were badî seba, to qasîdî min be, be merdane

Li pirtûka:
Dîwanî Şêx Nûrî
Berhema:
Şêx Nûrî Şêx Salih (1896-1958)
 1 Xulek  671 Dîtin
were badî seba, to qasîdî min be, be merdane
le paş ’erzî du’a goyî, biłê bem ehlî kurdane
le bo înşay mekteb, serfî ẍîret lazme zînhar
ke mekteb mayeyî jîne, ke mekteb řoḧî însane
ke mîllet hîç nezanê zû bezû pêşkewtinî se’be
ke qewmê saḧîbî sin’et nebê, wek cîsmî bê cane
kesê ’îlmî bibê musteqbelî řûnak û te’mîne
kesê sin’et bizanê, da’îmen ew saḧîbî nane
leser em ’aleme ferze, î’aney mekteb û sin’et
ke řoḧî mułk û mîllet, sin’et û teḧsîłî ’îrfane
ewî derḧeq be mekteb nutqî nûsîbû lemew pêştir
ḧeqîqet saḧbî fîkire, ḧeqîqet ehlî wîcdane
wicûdî fexre bo mîllet, kesê fîkirî munewer bê
kesê ’îlmî nebê wek weḧşîy kêw û byabane
qisey řastit ewê wełła eger bîşmikujin deyłêm
nebûnî ’îlim û sin’ate, ke mîqrobî hemûmane