dînarî muwezefîn

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 2 Xulek  423 Dîtin
beboney destikurtî û mangane kemîy zemanî caranî mûçexorewe witrawe
her xar û xesî şûmîye, gułzarî muwezef
kawul buwe, cêy kundebuwe şarî muwezef
xwênî cigere bote şerab û meyî me’mûr
dengî diłe, awazî ney û tarî muwezef
me’mûr wekû «şêx homer»û wez’îş bemesel mar
xořayî nîye, nałe û hawarî muwezef
naka beşî qawełtîy řojêkî min emsał
sed xozge be dînarêkî pêrarî muwezef
hênd ’aczî qerzarîye, her geyîye serî mang
kafir bê be cestey diłî ẍembarî muwezef
sed dirheme, notêkî em û ew le řewaca
pare, yek û pêncîş nîye, dînarî muwezef
estêrey serşanî min û to bû wezîfe
dwênê, keçî emřo buwete barî muwezef
wa payîzî ẍem, baxî beharî fereḧî kuşt
ẍunçey giłezerde, gułî gułnarî muwezef
wez’î diłî emsałî me’aşim ke ebînim
sed xozge exwazim be diłî parî muwezef
yařebî ewey dujmine bem mîllet û xake
bê ḧurmetî key, her wekû dînarî muwezef