awřêk bo dwawe

bo sałî 1934
Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  427 Dîtin
ey «jyan», ey emelî ta’îfey pîr û cwan!
ey bebê to, şewî deycûre hemû řojî jyan
hîç meweste le desa ta degeye «zerdyawaCih»
em dû sê şî’re bedyarî bere xizmetî «goranKes»
biłê: ey nazrî ew dîmene cwaney qeredaẍ
dûr le derd û le pejare, le xem û mîḧnet û ax!
bawkim ew wexte edîbê bû le řêzey udeba
melewanêkî bequdret bû le deryay edeba
ew deme şî’rî dewt, hoş û şi’ûrêkî hebû
ser û diłxoş û řeḧet, keyf û sirûrêkî hebû
êste komawetewe piştî beser cedwelda
qismetî xoy eme bû, her le demî ewelda
řoj û şew fîkirî be nûsînî ḧîsabateweye
şew û řoj zîkirî be tesdîdî emanateweye
şî’rî bîkirî buwete tesfîyey teslîfat
wêrd û zîkirî buwe be teḧşyey teḧwîlat
cedwelî mulḧeq û teswîyey naw azarî
buwete qafye û mîsre’î me’nîdarî