mem û zîn 7

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 14 Xulek  901 Dîtin
mîr dełê:
«kakemem nekeyn guftarê,
biła texte nerdînê bênîn řobnîşîn le qumarê».
řodenîştin dû be dû mîrmemî newciwane
bo we’dey pênc se’atî lêkyan deda şan beşane
kakemem zorî le mîrî birdewe, kirdî serî wêrane.
kutî: «biła cêyan bigořînewe». gutî: «bełê, qurban». bekir tegbîrî kirdibû cêyan bigořnewe; kakememyan lewê hełistan, çuwe cêy mîrî. mîryan hêna cêy kakememî. dîsan qumaryan kird. mîr başarî kakememî nekird. mîr gutî: «biła qawêkî bixoynewe». bekir bedzî be mîrî gut: «biła yayezîn bê, qawey bigêřê». yayezîn qawey hêna, gutî: «hanê bengîne byandeye». mîr gutî: «yayezîn! boxot qawey bide». bekir be mîrî bedzî kutî: «bendêkî bangî kakememî ke». mîr dełê:
«kakemem, bew xułayey kem bê nisrîne,
padşayekî bê şerîke, hîç şerîkî le bo nîne
lekin emin waye ewetî le dayk û babî xot bûy hîç dostî bediłit nîne».
mîrmem dełê:
«mîr deẍîlit bim, emin debjêrim şukiranê
dostî min yekêke wek ’oryekanî le asmanê»
mîr dełê:
«yarî tom gwê qutin wek gwê de mişkan;
«ay dostî tû serî hełnaye leber espê û řişkan».
mîrmem dełê:
«mîran! be qurbanit bim, lêm megre behanê
dostî min yekêke wek ’orîyekanî le asmanê
dostî min eweye, buwe be saqî qawey degêřê le dîwanê».
mîr dełê:
«mîrmem beqam be qisey tû hîç nîye
ewetî le babit bûy, hîç dostit nîye».
mîr mem dełê:
«le xom ẍerîb û bêkes û xanewêranê
çunke mîwanim, pêm deken buxtanê
emin dełêm: dostim heye; çunke ẍerîbim kes pêm naka mitmanê
ewa qeretajdîn û ’irfo û çeko dezanin, dostî min eweye, qawey degêřê le dîwanê».
qeretajdîn be mîrî gut: «etû ew qeḧbe hênawte kirdûtete saqî le
dîwanî?» pîlî kakememî girt, birdyewe bo małê.
yayezîn qaqezêkî bo kakememî nûsî:
were, temenaye bikeyn le xułay, le saḧbî ’erz û asmanê, «kakî min aşqeřawe, hełkate şemałî, lêy da le gopał baranê.
sibḧeynê kakim deçête řawî ahûyê le deştî germyanê.
kakemem nexoşêk bê hîç kes be derdî nezanê.
sibḧeynê çêştanî, sułtanî jwan û peymanman bikewête lay dîwanê.
înca temenayan dekird le xułay. ḧedî mał nûstinan hełî dekirde şemałî,
lêy deda le gopał baranê. mîr denêrête kin kakememî, dełê: «hîç padşadyan řawî ahûyan nîye sibḧeynê».
kakemem dełê: «’erzî mîrî biken bebê fikirî,
«nexoşêkî hên giranim, bexułay, zîn wexom nagrî».
eger xeberyan bo mîrî debirdewe tewawe
deyangut: «mîr, qurban! kakemem nexoşe; nexoşêkî natewawe».
bengîne dełê:
«xanem xerabû, bizane aẍay min bebê kesî çîy lê qewmawe»
mîr dełê:
«bengîn, megrye, bebê kakememî lêm ḧeram bê ew řawe
bengîn, hełsite, biřo, řamemêne
deẍîlit bim, řawî sibḧeynê xoşe, xeberêkî mîrmemim le bo bêne
eger deçîye ewê, xeberêkî lewê werdegrî
debê be xatûn estî xuşkim, biłêy, tedarekêkî le bo mîrmemî bigrî
înşałła eresû û luqman dênme serê, nayêłim mîrmem be çi derdan bimrî».
kê bû le bengînî gułbawe
dehat be giryan û be heştawe
heta degeyîye mîrmemî, deygut: «be qurbanit bim kwêt êşawe?»
deygut: «bengîne! metirse; jwanim degeł yayezînê řonawe».
diłim dełêy kûrey westayane, gelêk le coşe.
eger deçîye kin mîrzêndînî biłê: mîrmem derdî girane, gelêk nexoşe.»
eger bengîn wederdekewt, ew xeberey bo aẍay xoy birdewe le dîwanê
dełê: «mîrmem nexoşe, kes be dewa û derdî nazanê».
mîrzêndîn dełê:
«çi bikem, lêm têk çû, bebê mîrmemî naçme ew řawey sibḧeynê».
mîr dełê:
«bengîne azîzim, bengînêkî şîrînê!
«espan bênederê, swarbin, biçîne kin kakememî małe qeretajdînê».
bekir’aẍa dełê:
«etû bo wa mîrêkî bestezmanî?
carê bew şewey le małe qeretajdînî hełmestêne mał û xêzanî
demêkî dî swar debîn, se’atêkî mawe le bo berî beyanî».
mîr dełê:
«hoy bengîne;
de biła tedarekî bigirin, espî min bikenewe zîne
înşałła be selametî kakememî bo małe qeretajdînî biçîne».
kê bû le bengînî muḧtebere,
espî mîrzêndînî zînî lê dekird, deykêşa teng û bere,
tacî û tûłeyan bang dekird ewber ewbere,
mîr dehat; pêy de řikêfê dena. le zînî murese’î dekewte sere;
deygut: «bengîne! be serî min, depêşda biřo xeberêkî min bo kakememî bere».
kê bû le mîrî gułbawe,
dey ajwa be pele û be hengawe,
dehat, le małe qeretajdînî debû pyawe,
deygut: «kake! hîç xot nexoş meke, wegîr hîç padşayan nakewê ew řeşeřawe»
mîran etû gelêk bê fikirî.
herçen dekem, mîrmem xoy leser espî řanagrî.
mîr! pekî xot mexe; xirapim lê qewmawe.
emin gelêkim pê le tû xoştire ew řawe,
emma nexoşêkî bê îxtyarim, cigerm biřawe».
mîr dełê:
«kakemem, le xom nabînim mirad û kawê
ḧukme debê degeł xom bitbeme řawê?»
kê bû le mîrî muḧtebere,
deygut: «bengîne biřo espî kakememî bênedere;
’irfo û çekoyanim bo bike xebere».
bengîn deçû, espî kakememî dehêna dere
xatûn estî dełê:
«bengîne! tenganî şil bikêşe ewber ewbere»
eger bengîn espî mîrmemî dehêna, pêy deřkêfê dena, bikewête sere
herçî kirdî, hêzî nebû qelendere
xatûn estî dełê:
«birale! be kakememî nakirê ew sefere».
mîrzêndîn dełê:
«xuşkê lêm megoře, lêy nabînim kawê;
eger be kołêm birdibê, kakememî debeme řawê».
kakemem delerzî, eger le bałexaney wederkewt,
pêy deřkêfê na neçuwe serê, zînî espekey deber zigî kewt.
mîr kutî:
«tengey ew espey bo wa şile? tengeyan tund kêşa kakememyan swarkird.
çend kirdî; xoy řanegirt.
mîr kutî: «daybezênnewe; zor nexoşe. řawî ewřo ḧeyfe kakemem degeł nebû; biço, bekir’aẍa pêy biłên swarbê».
bekir kutî: «espekem şele; mîr teşrîfî biřwa; wiłaxêkî peyda dekem û deygemê». bekir neçû bo řawê, qasîdêkî narde ser kakememî. kakemem heta çêştanê danîşt le paşan sebir sebir řoy bo dîwanî mîrî. geyîye dîwanê, danîşt. yayezîn hełsita, hate xizmet kakememî.
kê bû le mem û zînî bełek çawe
yayezîn dehat, le kake memî dekird selam û seławe
deygut: «’eleykum eselam û řeḧmetułłahî, serçawî min, xatûnê, kêl gerdinêy bełek çawe»
destyan destoy yek dekird, demyan be dimî yekewe nawe.
bekir agay lê bû kakemem hate dîwanê
qasîdî leser dadena le bo kêşk kêşanê
kêşkî çakyan lê kêşawe
herdûk xewyan lê dekewt, ew cûte lawe
mîr řawî dekird heta řoj wergeřawe
bangî dekird: «ḧeyfe, çeko, kakemem degeł nebû, pêm xoş nebû ew řawe».
řûyan de małê kirdewe. qeretajdîn gutî: «emin dezanim kakemem degeł yayezînê de dîwanê xewî lê kewtuwe; eger hełî nestênê, wexeber naye». bangî kird: «bengîne! were ta pêt biłêm. were, etû hełê; emin řêt dekewm; dûr darêkit pêda dedem, megeřêwe ser darekey, her biřo heta małê. dabeze, mem û zînyan le xewê hełsitêne». eger mîr kutî: «ewe le darî tirsa, wa negeřawe bo dwaye». qeretajdîn dełê: «emin dełêm, mîr, ewe netirsa; ewe deçê, dadebezê, dê le derkî dîwanê boxoy ciłewî aẍay xoy degrê». mîr kutî: «ewe şwênêkî çake». eger bengîne hatewe, temaşay kird mem û zîn xewyan lê kewtibû, hîç agayan le dinyaye nebû. kutî: «eger hełyan destênim, gunahim degatê; eger hełyan nastênim êsta mîr degate cê, pê dezanê, serman debiřn». bengîn řwanî: ewa mîr hat. bengîn dełê:
«hay mîrmem! le xom ẍerîb û hejarî
awrêkim de bedenê berbû daygirtim beyekcarî
kakemem, lew xewey hełsite, kełêkî wekû mîrî hat û geyîye qerax şarî
way, le xom ẍerîbê û yexsîrê
mîrmem, lew xewey hełsite ẍerîbî xot webîrê;
kełêkî wekû mîrzêndînî hat û geyîye derwazey cizîrê».
kakemem le xewê hełsita kutî: «bengîne ewe çîye?»
kutî mał xeranebû! ewe mîr geyîye cê; etû bo hełnastî, le dîwanê biřoyewe?» kutî: «bengîne! temaşake, bizane dûre ya nîzîke». bengîne çuwe serbanî, temaşay dekird, kemî mabû, bigate qeraxî şarî. eger hat temaşay kird, mem û zîn dîsan xewyan lê kewtibowe.
bengîn dełê:
«le xom ẍerîbê, cigersûtawê
ey aẍakey min le xoy nabînê çi mirad û kawê
hay lawe, mîrmem! lew şîrin xewey; hełsite kełêkî wekû mîrî hatewe le řawê
kwênî syamałanim deberken beyekcarî
mîrmem lew xewey hełsite; kełêkî wekû mîrî hat û geyîye derwazey şarî
mîrmem le xom ẍerîb û mał wêranê
kełêkî wekû mîrî hat û geyîye derkî dîwanê».
mîr ciłewî hełengawit. řawesta; gutî: «bengîne. daxuła kakemem çilone?»
kutî: «nazanim hatûmewe, lêre řawestam». dew demîda bekir’aẍa hat û geyîye xizmet mîrî.
bekir’aẍay kutî: «aẍa! bexêrêyewe; řawit mubarek bê». mîr kutî: «biła, biçîn serêkî kakememî bideyn». bekir deyzanê degeł yayezînê de wetaẍê dan. bekir kutî: «qurban! dabeze. pyawî denêrim, bizanê kakemem çilone». mîr dabezî. espyan lê wergirt, çuwe małê. bengîne hatewe, bangî kakememî deka dełê:
«duwan aşq hebûn lemêje
herdûk leber xewê bibûn hoř û gêje
hey aẍa! be qurbanit bim. lew şîrîn xewey hełsite, dořandûtin hemû nwêje».
mîr eger hatewe, çuwe dîwanê. kakemem çarî nebû, yayezînî debin kewłê na. pałî we kułîniçkî wetaẍêda. ’irfo, çeko, qeretajdîn, bekir’aẍa hemû hat danîşt. mîr kutî: «ha kakemem çilonî?» kutî: «qurban! xuła bika, řawî tû mubarek bê! emin çakim». kutî: «kakemem! řawî ewřo çi padşayan neyanbû; ḧeyfe etû degeł nebûy». yayezîn de gwê kewłîda kezî xoy be qeretajdînî nîşan da. qeretajdîn eger wayzanî, nokerî bang kird, kutî: «biřo, ḧewt derkim heye; pûşî tênê, awerî bide; biła małe min bisûtê».
awrêk hełsita le serî dinê
yekî dî hełsita lew serî dinê
hay małe qeretajdînî hemûy sûta be sûtnê
bengîn dełê:
«mîr, awrêk de małe qeretajdînî berbû. çi awrêkî bê amane!
eger hełnestî, êsta şarî cizîrê desûtê
debê wêrane
etû mîrêkî bê fikirî
ewe şemał hat, awrî dênê be ser xanûberey tuda, řadebrî
eger hełnestî, êsta koşk û talarî toş awrî degrî».
mîrzêndîn dełê:
«mexlûqî cizîrê, wekîl û wezîr, biřon, damemênin
heřaken, ew awrey le małe qeretajdînî wekujênin»
bengîne dełê:
«way le xom bê sełayê!
mîr! eger boxot hełnestî, ew awre hên be ḧukme, çarey nayê».
eger mîr wa dezanê
şeqjin kewte dîwanê
mîr wederkewt be yeqînê
řûy kirde małe qeretajdînê
eger mîr řoy be hengawe
derk û pencerey bo kirawe
bekir’aẍa xoy degêřawe
kakemem lewê hełsitawe
degeł yayezînêy bełek çawe
kutî: «yayezîn! leber bekirşeytanî lêkman nedî mirad û kawe»
mem û zîn hatne pêşxanê
destyan kird be giryanê
karî bekirye, xuła dezanê!
mîrmem dełê:
«yayezîn! çilon çawan be qeretajdînî hełênim,
meger êłçîyan binêrim,
genc û xezêney yemenêy bo bênim».
eger lewê ew qise bû tewawe.
yayezîn dełê:
«kakemem karêkî zor gewre leme qewmawe».
deygut: «yayezîn! destit destoy kem, dû maçan le kułman bikem tewawe».
eger demî ře kułmey yayezînê kewt,
destiřey destanî berbowe; ewî lewê kewt.
bekir heřa deka, řanamênê,
destiřey yayezînê piř dedatê deyřfênê.
kakemem dełê:
«çi bikem leber cebarî
biła, bekire mergeweřî bikujim beyekcarî?»
yayezîn dełê:
«le xom bê sełayê
«çi bikem, ewřo kareke bede, kuştinî bekirî bom pêk nayê».
mîrmem bo małe qeretajdînî çû; yayezînîş bo małê geřawe.
kakemem deçû le mîrî û qeretajdînî dekird seławe.
małe qeretajdînî awrî girt, mexlûqî cizîrêy hemû beserda řijawe.
qeretajdînî luřî be zimanî areban de jinêy xuřî:
dur, gwêtir! lankî kuřî.
xatûn estî dełê:
«ne ew małem dewê ne ew ḧałe
ne ew mindałem dewê ne ew tifałe
bew şertî le dinyayê selamet bin gerdinî zerd û řûy piř le xałe».
înca mîr danîşt; awreke kujawe; małe qeretajdînî hemû sûta. mîr kutî: «werin, berbûy małe qeretajdînî bikeyn».
mîr kutî: «wetaẍêkim be hemû şitêkewe daye be qeretajdînî. bekir aẍa; etû çî dedeyê?» bekir aẍa kutî: «qurban! emin çi nadem». kutî: «bekir aẍa! boçî?» kutî: «qurban kesêk małe xoy be destî xoy bisûtênê, emin małe xom boçî bidemê?» mîr kutî: «emin tê nagem; ew qise çîye?» destî da destiřey, kutî: «qurban! ewe le dîwanê bûn, eger etû le řawê hatyewe, kakemem yayezînî we bin kewłî dabû, qeretajdîn pêy zanî, nardî małe xoy awir tê berda; sûtandî heta yayezîn û kakemem xelas bin. eger beqam pê nakey, ewe destiřey yayezîn û kakememîye, le dîwanê lêm estandin, nekû biłêy: «bekir şeytane, abřûy xuşkî min deba», ca emin bo małe xom dedem be pyawî wa; qet buwe, noker be aẍay xoy ẍeyan bibê. mîr kutî: «bekir aẍa! etû řast dekey, mesłeḧet çîye? kakememî çilon bibetłênîn, qeretajdîn, ’irfo, çeko pê nezanin?» kutî: «qurban karêkî wa bikeyn, bengîn nezanê». hełistan çûnewe małê. bekir kutî: «qurban wiłatêkman heye qed xerciman nadatê; biła zîndanêkî hełkenîn bo kakememî, hîç kes nezanê». be mangêkî zîndanyan temam kird. bekir kutî: «binêre, ’irfo û çeko û qeretajdîn û bengîne û mîrmem bêne êre; mesłeḧetê bikeyn». nardyan, hemû hatin. mîr kutî: «kuřîne! eme çibkeyn; wiłatêkim heye îta’etêm naken, xercim nadenê». kutyan: «qurban! çi defermûy wa dekeyn». mîr kutî: «mesłeḧete engo biçin, kakememî bo min becê bêłn. betenê emin ’aciz debim». kutyan: «bełê; tedarekman bo bigre; leşkirman bo wederxe. yan serî xoman dadenêyn yan becarêkî mał û tałanit bo dênîn».