ḧeqe emřo

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  446 Dîtin
ḧeqe emřo bida tane le mah û mişterî û exter
silêmanî be şî’rî êwewe nawyete ser, efser
temaşay lapeřey jîn ken, nîye cê nuxteye xałî
leber eş’arî tazey şa’îran, em ser heta ew ser
ebînî şî’rî lucney feḧsî tûtin, bêşeme û bondar
ebînî mîsre’î wa qametî berze wekû ’er’er
ebînî şî’rî «sîdqîřeşîd sîdqî ẍefûr» piř le nuktey xoş û me’nîdar
leser małî «mela» şeřye leser pêye wekû werwer
ebînî şî’rî wa piřye le qeysî û mêwij û badam
fesaḧet cîř û huřî dê lewêda wek kelermî teř
le naw eş’arî em xorake nayabane şî’rî kon
eşubhê her beteşpî piř le tirxêne û lepey sawer
şukir fewta «cînas» û qa’îdey teşxîs û îstîfham
heta key bo «tezadê» dabmênim wale û muzter
heta key min miqeyed bim be qeydî qafye û ewzan
hetakû key «tecahul ’arfane» bênme defter
legeł terdîd û qet’a, bo nekem qet’î ’îlaqey dił
be kełkî çîm eşê, ẍeyrî xefet hênan û derdî ser
deba biřwa «wizuḧErebî» û «îstî’arhErebî» gořî ba gûm bê
řicu’ û «ḧusnî te’lîl» û nîday ḧisî bedî’ awer
le bo çîm çake beynê dabmênim bo «lef û neşrê»
«mireteb» ya «mişeweş» bo be diłma çê wekû neşter
be qanûnîş mûzef geyîye ḧeddî xoy teqawîte
temay çîman heye, takey bijî şî’rî min û zêwer