mem û zîn 5

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 13 Xulek  1011 Dîtin
yayezîn dełê:
hawarim weber ew xułaye!
eger bê şerîke taq û tenhaye
boxoy layezane
ew cûte swarekey be qisey min mil bekwênê, hatûne êrekane,
řebî le małe mîrî, kakî min nebin mîwane
ey xułaye! etû bê şerîkî çend bê nisrînî
ew cûte swarekey hatûn be qisey min mil be kwênî
padşayetî şarî yemenê lêyan becê demênî
yaxuła! neçne małe kabekirî; biçne małe xuşkî xom. qeretajdîn pyawêkî
řeşîde, sexîye, nan bideye. ew zor çakyan bexêrdênî
kê bû le kakemem û bengînî muḧtebere
xełqî cizîrêyan lê řawestabû ewber ewbere
kê bû le kakemem û bengînî gułbawe
behertik destanyan le ’alemê dekird seławe
cizîrî ewber ewber cwabyan dedawe
înca melîk řêḧan xêłekî be ser xoy kêşawe
le dway mem û bengînan dehat be hełedawe
mem û bengîn espî xoyan ajwawe
kê bû le mem û bengînî nadrî
le hîç kwê řanewestan heta geyne derkî kabekirî
xełqî cizîrê ewber ewber dewan defkirî
hîç kesêk nîye le derkî kabekirî
eger bê ciłewî ew cûte swarê bigrî
kê bû le kakememî gułbawe
bangî dekird: bengîney bełek çawe!
texsîrî min nîye, tegbîrî herdûkyanî lê kirawe
pyawî ẍerîb wek bazî çaw bestirawe
gelêk kes be qisey jinan tê şikawe
leknim małe bekir’aẍay çi mîwanî řanegirtuwe nanyan be hîç kes nedawe
kakemem dełê:
bengîne bengînêkî şîrînî!
mesłeḧet eweye biçîne małe qaretajdînî
ew pyawêkî lotîye, leser nanî danamênî.
kê bû le mîrmemî nazdare,
deygut: ehlî cizîrî, keyxuda, řidêndare
kûçey małe qeretajdînî kîheye, bo małe wî biçîne xware?
kê bû le pyawî tewawe
hemû paşewpaş dekşawe be dwawe
małe qeretajdînî be mem û bengînyan nîşan dawe
kê bû le xełqî saḧbî îmane
mujdeyan debird bo xatûn estî newciwane:
cûtêk swarî ẍerîb û newciwan ewe hatin bo êrekane.
xatûn estî eger wa dezanê
boxoy hełdesta le dîwanê:
biłan, bexêryan bênim ew mîwanane.
xatûn estî deka heraye:
«debła bên ciḧêł û mela û seyd û keyxudaye
yek beyek hemûy denardine řêgaye
kê bû le xatûn estî çaw şehêne
deynard qerewaş û serispî dehêna
şûşey guławyan degirt, wetaẍ û bałexaneyan pê dekird awpiřjêne.
kê bû le xatûn estîy germ koławe,
deynard qoçî qurbanîy dehênawe,
gawgerdûnî lepêş mem û bengînan kirawe.
ke mem û bengîn geyne kołanê
ciḧêł bepîryanewe çûn; destyan kird be xełat bexşanê
lewê řed bûn be sefaye
le ser řêye hebûn řîş sipî û keyxudaye
ke lewê řed bûn lê řawesta bûn seyd û melaye
kê bû le mîrmemî bełek çawe
selamî lewan dekird le nêwyan bû pyawe
înca bengîne gelêk nadrî
çek û espaban le mîrmemî werdegrî.
kakemem lewê řawesta; bengîne le bo meḧremê řadebrî
xatûn estî eger deyzanî ew guftare,
le penceranřa dête xware.
xatûn estî dełê:
«birale, gyane!
bo teşrîfit wa direng hate êrekane?
were, řonîşe; pêkewe bikeyn dû qisane».
bengîne dełê:
xatûnê, bełek çawe!
emin natwanim řonîşim; aẍam le derê řawestawe.
înca xatûn estî nardîye kin seyd û melay muxtarî:
kakememim bo merexes biken beyekcarî.
ke qasîd hatuwe lewlawe,
’erzî seyd û melayan kirawe,
kakememyan merexes kird, deygut: dewłet zyad û małî awa.
kakemem ke merexes kira hemû kes dezanê
řûy de ḧeremî qeretajdînî kird, xatûn estî pê dezanê.
xatûn estî bepîryewe hat, destî destoy kird dełê:
birale boç wa direng hatye cizîrê wêranê?
dinyay řûnim lê tarîk bû, le swê tû lêm biřa řêy guzeranê,
birale! hełsite biçîne wetaẍê bałexanê.
kê bû le mîrmemî muḧtebere
le pilîkanan dekewte sere
pencereyan bo dekirdinewe ewber ewbere,
degeł xatûn estî řodenîştin, xuşk û biray de muḧtebere
bengîne de pêş ewan řawesta bû destewnezere
kê bû le xatûn estîy bełek çawe
degeł mîrmemî guftaryan bo yekdirî gêřawe
bengîne bo řonîştinê merexest kirawe
mem û bengîn û xatûn estî řonîştin şan beşanê
xatûn estî dełê:
mîwanî mine kuřî padşay êranê.
xatûn estî dełê:
le xom mil bekwên û bê wetenê
çibkem mîwanî mine taqe kuřey birahîm padşay yemenê.
xatûn estî dełê:
çibkem! le min baban wêranê,
qeretajdîn le dîwanî mîrzêndînîye be hatnî ew mîwanane nazanê.
xatûn estî dełê:
kwêxa derk! were ber pencere û bałexanê;
be emînî biço xeberêkî be qeretajdînî bide, biła kakim nezanê.
kê bû le kwêxa derkî bełek çawe,
degeyîye derkî dîwanî mîrî, perdey hełdawe,
kewşî hełgirt û beqeretajdînî nîşan dawe.
mîrzêndîn awřî dedawe.
mîrzêndîn dełê:
«kwêxa derk boçî le dûy qeretajdînî hatûy, bo neharê çi dirus kirawe?»
kwêxa derk dełê:
«mîr bitbim be qurbane!
herçî etû bixoy heye, ema taze hatûn dû mîwane».
ke qeretajdîn le dîwanê hełsitawe,
le pilekanan dehate xwarê awřêkî we kwêxa derkî dedawe,
deygut: «çi xebere, çî qewmawe?»
deygut: «elḧemdulla hîç nîye;
«dû mîwanman hatûn le nêweřastî şarîye,
zor mîwanî de necîmin, xatûn estî le dûy tûy narduwe be te’cîlîye».
qeretajdîn dełê:
«emin boxom ẍewasim,
ew mîwanane bexêrên, zor çakyan denasim».
kê bû le qeretajdînî germ koławe
eger geyîye derkî xoy le hîç kwê řanewestawe
heta le pilîkanan dekewte ser, perdey hełdegirt, le hîç kwê řanewestawe
heta deçû, le mîr memî dekird selam û seławe.
deygut: «’eleykum’eselam û řeḧmetułłahî ser çawî min şoře lawe».
kê bû le melîk řêḧanî bełek çawe
çarşêwî be ser xoy hełkêşawe
be kûçeyda dehat behengawe
eger geyîye derkî małe kabekirî, eger temaşay kird ew mîwanekey hatbû, kes le derkî małe babî nemawe.
melîk řêḧan dełê:
«le xom ser betał û baban wêřanê!
dît çilon le derkî małe babim biřa řêy guzeranê?»
melîk řêḧan dełê:
«babe etû gelêk kafrî!
řojê heşta kes cîre û mwacbî le małe tû werdegrî
xeber le her çwar dewłetan degeřê, dełên: bekir’aẍa mîwanan řanagrî».
bekir’aẍa! çibkem? etû bekir’aẍayekî nadrî;
bekir’aẍa, etû bo min perjînî.
qet buwe, mîwan le małe tû cêy nebê, biçête małe qeretajdînî?»
bekir’aẍa dełê:
«be ḧeqî ewey saḧb sefaye!
ewî ewane boy hatûn le řûy dinyaye,
nayêłim hîç mexsûd û miradyan ḧasił bibê; be ḧeqî ew xułaye!».
melîk řêḧan dełê:
heyřo, sed caran řo!
dît çilon małe babekem lê bû nuẍro!
dijmin dełên:
małe bekir’aẍay le bo mîwanan neybû ka û co.
mîrzêndîn nardîye kin qeretajdînî: «kê mwacbî lê biřîwe?
kê qisey pê gutuwe? boçî nayete dîwanê?» qeretajdîn dełê:
«le sayey nêwçawanî wîwe kes natwanê çi bemin biłê; ema çend sałan bû birayekim bû řoyî bû be sayey nêwçawanî wî hatotewe; nêwî wî kakememe, ca leber ewey be xizmet nagem».
mîr ḧukmî lewî kird: «hełsitê; kakememî bênê û bête êre».
kutî: «qurban! ewřo merexes bifermû; sibḧeynê be xizmet mîrî degem degeł kakememî».
kuřî padşayekî dî bû, nêwî «’irfo» bû. ewîş hatbû bo małe qeretajdînî; ewîş bo yayezînê. kuřî padşayekî dî bû nêwî «çeko» bû. ewîş hatbû bo małe qeretajdînî; ewîş bo yayezînê. kake memîş kuřî birahîm padşay yemenê bû, ewîş hatbû małe qeretajdînî; ewîş bo yayezînê. qeretajdîn nêwî babî ’irfo û çekoy nedezanî; emma deyzanî kakemem kuřî birahîm padşay şarî yemenêye. şarî cizîrêş her deber ḧukmî yemenêdaye. înca eger sibḧeynê řoj bowe, qeretajdîn, ’irfo, çeko, kakemem û bengîn, her pêncyan hełistan bo dîwanî mîrî çûn. bekir qasîdî leser řêy ewan danabû. eger ewan çûn bo dîwanê, bekirîş le małe xoy hełsita hat; ewîş geyîye dîwanî mîrî.
înca dełê lew kuřî padşay tewawe
geyîye dîwanî mîrî lêyan dekird selam û seławe
mîrzêndîn deygut: «’elêkum’esselam û řeḧmetułłahî, ser herdûk çawe!»
cêyan be kakememî nîşan dawe.
’irfo depêşda hatbû; biray gewre bû. çeko le dway wî hat; biray nêwincî bû. kakemem le dway wan hatbû; biray çikołe bû. eger çûne dîwanî mîr zêndînî, mîr ḧukmî kird řeser hemuwanî xist; beramber xoy dana. qeretajdîn lepaş muxarîcî hemû şewî cum’an yekî penca tumenî le pişt serî wan dadena; deygut: «nekû xercîyan pê nebê abřûm deçê. nan minetî nîye bo min, nanî ḧîz ’eybe emin basî nanî bikem». şew û řojêkî lewê danîştin, mîr merexestî nekirdin. xatûn estî hełî girt, pyawêkî nard: «be kakim biłên, kakememî bo îzin nada bêtewe?» mîr fermûy: «merexestî dekem; biła bo şamê bêtewe kin emin. xuşkim boçî şitî be qeretajdînî deda, be min nada hîç? ewe kakemem merexsitim kird, hatewe; bo şamê debê bêtewe kin emin». kake mem hełsita řoy; ’irfo, çeko û qeretajdîn, hemûyan çûnewe. mîr ma degeł bekir’aẍay. kutî: «bekir’aẍa, were tegbîrê bikeyn; kakemem hênd necîme herçen dekem, şarî cizîrê qabîlî nîye bîdemê». bekir kutî: «ewe kêye şarî cizîrê qabîlî nîye, eger etû bîdeyyê». mîr fermûy: «bexuła, nazanim kuřî kêye; ema zor necîme». bekir’aẍa kutî: «qurban! bexot dezanî; keyfî xote». mîr fermûy: «hîçî dî şik nabim, meger yayezînêy be koşk û talarewe bidemê». bekir’aẍa gutî: «zor mubareke». nokeran mizgênîyan bird bo yayezînê: «ewşew kakit etû pêşkêşî kakememî deka». yayezîn beqestî dełê: «ew kakememe kwênderîye?» yayezîn mizgênîy pê dira. ewê şewê xoşî we diłî yayezînê kewt. ewîş mizgênîy nard bo xatûn estî: «ewa qisêkî wa peydabû le menziłî kakim». xatûn estî dełê:
«řebî xułaye, zor şukirane!
be mexsûd bigen ew newciwane».
înca bekir’aẍa û mîr deken tegbîrane:
mîr dełê: «bekir’aẍa! biła bîdeynê ewşew». dełê: «qurban! aẍay min! ewşewî mede. biço małê, pirsêkî bike, be yayezînêş biłê: xuşkê, emin etom bexşî be kakememî; mełê pêy negutim; eger řeza nebî natdem». kutî: «birale! ḧezê dekey bimsûtêne; emin le qisey tû dernaçim». bekir kutî: «qurban ewşew pekî kewt, bimênê bo sibḧey şewê înşałła». bekir hełsita, çowe małe xoy. çû lew kûçey le małe qeretajdînîřa dehat bo małe mîr zêndînî. bekir zêřî de baẍełî xoy na; be kûçeyda hate xwarê. her jinêkî ḧîzbû, qeḧbe bû dirawî daye. hêndêkyan kulêcey bo kirdin, hêndêkyan qendî danê. ew kûçey seranser piř kird. bewanî gut: «eger sibḧeynê xeberim danê:
«her kes le małe xoy bêtederê,
quřê beserî xoy ka, yexey xoy bipçiřê
bigîrêy biłê: heyřo! yayezîn gul bû, deryan kird le şarî cizîrê.
kake mem pê bizanê ewa yayezîn gul bû le şarî cizîrê deryan kird».
sibḧeynê jinekan hatne serî kûçey, destyan be giryanê kird. kakemem lewlay hat, gutî: «ewe çîye?». jinekan dełên:
«le xoman mil bekwên û hejarî,
řêy guzeranman biřa beyekcarî.
ewřo sê řoje yayezîn gul buwe; ker û têřyan dawetê. deryan kirduwe le şarî».
kakemem dełê: «ca çibkem, emin kelamułłam xwarduwe degeł ewî řêy dwazde mang û bîst û çwar řojan hatûme êre; înca emin çibkem degeł gulî»
dełê: «le xom xemgîn û xanewêranê!»
be diłişkistî hełsita çuwe dîwanê;
cêyan be kakememî nîşan da; ewey be îltifat dezanê.
mîr řûy debekirî kird, kutî: «biła yayezînê bideyn be kakememî. kutî: «qurban! biła şamê bikeyn, înca qisanî lê dekeyn». şamyan hêna, nanyan xward, xelas bûn. mîr gutî: «qeretajdîn! boç qisan nakey?» kutî: «qurban! fermayşî toye; herçî etû defermûy îta’etî dekem». kutî: «qeretajdîn! yayezîn becê û mekanewe ewa pêşkêşî kakememim kird». kake mem gutî: «xułaye! eger qibûłî dekem dełên: naçîzeye; gulî qibûł kird; eger namewê, emin swêndixorim degeł ewî». mîr fermûy: «qeretajdîn! ewe yayezînim becê û mekan û talarewe pêşkêşî kakememî kird». kakemem kutî: «mîr, ewe qibûłim kird; damewe be tû». mîr kutî: «qeretajdîn! her ewcar be kakememî dełêm: «kakemem! ewa yayezîn becêy û talarewe pêşkêş be tom kird». kakemem dełê: «ewe qibûłim kird; damewe be tû» mîr kutî: «ewe serra wî lêm qibûl kirdî». ’irfo, çeko keyfyan xoş bû; çunke kake mem yayezînî newîst. qeretajdîn xemnak ma. hełsita biřwa le řiqî kakememî çunke yayezînî newîstuwe. mîr fermûy: qeretajdîn, danîşewe; ewe kakemem yayezînî qibûł nekird le min, emin şitêkî lewî dexwazim, kakemem bemnî bida». kake mem kutî: bełê qurban çi defermûy beçawan». kutî «etû ew nokerey xot be min bide, ege bengîneye». gutî: «qurban! pêşkêşt bê».