bo mi’elîmekan

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  432 Dîtin
be însaf û miruwet terbyey řołey wiłatit ke
ke řojî kirdewe, xawen zemîr û ba keramet bê
ewanin da’enên binçîney îxlas û ’edil û ḧeq
ewanin hewł eden, em qewme řojê swarî qudret bê
mu’lîm bêtû çawî xoy bipoşêt û le ḧeq lada
qutabî ew ebê her nalebar û bê besîret bê
mu’elîm ders û îrşadî berew řêgey xirapî bê
ebê řêbwarî em řêgaye, qonaẍî nedamet bê
leşî qewmê, be tîrî cehil eger bêtû birîndar bê
ebê em qewme cêgey her mezaristanî zîllet bê
le diłgîrî em û ew tirs û xofit qet nebê «nûrîNasnava edebî»
qisey ḧeq ba řeqîş bê xoşe, emma bo nesîḧet bê