayezînê deyawêtmewe ser řûy awê
řojim lê hełat, geywete nîweřoyê,
řûmetî yayezînê gelêk zerîftirin le gułî lîmoyê
birya awdest û cam bam, eger yayezîn be destî mubarekî deyawêtme ser řûy coyê
řojim lê hełat, geye fesłî êwarê
řûmetî yayezînê gelêk zerîftirin le denkî de henarê
birya ew tas û tebeq bam, eger yayezîn be pencey mebarekî deyawîtme ser tateşwarê
řojim lê hełat geyîye meḧelî nwêjî şêwan
řûmetî yayezîn gelêk zerîftirin le gułî de mêwan
birya ew dest û cam bam û eger yayezînê be pencey mubarekî deyawîtmewe
ser qembełî de lêwan
řebbî xułaye! etû řeḧmiberî, degeł yayezînê çîdî nenbê nêwan
řojim lê hełat geywetewe nwêjî xewtinê
řûmetî yayezînê gelêk zerîftirin le gułî de swêsnê
řebbî xułagîrim bî, ewê řojê deka dîwanê degeł dîwan kirdinê
yayezîn! be xułay, emin dest le tû hełnagirim heta řojî mirdinê
yayezîn! awrim tê berbû, cigerm sûtawe
ẍerîbî şaranim bengîneşim lê hełbiřawe
şarî yemenêm le çengan çû, ewîşim de pênawî tû nawe
yayezîn! eger agat lêm nebê, zor xirapim lê qewmawe
emin û tû wa lêk nabînîn mirad û kawê
gerdinî tû gelêk zerîftire le şûşey guławê
eger detwanî be destî mubarekit, zimanim şika bimdeye çořêk awê!»
yayezîn dełê:
«milim bekwêne, diłim be tazî
«gurg awřî mîrzîndênî gelêk bê řezatirin le mûy berazî
etû çilon detwanî be nwêjî nîweřoyê le nêweřastî şarî cizîrê camî awê le min bixiwazî?»
kake mem dełê:
«yayezîn, hêzî cigerm, çiray çawanim!
êsta emin ẍerîbî hemû şaranim
leweş bê tîp û sipatir bim, hêşta mîrî biray xot be meyter û nokerî xom nazanim
ẍerîbey şaran, leber xatrî tû zor bê mekanim
hîç kes nazanê yayezîn çend cwane
bom becê hêştuwe text û mekane
herçêkî jine, pêşkaryan şeytane
êsta çořêkim aw nadatê; dełê xełq şeytane!»
kê bû le yayezînê bełek çawe
destî deda camî awê, bazney le destî xoy derhêna, engustîley le qamkî xoy řakêşawe
gwarey le gwêy xoy derhêna, derzî le berokî hełkêşawe, de camî awêy nawe
camî le serînçawey kanîyê, hełdênca, be des kakememî dawe
kakemem awekey xwardewe, bazin û engustîle û kirmek û hemûy de baẍełî xoy nawe
camî bedes yayezînêda. yayezîn dełê: «înca mîrmem dewłet zyad û małî awa»
kakemem dełê:
«le xom ẍerîb û xanewêranê
êsta ẍerîbî şaranim kes qedirim nazanê
yayezîn! be zatî xułay be ḧeqî qur’anê
emin lêre nařom heta degełim danenêy cê jwanê».
yayezîn dełê:
«serî betałim, babanî wêranim!
çil qerewaşim heye hîç kesêkyan be humêd nazanim
çi cêyan şik nabem, nîye mitmanim
boye wa xecałet û serewêranim».
mîrmem dełê:
«emin ẍerîbim becêyekî çak dezanim.
awrim tê berbû, çoqem dekewtê:
meḧelî çêştanî sułtanî jwanman mî’racî mizgewtê».
yayezîn dełê:
«xułaye! çilon řûm řeşe, babanim wêrane!
mizgewtî kakî min le layekî dîwan gîrawe; lêy řonîştûn wekîl û wezîrî kewł beşane.
le terefî dîkey lêy řonîştûn sofîy bermał le milane.
ewa le mî’racî mizgewtê mela meseley dexwênê le beḧsî dinya û qyametane
le pêşxanan noker û qennedarî berdestane
eger mizgewtî kakî min çoł û eḧedulqendehar debê, be kułîniçkanî becê demênin dwazde kwêrî ḧafzulqur’ane.
le layekî tekyeye, le terefî dîkeyan xaneqařonane
ewhe bo musłimanan çake, têda bênin şadew’îmane
yařebî be karî tû sed car şukirane»
kê bû le kakemem û yayezînî gułbawe
qewl û qeraryan debû tewawe
ewa řoj le nîweřoyê wergeřawe
mîrmem dełê:
«yayezîn, ’emrekem! dewłet zyad û małî awa»
yayezîn dełê:
«tuxuła! meřo lekin emnî hejarî
bengîne lekinit nemawe be xemxiwarî
çibkem, kê dełêy binêrme kinit be xizmetkarî?»
kake mem dełê:
«yayezînê çaw cwanê!
řoḧî xomit qurban dekem degeł sertapay êmanê.
ew qisane pêkewe dekeyn înşałła sibḧeyanê».
kê bû le mîrmemî gułbawe,
deygut: «yayezîn, ’emirim! dewłet zyad û małî awa»
yayezîn dełê:
«çi bikem emnî qelenderî
mîrmem, heřo biřo, bexułat be’aman dedem, bezamin bepêẍemberî».
kê bû le mîrmemî gułbawe,
bo xizmet ’irfo û çeko û qeretajdînî geřawe
deçû le hersêk birayan deykird selam û seławe.
çeko dełê:
«etû bizane le karî xułay asmanê
mîrmem bexêrêyewe le sefa û seyranê
ew yayezînî emin tê bełedim, saḧb î’laye; hîç kes metłebêy lê nazanê».
mîrmem dełê:
«qeretajdîn! lêm mede be şîran, memkuje be twancan
merd ew merde nîye biçête řêy kiçî de kirmancan
merd ew merdeye le kîjî de mîran wegêrê bazin û bacan».
’irfo dełê:
«yařebî, bexêrêyewe, lawe
ew yayezînî bełek çawe
leknim qisey degeł hîç kesî nabê tewawe».
kakemem dełê:
«’irfo! memkuje be şîran
merd ew merde nîye biçête řêgay kiçî de wan feqîran
merd ew merdeye bazin û gwaran bistênê le kîjî de mîran».
kê bû le mîrmemî bełek çawe
le ’irfo û çeko û qeretajdînî deykird seławe
bazin û gwarey le baẍełî xoy derhêna, le pêş ewanî řonawe.
deygut: her kesêkî ewey hełgirî, kakemem nokere le pêş destî řawestawe.
qeretajdîn dełê:
«yaxuła mîrmem nemrî!
xuławendî mîrî mezin destit le ’emrî bigrî!
ewe her qabîl be toye hełî bigrî
etû gewrey hemwanî; debê herkese kewşî tû leser çawî xoy řabgirî»
’irfo dełê:
«mîrmem, gyane! eminit debme noker leberdestane».
çeko dełê:
«mîrmem! be biragewreyîy tû sed car şukirane»
înca mîrzêndîn be nokeranî gut: «biřon kakememî bênne êrekane».
nokerî mîrî dehatin be lîngidane
dełê: «selamu’eleykum mîrmem; mîr fermûy teşrîfî mubarekit bête êrekane».
eger mîrmem wa dezanê
’irfo û çeko û qeretajdîn hełdegrî, deçê bo dîwanê.
kê bû le mîrmemî gułbawe
degeyîye dîwanê, le mîrî dekird selam û seławe
dełê: «’eleykum eselam û řeḧmetułłahî bexêrêy, şoře lawe!»