henasey sardî, şewî jînî tał

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 4 Xulek  699 Dîtin
behoy ewey ke «şêx letîfKes» le besra, le bendîxane bû em qesîdeye witrawe
henasey sardî, şewî jînî tał
xo to tîjtirî, le sirwey şemał
hełse û dawênit, bike belada
wek teter biřo, beřêy hewada
be erza meřo, řêget lê besra
be asmana, biřo bo besraCih
bigeřê benaw, şarî besrada
bipirse sicin, wa le kam lada
to nebî hîç kes, nagate ewê
toy be řoj û şew, sirwet nasrewê
le dirz û kunî qifił û dergawe
biçore jûrî be şiney bawe
eçî bedirza, barîkî û ze’îf
bike be jûra, bo lay şêx letîf
baweşênî ke fênk bêtewe
’areqî leşî damirkêtewe
emca biłê ey, dû çawî «nûrîNasnava edebî»
wa nûrî emrê, be derdî dûrî
enałê û ełê, bedem derdewe
beçawî sûr û řengî zerdewe
şerit bê hetakû, cêy to besra bê
ta dergay xoşîy, le to besra bê
ta bendîxane, bo to me’wa bê
xoşî û pêkenîn, lam tewella bê
ta şiney şemał, neşnêtewe
neda le peřey, nepşikûtûy guł
dem nedatewe, ẍunçey tengî dił
saway naw bêşkey dił nexnêtewe
řojî řûnakim, ba şewezeng bê
diłey řahatûm, be xem ba teng bê
neymawe le taw, dûrî to nûrî
teraney xoş û şî’rî meşhûrî
êsta beharî, xoşîm xezane
îşim lebatî, seyran giryane
firmêskî çaw û dûdî henasem
birûskey hewrî, tamezro û tasem
eden beyekda, wek hewrî behar
xwênaw belafaw, le çaw dête xwar
eřjê beser, bîr û xeyała
be zewî û zarî, jyanî tała
diřk û dałî xem, dênête berhem
şayî û sirûrim, eka be matem
gileyî meke, nûrî çawanim
nemawe bîr û hoşî caranim
êsta bulbulî, xoşxiwanî fîkirim
legeł nîgarî, řazawey şî’irim
des le milanî yek nabin wek caran
bexoşî biçin bo seyr û seyran
ew bedengî xoş, biłê goranî
em şî’ir biłê, bekameranî
xo nexwazeła, dinyaş wehabê
bedewam tirsî, girtinit la bê
çaweřê bê key, tûşî beła bî
tûşî lêdan û cewr û siza bî
şarî çî, bê deng, weku wêrane
kundebû be şew, terane xwane
şadî û pêkenîn, lay kes nemawe
beserya xołî, mirdû bêjrawe
zuban lał, gwê keř, dîde nabîna
’alem dê û eçê, weku miqeba
kam zuban tozê, teř û parawe
sed pişkoy sûrî, pya çizênrawe
kam gwê bibîsê, xirapey wezîr
xawenî edrê, le kote û zincîr
kam çaw kirdewey, nařêkî dîwe
gilêney bedar, zû derpoqîwe
le tirsa le mał, nayeme derê
eger lafawî, xwên bê û ser berê
estêrey geşî, semay hoş û bîr
le hewr û hełay, temî matema
gîrode û damaw, zebûn û esîr
le derya heway, bê binî xema
nuqme û piřşingî, çawî nemawe
řengî řûnakî, le řû biřawe
epařêmewe, le qapî yezdan
lelat danîşim, nextê wek caran
bełam etirsim, be’awat negem
awatî diłim, legeł xom bibem
le qebrîşa dił, tozê nesrewê
xewêkî xoşî, her lê nekewê
be azarewe, her bitlêtewe
řojî řûnakî, lê nebêtewe
ey nûrî dîde, min tikam waye
her řizgar ebî, eme dunyaye
ke hatîtewe «nûrî» nema bû
xoy û awatî, herdû nêjra bû
řojê be hewes, were ser qebran
bin erxewanê, le girdî seywan
bedûkełî řeş, diłey sûtawim
beřengî sûrî, xwênawî çawim
kêlî qebrekem, sûr hełgeřawe
řengî xołekey, řeş dagîrsawe
her taqe tozê, wird bibîtewe
qebrekey «nûrîNasnava edebî», enasîtewe
lenaw sed qebra, qebrî min dyare
xak û xołekey, mat û ẍembare
xoy hawar eka, min qebrî nûrîm
kujrawî êşî, zamî řencûrîm